1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kesên şermezar dikin tên cezakirin
Kesên şermezar dikin tên cezakirin,kesên,şermezar,dikin,tên,cezakirin

Kesên şermezar dikin tên cezakirin

Kujerên Roboskiyê winda ne, lê kesên şermezar dikin tên cezakirin

A+ A-

MUSTAFA EMRAH SÜER Salek di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bû, lê hêj kujer nehatin darizandin û aşkerekirin. Lê li aliyê din kesên komkujiya Roboskiyê şermezar kirin rastî cezayan tên. Ji 35 xwendekarên ku komkujî şermezar kirin û neketin dersan, 12 xwendekar li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan û 23 xwendekar hatin girtin. Piştî darizandinê xwendekaran 5 xwendekar rastî 5 meh cezayê girtîgehê hatin.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên TSK'ê yên F-16 li ser Roboskiyê bombe barandin û di bombebarandinê de 19 jê zarok 34 welatiyen sivîl hatin qetilkirin. Salek di ser komkujiyê re derbas bû, lê hêj hesap nehatiye pirsîn û kujer nehatine aşkerekirin. Li aliyê din kesên ku komkujî şermezar kirin rastî cezayan tên. Sala par xwendekarên Zanîngeha Dicleyê piştî komkujiyê neketin dersan û komkuji şermezar kirin. Piştî çalakiyê 35 xwendekar di 30'ê Kanûnê de hatin binçavkirin û di 2'ê Çile de 23 xwendear hatibûn girtin. Rûniştina doza xwendekaran li 5, 6 û 7'emin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Heyeta dadgehê xwendekar bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kirine" doz vekir.

Dozgerê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdîaname amadek kir û îdîa ki ku di 29'ê kanûnê de xwendekaran li ser daxwaza rêxistinê ders boykot kirine. Dozger îdîa kir ku li ser fermana Bahoz Erdal (Fehman Huseyin) tev geriyane. Di rûniştina biryarê ya di 11'ê Kanûnê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate ditîn de hemû xwendekar serbest hatin berdan. Heyeta dadgehê pişti xwendekar serbest berdan der barê xwendekarên bi navê Nergîz Akkoç, Gurbet Yavuz, Gulîstan Guçlu, Îlyas Tarim, Hakîm Marol de bi îdîaya "Hîndekarî û perwerdehî asteng kiriye" der barê her yekî de 5 meh cezayê girtîgehê birî.

(mae)