1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ketin û derketine Elkê hate qedexekirin
Ketin û derketine Elkê hate qedexekirin,ketin,û,derketine,elkê,hate,qedexekirin

Ketin û derketine Elkê hate qedexekirin

A+ A-

Li Elkê ya Şirnexê de bûyerên ku piştî polîsan mudaxaleyî gelê ji bo şermezarkirina qedexekirina Mîhrîcana Berxbirê ya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir derketin qadan, kir, derketibû bi dawî bû. Di navçeya ku rageşî didome de esnafan kepenk venekirin.

Li Elkê ya Şirnexê her sal li Zozana Laleşê Mîhrîcana Zozan, Çand û Hunerê ya Berxbirê dihat lidarxistin. Mîhrîcana îsal dê di roja 6'ê Tîrmehê de dest pê bikira û 3 roj bidomiya. Lê Wezareta Karên Hundir 8'emîn Mîhrîcana Zozan, Çand û Hunerê ya Berxbirê ku ji gelek bajaran jî beşdarî dibûn, qedexekir. Wesayîtên kar ên girêdayî Şaredariya Elkê ji bo qada mîhrîcanê amade bike diçûn herêmê ji aliyê leşkeran ve hatibû sekinandin û destûr nehatibû dayîn. Li ser vê yekê derketibû holê ku Wezareta Karên Hundir di 29'ê Pûşberê de giştînameyekî ji Walitiya Şirnexê şandiye û tê de wiha gotiye: " Di Mîhrîcana Zozan, Çand û Huner a Berxbirê ya Elkê de di sala 2009, 2010 û 2011'an de dijî zagonê tevgeriyan e. Ji ber vê yekê dema li pêkanînên 3 salan de were nêrîn ev mîhrîcan mafê sûdgirtina xwe ya ji zagona 2911'an wenda kiriye."

Welatiyan ji bo şermezarkirina qedexekirina mîhrîcana ku dê sibê li qûntarên Çiyayê Katoyê dest pê bikira, li ser Kolana Cûmhûriyetê hatin cem hev û ber bi Qaymeqamtiya Elkê dest bi meşê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kirin. Li ser vê yekê navenda navçeyê guhert qada şer û ezmanên navçeyê tije gaz bû. Gelek welatî ji gazê bibandor bûn. Li hemberî mudaxaleya gazê welatiyan jî bi keviran bersiv dan polîsan. Di navçeya ku pêvçûn derket de rageşî hîn jî didome. Hate zanîn ku di pêvçûnê de welatiyê bi navê Ekrem Ataman hate binçavkirin.

Esnaf kepenkên xwe girtin

Polîsan li navçeyê yekîneyên taqwiye bi cih kirin û cara ewil wesayîtên TOMA'yê jî anîn navçeyê. Esnafên li navçeyê ji bo mudaxaleya polîsan şermezar bikin kepenkên xwe girtin. Her wiha hemû riyên ku ketin û derketina navçeyê ji aliyê polîs û leşkeran ve hate girtin. Li ser ketin û derketina riyên Şirnex, Sîlopî, Cizîr, Hezex û Qilebanê jî noqteyên lêgerînê hatiye danîn. Hate zanîn ku bi taybet li noqteya leşkerî ku li Qesrîka di navbera Cizîr û Şirnexê de hatiye danîn de destûra derbaskirina wesayîtan nayê dayîn.

(ab)