1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Kevneşopiya 80 salan didome´
´Kevneşopiya 80 salan didome´,kevneşopiya,80,salan,didome

´Kevneşopiya 80 salan didome´

Hewreman: Li Tirkiyeyê kevneşopiya 80 salan didome

A+ A-

WEHBÎ DEMÎR/ÎDRÎS KARA Rewşenbîrê Kurd yê li Herêma Federal a Kurdistanê Hejar Hewreman da diyarkirin ku ev şert û mercên îro li Tirkiyê mixabin encama netewperestiya Tirkane ku nêzîkî 80’ê sale berdewam dikeye.

Hejar Hewreman ku li Herêma Federal a Kurdistan rewşenbîre, di heman demê de jî li Zankoya Selahedin mamostaye dîtinên xwe yên di derbarê rewşa siyasî ya bakurê Kurdistanê de ji ajansa me DÎHA’yê re anî ziman. Rewşenbîrê Kurd Hejar Hewreman got her çendî Tirkiye cihek xwe yê stratejik yan jî cihê jeopolîtîk heye, lê heya niha nekariye bibe welatek ku cihê xwe dinava welatên Awrupa de û welatên pêşde bigre. Hewreman wiha dewamkir; “Mirov dikare bêje ev pirsgirêke ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyê heye û ev yeke jî bi destê neteweperestên Tirk hatiye pêşxistin. Ev jî sedema xwe ji pêkhatina netewe xwazîya Tirkiyê kû ji yek al, yek ziman pêktê û ev bi serê xwe tiştek şaşe. Divê wek li welatê Fransa li ser bingehê hemwelatî bûn yan welatparêzî baya, ne wek Elmanya kû her kesê kû li xaka Tirkiyê be tê wê wateyê kû ew Tirke.”

Beriya Tirk werin Anatolyayê gelên wek Kurd, Ermenî û Yewnanî hebun.

Hejar got beriya Tirk werin Anatoloyê gelên xwe cihên anatolya û Tirkiye’ya îro Kurd, Ermenî Yewnanî û hwd… bûn. Jibo vê jî mirov dikare bêje danîna vê siyasetê ji bingeh de şaşe. Hinek kes yan jî bizimanek din hinek rewşenbîrên Tirk yên wek Nazim Hikmet, Îsmaîl Beşîkçî , girêdayî vê rastiyê gihiştine encamek rast û têgehiştine kû nîjadperestiya Tirk ne raste, kû encama wê li berçavê gelê Tirkiyê û hemû cihanêye. Herwiha Hewreman balkişand li ser pirsgirêka Kurd jî got di aliyê pirsgirêka Kurd de pêngav navêje û gelê Kurd jî berxwedanê dike, ev berxwedane jî dîrokek dur û dirêj heye kû gihiştiye wê astê Tirk Kurdan na pejirîne li beramberê wê jî Kurd Tirkan na pejirîne û wiha dewamkir “Ez dibêjim eger pirsgirêka Kurd bi rêyên demokrasi û aştîyane çareser nebe, mafê gelê Kurd neyê dayîn, ev wê bibe sedemê şerek gelek mezin û tirsnak. Hêvîdarin desthilatdarên dewleta Tirk prensîbên mafê mirovan û demokrasî bi hemû aliyên demokrasiyê ve bicihbînin. Azadiya meşkirina gel, azadiya ziman, azadiya damezrandina partiyan û hemû azadiyên din hebe, êdî pêwîstî bi şer namîne.” Hewreman wek mînak got eger li Tirkiyê azadiya avakirina partiyan heba pêwîst nebû û Partiya Karkerên Kurdistan PKK li Qendîl be. Wê li Amed çalakiyên xwe yên civakî û sivîl kiriba, deng wergirtiba wê çûba parlementoyê, deng ne înaba dima. Wate pêwîstî bi şer nemaye. Dema azadiya raman nebe partî berê xwe didin xebatên radîkal, dema azadiya ziman nebe gel serî li şer û rêyên tund dide. Çawa zimanê Tirkî wek ziman bê hisapkirin lê zimanê Kurdî wek ziman neyê hisapkirin.

Zimanê Kurdî gelek kevintire ji zimanê Tirkî

Hejar Hewreman da diyarkirin ku hemû zimanzan mutefiqin kû zimanê Kurdî gelek kevintire ji zimanê Tirkî li ser rûyê vê xakê. Çima zimanê me nebe, bes yê Tirkî hebe, pirsgirêk ji vê dereye kû dewleta Tirk birêya ziman dixwaze desthilata aborî û siyasî jibo xwe bibin û para Kurdan nedin û wiha dewamkir. “ Kurd jî vê yekê na pejirînin, pêvajo jî vê nêzîkatî û politîkayê napejirîne, niha xeta demokrasiyê li Rojhilata Navîn li gel ew tişta kû jêre dibêjin modernite û pêkhatinên lîberalîzmê bûne yek. Niha Emerîka, Îngîlîstan û Fransa mutefiqin di xeta demokrasiyê de. Yan divê Tirkiye jî xwe mutefiq bike li gel demokrasiyê yan jî wê wekî Seddam , Cafer Numeyrî û wekî gelek minakên wek vana lê bê.”

Ji bo Tirkiye du rê hene; yan demokrasî yan parçebun

Hewremanî got ji bo dewleta Tirkiye du rê hene ya yekem demokrasiye û ya duwem jî parçebun. Li gorî vê; “Ger demokrasi tiştek jibo pêkanînê hêsane, ev jî tê wê wateyê azadkirina girtiyên siyasî û di nav wana de rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan jî heye. Parvekirin û rêxistinkirina civakê li ser bingehê hemwelatîbûn ne li ser binemayên ziman, herwiha dabeşbûn yan rêxistinkirin li ser berjewendî û dahatoya welate. Divê navê axa Kurdan bêjin, divê zimanê Kurdî azad be, divê partiyên Kurdan hebin, li cihê kû PKK li çiya şer bike bila biçe Amed li wê dere wekî partî navenda xwe avabike. Jibo xebatên civakî rê jê re bê vekirin, eger wê deme PKK xebatek tund û tuj kir gelê Kurd wê bixwe bibêje xirabe. Eger niha ev xebat û rizgariyê nede gelê Kurd, neçar dibe xebatên çekdarî û wê ji rewşa niha kû em tê de jiyan dikin xiraptir lê were. Ez li benda vê me û eger Tirkiye pîvanên demokrasiye pêkneyne, bila Erdogan û Davutoglu baş bizanin yan demokrasi yan cudabûn.”

Eger Tirkiyê bawerî bi demokrasiyê heba, kes ji ber raman û bîrên xwe nedihat girtin

Herî dawî jî Hejar Hewremanî balkişand li ser girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê û grevên birçîbunê û wiha pêve çû; “Bê guman pêwîste li hemû deverên cihanê her gel, sazî yan jî kesên azadîxwaz pêwîste nerazîbûna xwe li hember vê bêdengiya dewleta Tirk bidin nişandan û piştgiriya xwe jibo çalakiya girtiyên sîyasî ya birçîbûnê bidin diyar kirin. Ev kesên hatî girtin ne ji ber tewanên weke kuştin, ne tewanbarê destdirêjiyê ne, hemû wek em hemû dizanîn tewanbarên siyasîne û ji ber xebatên xwe yên demokratik û siyasî hatine girtin.” Hewreman got eger hukumeta Tirkiye bawerî bi demokrasi heba kesek ji ber raman û birên siyasî nedihat girtin. Pir eşkereye kû li welatekê hêjmara girtiyên siyasî çiqas zêde be berevajiyê wê demokrasiya wî welatî jî ewqas lewaze. Niha rêkxistinên navnetewî didin diyarkirin û Tirkiye di aliyê girtina siyasî, rojnamevan û bîrmendan de ketiye pêşiya Çîn û Îran’ê jî. Ê ev jî xirabe jibo Tirkiye û rûyê Tirkiye reş dike. Em dixwazin û pitir pê keyfxweşin û ku rûyê Tirkiye spî be û pêwîste Tirkiye di welatên cîhanê de bibe welatek demokratîk û pêşkeftî, riya vê ji tenê demokrasiye.

(ik/mae)


Bêjeyên Miftehî