1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Keça Elçî dê dozên bavê xwe bişopîne
Keça Elçî dê dozên bavê xwe bişopîne,keça,elçî,dê,dozên,bavê,xwe,bişopîne

Keça Elçî dê dozên bavê xwe bişopîne

A+ A-

DEVRAN TOPTAŞ /DÎCLE MUFTUOGLU

AMED (DîHA) - Keça Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî Nazenîn Elçî, anî ziman ku ew dê dozên dosyayên kujer nediyar ên ku bavê wê dişopandin berdewam bike. Nazenîn Elçî ya li Koleja Robertê dixwîne, anî ziman ku ew dixwaze beşa hiqûqê bixwine û ji bilî vê yekê tiştekî din nafikire.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdarê de li Navçeya Sûrêya Amedê hat qetilkirin. Keça Elçî Nazenin Elçî diyar kir ku ew dê pîşeya bavê xwe berdewam bike û dozên dozyayên wî yên nîvco temam bike.

Nazenîn Elçî, di serdema ku kuştinên ku kujerên wan nediyar zêde bû ji dayik bû. Niha li Koleja Robertê dixwîne. Ji ber bavê wê hat qetilkirin û gelek dozên dosyayên bavê wê yên kesên kujer nediyar nîvco man, bi biryar e ku bibe hiqûqnas û dosyayên bavê xwe yên nîvco mayî temam bike. Elçî anî ziman ku bavê wê her dem ji bo wê kêfxweş bike di nava hewldanan de bû û wiha got: "Bavê min her dem ji bo em tiştîn nû bibînin û fêrî tişten baş bibin têdikoşiya. Pir hez dikir ku bi min, birayê min û dayika min re dema xwe derbas bike. Ji bo me her tişt dikir."

'Li mala me her dem cinayetên kujer nediyar dihatin axaftin'

Elçî, da zanîn ku dema wê xwest beşa hiqûqê bixwîne bavê wê erênî nêzî daxwaza wê bû û wiha axivî: "Bavê min jî dixwest ez wekî wê bibim hiqûqnas. Ji ber dixwest ez bibim wekî wî, piştgirî dida min. Ez nafikirim ku ji bilî rêça bavê xwe di rêçek din de bimeşim. Ez nikarim di qadek din de bibim xwedî kariyer. Di mala me de her dem cinayetên kujer nediyar dihatin axaftin."

'Keça min jî di şopa bavê xwe de diçe'

Hevsera Tahîr Elçî, Turkan Elçi jî diyar kir ku Elçî bawer dikir ku hemû pirsgirêkên civakî bi riya têkoşîna hiqûqê bên çareserkirin û wiha axivî: "Dema keça min jî got ez dê bibim hiqûqnas kêfa min hat. Min got keça min jî di şopa bavê xwe de diçe. Ez piştgiriyê didim keça xwe ku bibe hiqûqnas. Dema keça min xwest li dervê welat bixwine ewil Tahîr nedixwest, lê pişt re mehek şûn de biryara xwe guhert û piştgirî da wê."

(mae/sy)