1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Keçeka Sineyî di mîhrîcana karîkatoran de bû yekemîn
Keçeka Sineyî di mîhrîcana karîkatoran de bû yekemîn,keçeka,sineyî,di,mîhrîcana,karîkatoran,de,bû,yekemîn

Keçeka Sineyî di mîhrîcana karîkatoran de bû yekemîn

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 24.11.2013 07:30:58 Li Îtalyayê di mîhrîcana karîkatoran a navnetewî ya bi navê “Fokûsêk ji bo aştiyê” keçek hunermenda karîkator ya Kurd bû yekem.

Di mîhrîcana navnetewî ya bi navê “Fokûsêk ji bo aştiyê” ya ku li Îtalyayê hat li darxistin de hunermenda karîkator a Kurd Perûy Mihemed ya 17 salî ku xelkê bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê ye, di beşa karîkatorê de pileya yekem bi dest anî.

Perûy Mihemed li bajarê Sine ji dayîk bûye û ta niha beşdarî 7 pêşengehên komên Sine bûye û berhemên wê li 5 pirtûkxaneyên navnetewî û hundirîn bilav bûye.

Mîhrîcana Fokûsêk ji bo Aştiyê ji aliyê Akademiya Aştiyê a Îtalyayê ve tê li darxistin.