Keçika Helebceyî bû yekema başûrê Kurdistanê
NAVENDA NÛÇEYAN
Keçikek ji bajarê Helebce yê başûrê Kurdistanê bi wergirtina 700 dereceyan bû yekema başûrê Kurdistanê.
Dunya Wesfî Mehmûd sala 1997’an ji dayîk bûye. Ew xwendekara refa 12’an ya amadeyiya keçan a Helebce ye. Dunya li ser asta Herêma Kurdistanê bi 700 dereceyan pileya yekemîntiyê bidest xist.
Duh wezîrê perwedeyê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq li navenda wezareta perwerdeyê ya li Hewlêrê encamên ezmûnên amadeyî û refên 9 ên başûrê Kurdistanê eşkere kir. Sadiq di civîna çapemeniyê de wiha got: “Li başûrê Kurdistanê tenê xwendekarekê sedî 100’ê bersiva pirsan rast daye û ew jî ji bajarê Helebce ye.”
Li gor vê yekê Dunya Wesfî Mehmûd Mihemed li ser asta zanistî ya amadeyi bi 700 dereceyan bû yekemîna Herêma Kurdistanê. Daban Hesen Ezîz, Meryem Qeredax û Lawra Xidir Resûl bi 696 dereceyan bûn duyemîn. Herwiha Meryem Hesen Xelîl a ji bajarê Hewlêrê jî pileya sêyemîntiyê bidest xist.
Li ser asta wêjeyî jî, Şeyma Reşîd Omer a ji qezaya Berdereş a girêdayî Dihokê bi 687 dereceyan pileya yekemîntiyê bidest xist. Emîre Abdî bi 682 dereceyan pileya duyemîntiyê û Şadan Luqman Ehmed jî bi 678 dereceyan bû sêyemînê başûrê Kurdistanê.
(rn)