1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Keştî ji ber pevçûnê binav bû
Keştî ji ber pevçûnê binav bû,keştî,ji,ber,pevçûnê,binav,bû

Keştî ji ber pevçûnê binav bû

Keştiya 107 kest tê de, ji ber pevçûnê binav bû

A+ A-

Duh li navçeya Menderesê ya Îzmirê keştiya 107 penaber bar kiribûn noqî Derya Egeyê bûn û 61 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hate diyarkirin ku keştî ji ber şerê di nava keştiyê de pêk hat noqî avê bû.

Duh li navçeya Menderesê ya Îzmirê keştiya penaberan li Derya Ege noqî avê bû. Keştiya ku 44 penaber 2 organizator rizgar bûn, 12 zilam, 18 jin 31 zarok 61 penaber xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. 107 penaberên kurdên ku ji Sûrî û Iraqê xwestin di ser Tirkiyeyê re derbasî welatên ewropa bibin noqî avê bû. Hate zanîn ku keştî li zinaran neketiye û ji ber 2 şirîkên hev li hundirê keştiyê şer kirine keştî noqî avê bûye. Penaberê ku bi derfetên xwe rizgar bû agahî da û destnişan kir kir ku piştî keştî 200 metre bi rê ket 2 şirîkên keştiyê şer kirin. Penaber, da zanîn ku keştiya lazim bû 30 kes suyar bûbûna 107 kes suyar bûn û ji ber şerê navxeyî keştî nokî avê bû.

Hate zanin ku welatiyên bi navê Lava Abdulselam Emer, Şivan Abdulselam Emer û Şiyar Abdulselam Emer ku dihat gotin jiyana xwe ji dest dane rizgar bûne û sax in.

(mae)