1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kilamên Dayika Helîme bi êşan hatine strandin
Kilamên Dayika Helîme bi êşan hatine strandin,kilamên,dayika,helîme,bi,êşan,hatine,strandin

Kilamên Dayika Helîme bi êşan hatine strandin

A+ A-

YEKTA ŞOREŞ / BERÎTAN KARA

HEWLÊR (DÎHA) - Dayik Helîme ku, xwendin û nivîsandina wê nîn e, kilamên xwe kêliya der barê serpêhatî, kul, derd û hwd. hest pêre çêdibin ji ber dike û rexneyan li kesên ku çîrok, destan û kilamên kevnare yên Kurdî li gorî terzê muzîka xwe ji cewhera wê derdixin dike. Helîme, diyar kir ku hinek kes dema kilam û çîrokên kevnare yên kurdî bi awayekî dengbêjî dibêjin xera dikin û got: "Naverok û wateyê nadinê. Divê resentî û cewhera wê xera nekin."

Dayik Helîme yek ji dayikên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) ku gelek êş û zehmetî kişandine ji destê dewleta Tirk. Li gundê xwe rastî zext û zilmê hatine, bi malbatî. Hevjînê wê hatiye girtin, hatine sirgûnkirin, bûne koçber û penaber. Dengbêj Dayik Helîme, nêzî pênc salan e ku bi awayekî profesyonelî dest bi dengbêjiyê kiribe jî van hevokan bi ser gotinên xwe ve zêde dike: "Demên berê wek keçên gund em ji êvarê de kom dibûn. Di ber karê xwe de me kilam digotin û heta sibehê wer berdewam dikir."

Ji herêma Cûdî

Der barê jiyan, serpêhatî û dengbêjiya Dayik Helîme de ji bo agahiyan bigirin me hevdîtinek ligel çêkir û li ser pirsa me ya hûn dikarin xwe bidin naskirin got, "Navê min Helîme, navê bavê min Mustefa, paşnavê min Îzer. Ji Gundikê Remo me" û bi tebessûmeke mexrûr "Herêma Cûdî" bi ser vê bersivê zêde dike. Bêgûman di hevdîtinê de xala herî esasî ya ku me dixwest Dayik Helîme ji me re vebêje ev bû ku behsa kilam ango dengbêjiya xwe bike. Çima û ji ber çi bûye dengbêj. Lê belê ji ber li wargeheke wiha dijiya ku mirovên wê heta her şaneyên xwe zilm û zoreke ku di dinyayê de mînakên wê pir kêm in jiyabûn, ji destê dewleta dagirker. Lewma me xala xwe ya esasî ji dawiya hevdîtinê re hişt. Ji ber li gorî dihat behskirin û wê jî di nav axaftinên xwe de heta her detayên wê zelal dikir, bê çima ev qasî biêş, keser û kul in kilamên wê. Di salên ku Tevgera Azadiya Kurdistan li her cihî bandoreke mezin li ser gelê Kurdistanê çêkiribû û pêl bi pêl ciwan ji bo hêviyên gelê xwe yên zindî bûne bi cih bînin, çiya wek çavkanî û navend dîtinin de li gundekî bi navê Gundikê Remo jî heman hest û hîs di asta herî jor de bûn. Welatparêz bûn gundî û ciwanên gund bi lehengiyên xwe yên di nav Tevgera Azadiya Kurd de dibûn îdol û sembol ji nîfşên nû re.

'Jiyan li me heram bû'

Di pêvajoyeke wiha de êrîşên dewleta Tirk dijwar dibin li ser gel. Dayik Helîme ku di nav axaftinên xwe de bi awirên ku mirov dibêje qey wan pêvajoyan dubare dijî, dibêje: "Dema em li gund li ser xaka xwe bûn, dijmin gelek zilm û zor li me kir. Êdî em ketibûn rewşeke wisa ku me nikarîbû em di malên xwe de bijîn. Jiyan li me heram bû… Bi şev di nav şert û mercên dijwar de bê ku em tiştekî bi xwe re rakin. Em hatin Başûrê Kurdistan." Ev koçberî, rêwîtî û paşê ku di lîteratura navneteweyî ya serwerên ku bi her awayî di mijara têkoşîna li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistan de derfet û piştgirî didan dewleta Tirk de wê weke penaber hatibana wesfkirin, li welatê xwe û li ser xaka xwe…

Li gorî agahiyên Dayik Helîme dide me, di sala 1993'yan de ji Gundikê Remo derdikevin û tên Başûrê Kurdistanê. Ya hatinê hatine, lê belê li wir jî hêz, kontra û hevkarên dewleta Tirk dîsa dest ji wan bernadin. Ji ber ew Kurdên Apoyî yên li ser esasê kurdê azad tevdigerin. Ka em bala xwe bidinê bê Dayik Helîmê di vê der barê de çi dibêje, "Dema em derbasî Zaxo bûn jî tu tiştek ji bo me neguherî. Me nikarîbû ji mal derkevin. Mîna em di hepsê de bûn." Yanî li Zaxoya wê demê jî jiyaneke pir nexweş derbas kirin. Paşê dema pê dihesin ku hin welatparêzên din jî ji ber zexta dewleta Tirk hatine Başûrê Kurdistan hewl didin xwe bigihînin wan. Li ser esasî diçin cihekî ku jêre Wargeha Bihêrê tê gotin. Bi qasî salekê ku li wir dimînin dîsa ji ber zilmê neçar dimînin terk bikin wargehê, paşê li pey hev bi rêz dike navê wargehên ku lê dimînin û di yek ji wan de jî aramî û rehetiyekê nabînin. Bêsivê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nehdarê û hwd. Di hemûyan de jî heman pêkutî û kiryar xwe dubare dikin. Di pêvajoya wan salan de dewleta Tirk bi konsepteke dewletî û navdewletî di nav êrîşan de ye ku armanc bi temamî jiholêrakirina Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê kurd e. Lewma di wan salan de bi hezaran mirov tên girtin, birîndarkirin, qetilkirin ji cih û warên wan tên derxistin. Di wargehan de jî ji aliyê hêzên hevkar ên herêmê ve tên girtin û qetilkirin, zad û qut li ser wan tê birîn… Tevî vê jî îradeya ku bi xwîna şehîdan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd xwe di tevayî bedena kurdên bi rûmet û şeref de bi cih kiriye her bi zor û zehmetiyan re rû bi rû tê qewîn û saxlem dibe. Piştî ku Dayik Helîme rabirdûya geh bi dengekî bi nizm û xemgîn û geh bi dengekî bilind vedibêje em dikevin mijara dengbêjiyê.

'Der barê şehîd, êş, xemgînî, kul û keseran de'

Dayik Helîme ev 5 sal in bi awayekî profesyonel kilaman dibêje. Dayik Helîme pirsa me ya "Herî zêde hûn çi dikin mijara kilamên xwe", bersiva "Der barê şehîd, êş, xemgînî, kul û keserên gelê kurd û yê me jiyane de" dide. Wiha berdewam dike axaftina xwe Dayik Helîme "Gelek meqamên dengbêjiyê hene. Li ser hezkirin, şer û pevçûnan hene. Her wiha zemanê berê jin û zilam li dîwanekê rûdiniştin, kilam digotin û li hevdu vedigerandin. Zemanê berê me jêre digot destan. Wek keçên gund em kom dibûn, hinekan digot û hinekan li hev vedigerand. Me di ber re danê xwe çêdikir. Wek niha tişt nîn bûn. Me êvarî destpê dikir heta sibehê me danê xwe dihêra. Me lawik û kilam digotin." Dayik Helîme qet dibistan nexwendiye. Kilamên xwe ji ber dike. Û dibêje ku dema der barê tiştekî de hest pêre çêdibin kilama xwe çêdike û jiber dike.

'Çîrokên kevnare yên kurdî xera dikin'

Di mijara xwedîderketin û pêşxistina çanda kurdî de jî behsa pirr mijaran ji me re dike û kesên ku orjînaltî û reseniya kilam, çîrok û destanên kurdî li gorî terzê muzîka xwe diguherin rexne dike Dayik Helîm û dibêje, "Hinek dengbêjên me dema kilam û çîrokên kevnare yên kurdî bi awayekî dengbêjî dibêjin xera dikin. Naverok û wateyê nadinê. Rêber Apo di gelek nirxandinên xwe de bal dikişîne ser parastina çandê. Gelê kurd bi saya vê çanda me ya devkî ziman û hebûna xwe wenda nekir û gihişt heta roja me ya îro." Der barê eleqeta ji dengbêjiyê re jî bi dengekî bi xem dibêje, "Eleqeta mirovan zêde ji bo dengbêjiyê nîn e. Lê belê pêwîst e mirov qedr û qîmetê dengbêjiyê zanibe û ji bo pêşxistina wê ya ji destê me were em ê bikin." Dayik Helîme di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Herî dawî em serketinê ji gelê Kurd re dixwazin. Em bi her awayî bi hêvî ne ku serketin a me ye. Bijî Serok Apo."

(mae)