1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kiliçdaroglû: Teqîna li Afyonê sabotaj e
Kiliçdaroglû: Teqîna li Afyonê sabotaj e,kiliçdaroglû,teqîna,li,afyonê,sabotaj,e

Kiliçdaroglû: Teqîna li Afyonê sabotaj e

A+ A-

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemla Kiliçdaroglû got ku teqîna li Afyonkarahîsarê pêk hat û di encamê de 25 leşker mirin, sabotaj e. Kiliçdaroglû îdîa kir ku dibe cebilxane bi telefonê teqandibin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ji rojnameya Guneşê re axivî û ragihand ku bûyera Afyonê ya ku hukûmet jêre dibêje “teqez qeza ye”, ne qeza ye, çalakiyek sabotajê ye.

Kiliçdaroglû diyar kir ku ew bi xwe bi bûyera li Afyonê re mijûl dibe û got ku wî ji fermandarên artêşê jî pirsiye. Kiliçdaroglû got; “Artêşê got, ji sedî 99 sabotaj e.”

Kiliçdaroglû bersiv da pirsa “Serfermandarê Artêşê tiştek zelal negot. Wezîran gotin ‘teqez qeza ye” û got; “Belê, ev qas agahiyên tevlîhev hene. Min ji fermandarên payebilind ên artêşê pirsî. Gotin ku delîlên pir xurt ên sabotajê hene.”

Kiliçdaroglû diyar kir ku gelek delîlên ku vê yekê piştrast bikin hene û dibe bi telefona destan hatiye teqandin.

ANF NEWS AGENCY