Kiryarê êrîşa Geverê hate îlankirin lê...
SAMÎ YILMAZ / NEDÎM TURFENT
COLEMÊRG (DÎHA) - Derket holê ku ciwanê bi navê Karanî Tekîn (19) ku piştî êrîşa çekdarî ya li Geverê û di encama êrîşê de 3 lekeran jiyana xwe ji dest da hate binçavkirin û weke kiryarê bûyerê hate aşkerakirin, dema bûyer pêk hat li şîrketekî kargoyê ji bo paketa jê re hatî diskînî. Malbatê bertek nîşanî zarokê wan hêj di bin çavan de weke kiryarê bûyerê hate îlankirin da. Serokê Baroya Colemêrgê Muhyettîn Gungor jî Serokomar, Serokwezîr û Waliyê Colemêrgê bi dayîna vê daxuyaniyê sûc kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 25'ê cotmehê de li Kolana Cengîz Topel kesên nasnameya wan nediyar li hemberî 3 leşkeran êrîşeke çekdarî pêk anîn. Di encama êrîşê de yek jê çawişê pispor 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçavkirin. Ji 8 kesên hatin binçavkirin 5 serbest hatin berdan, Karanî Tekîn, Ozan Canan û Ersîn Ayvalik hêj di binçavan de tên girtin. Ji kesên hatin binçavkirin Karanî Tekîn (19) piştî daxuyaniya Waliyê Colemêrgê di medyaya hikûmetê de weke "kiryarê" bûyerê hate îlankirin. Ersîn Ayvalik jî li navçeya Bodromê ya Muglayê têkildarî bûyerê hate binçavkirin û ev yek nepeniyeke din a cuda ye. Ayvalik di dema bûyerê de ligel li Bodrumê bû jî weke "kiryarê" bûyerê hate binçavkirin.
Karanî di dema êrîşê de li kargoyê bû
Her çiqas medyaya alîgir û rêveberên AKP'ê hêj pêvajoya lêpirsîna Tekîn a binçavkirinê berdewam dike weke kiryarê bûyerê îlan kir jî belgeyên DÎHA'yê bi dest xistin, derket holê ku hewl didin bûyerê li ser Tekîn bihêlin. Tekîn di roja ku bûyerê pêk hat seat di 16.00'an de li Surat Kargo ya li ser riya Bajêrgeh a ku 2 kîlometre dûrî cîhê bûyerê bû û paketa ji Semsûrê ji aliyê Mesut Arslan ve jê re şandî ya tê de sol heyî digirt. Li gorî belgeya me ji Surat Kargoyê girtî Tekîn seat di 16.02'an de li kargoyê bû û di wê seatê de paketa jê re dihat teslîm werdigirt.
'Dewlet dixwaze vê bûyerê li ser me bihêle'
Piştî daxuyaniya Waliyê Colemêrgê Serokomar, Serokwezîr û wezîran kiryarê êrîşa leşkeran Tekîn îlan kir û ev yekê ji aliyê medyaya alîgir ve di manşetan de hate dayîn. Ji ber vê yekê malbata Tekîn bi bertek e. Bavê Tekîn Veysel Tekîn têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Ez ji karmendiya dewletê teqawîtbûm e. Ne qeyda min û ne jî ya zarokên min heya niha di dewletê de tune ye û tu sabiqaye me heye. Zarokê min heya niha du caran ji stu û pişta xwe emeliyet bûye. Di meş û bezînê de zehmetiyê dikêşe. Heke têkiliya kurê min bi vê bûyerê heba dê çima hatiba malê. Ji ber ku me xizan in rayedarên dewletê weke kiryarên vê bûyerê me peyda kirin. Hewl didin vê bûyerê bi ser me bihêlin."
Dayika Tekîn Sureyya Tekîn jî diyar kir ku kurê wê di dema bûyerê de li kargoyê bû û bi welatiyên çay vexwarin û rayedarên kargoyê şahidê vê yêkê ne û wiha got: "Dewlet çawa daxuyaniyeke wisa dide û nûçeyê di înternet û medyayê re derbas dike. Kurê min di binçavan de rastî lêdanê û zextan hatiye. Kesên ev êrîş kirin bila destê xwe danên ser wijdana xwe û derkevin bêjin 'min kir'. Kurê min hem di aliyê fizîkî de û hem jî di aliyê tendurîstî de nikare karekî wisa bike."
'Hêj pêvajoya lêpirsînê xilas nebûyî kes sûcdar îlankirin, sûc e'
Serokê Baroya Colemêrgê Prz. Muhyettîn Gungor jî diyar kir ku hêj pêvajoya lêpirsînê berdewam dike Serokomar, Serokwezîr û Waliyê Colemêrgê Tekîn sûcdar îlankirin li dijî hiqûqê ye û mudaxeleya li pêvajoya dadê ye. Gungor anî ziman ku daxuyaniyên ji aliyê rayedarên dewletê ve hatin dayîn sûc in û madeya 277'an a TCK'ê bi bîrxist û wiha got: "Kesê li dijî hiqûqê derbarê dozek, lêpirsînek û kesên de îfadeyên dadê bi bandor bikin didin ji 2 salan heya 4 salan bi cezayê girtîgehê tên cezakirin."
(bd/wk)