1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kiryarên AKPê yên li girtîgehan
Kiryarên AKPê yên li girtîgehan,kiryarên,akpê,yên,li,girtîgehan

Kiryarên AKPê yên li girtîgehan

A+ A-

15.02.2012 MUTHA ÇETÎN

Girtîgehên Tîpa F ku her tim bi binpêkirina mafan tên rojevê, vê carê pêkanînên li dijî parêzeran ketin rojevê. Parêzerên ku çûn bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin, rastî pêkanînên balkêş hatin. Parêzer Mahmut Taşçi ku ji sala 1985'an heta niha parêzeriyê dike, diyar kir ku piştî di sala 2005'an de di mafê parastinê de guhertin çêbû, binpêkirina mafê pasatinê dest pê kir.

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji rojevê dernakevin. Pêkanînên ku di serdema salên 80'an de li Tirkiyeyê pêk dihatin, li hemberî pêkanînen serdema hikûmeta AKP'e êdî hindik dimînin. Pêkanînên serdema hikûmeta AKP'e êdî hemû serdem derbas kirin. Bi taybetî li girtîgehan di serdema hikûmeta AKP'ê de zêdetir maf tên binpêkirin. Parêzerê ku 27 salin parêzeriyê dike Mahmut Taşçi, diyar kir ku pêkanînên niha ji serdema salên 1980'an derbastir bûn. Parêzer Taşçi, ku ji sala 1985'an heta niha parêzeriyê dike, anî ziman ku piştî guhertinên di zagonê de mafê parastinê zahmet tir bû. Taçşi, da zanîn ku piştî di sala 2005'an de zagonên Înfazê hatin guhertin êdî mafê parastinê ji destê wan hatiye girtin. Taşçi, destnîşan kir ku di salên 1980'an de bêtir dikaribûn bi hêsanî parastin bikirana û wiha got: "Dema em diçûn girtîgehan li ser me lêgerîn nedikirin. Di nava girtî û parêzeran de têkilî hêsantir bû. Em dikaribûn bi komî bi muwekilê xwe re rûniştana û hevdîtin bikarana. Wê demê me qet alav û amûrên hundirê çenteyê xwe dernedixist derve. Me tenê deriyê çende vedir hundir nîşan dida û em derbas dibûn.

'Di serdema AKP'ê de pêlavê parêzeran jî kontrol dikin'

Taşçi, da zanîn ku berê di lêgerînê re derbas nedibûn, lê di serdema AKP'ê de êdî alavên hundirê çendê wan derdixin û lêgerînê pêk tînin. Taşçi bal kişand astengiyên li pêş parêzeran û wiha berdewam kir: "Piştî hikûmeta AKP'ê di zagona parastinê de guhertin çêkir, pêlavên me derdixin û li ser me lêgerînê dikin. Piştî li ser me lêgerînê pêk tînin û li hundirê çantayê me dinerin me di cîhaza X-Ray re derbas dikin. Piştî lêgerinek dijwar em derbasî hundir dibin. Berê me dikarîbû bi komî bi hemû bersûcên ku ji heman doz û dosyayê dihatin darizandin re hevdîtin bike, lê êdî ev mafê girtiyan ji destê wan derxistine. Em nikarin bi komî bi hemû bersûcên heman dosyayê re hevdîtin bikin. Ev jî mafê wan ê parastinê binpe dike. Mafê me yê bi muwekilê me re tê astengkirin. Ev pêkanin mafê bersûvan ê parastinê binpê dike.

'Pêkanîn li dijî mafê parastinê ne'

Taşçi, bilêv kir ku piştî guhertinên zagonan hem zextên li ser wan zêde bû û hem jî mafê wan ê parastinê hate astengkirin. Taşçi, daxuyand ku li tu derê cîhanê pêkanînek bi vî rengî tune û wiha daxî li axaftina xwe anî: "Em niharin hemû belge û dozyayan bidin muwekîlên xwe. Hinek belge ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tên desteser kirin. Piştî ku lêkolîn dikin û şûnde didin muwekîlên me. Ev li dijî peymana mafên mirovan e. ‹'Pêkanînen di serdema darbeyê de li parêzeran nedihat kirin, di serdema AKP'ê de tên kirin' 08:37 15.02.2012 MUTHA ÇETÎN

STENBMOL (DÎHA) - Girtîgehên Tîpa F ku her tim bi binpêkirina mafan tên rojevê, vê carê pêkanînên li dijî parêzeran ketin rojevê. Parêzerên ku çûn bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin, rastî pêkanînên balkêş hatin. Parêzer Mahmut Taşçi ku ji sala 1985'an heta niha parêzeriyê dike, diyar kir ku piştî di sala 2005'an de di mafê parastinê de guhertin çêbû, binpêkirina mafê pasatinê dest pê kir.

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji rojevê dernakevin. Pêkanînên ku di serdema salên 80'an de li Tirkiyeyê pêk dihatin, li hemberî pêkanînen serdema hikûmeta AKP'e êdî hindik dimînin. Pêkanînên serdema hikûmeta AKP'e êdî hemû serdem derbas kirin. Bi taybetî li girtîgehan di serdema hikûmeta AKP'ê de zêdetir maf tên binpêkirin. Parêzerê ku 27 salin parêzeriyê dike Mahmut Taşçi, diyar kir ku pêkanînên niha ji serdema salên 1980'an derbastir bûn. Parêzer Taşçi, ku ji sala 1985'an heta niha parêzeriyê dike, anî ziman ku piştî guhertinên di zagonê de mafê parastinê zahmet tir bû. Taçşi, da zanîn ku piştî di sala 2005'an de zagonên Înfazê hatin guhertin êdî mafê parastinê ji destê wan hatiye girtin. Taşçi, destnîşan kir ku di salên 1980'an de bêtir dikaribûn bi hêsanî parastin bikirana û wiha got: "Dema em diçûn girtîgehan li ser me lêgerîn nedikirin. Di nava girtî û parêzeran de têkilî hêsantir bû. Em dikaribûn bi komî bi muwekilê xwe re rûniştana û hevdîtin bikarana. Wê demê me qet alav û amûrên hundirê çenteyê xwe dernedixist derve. Me tenê deriyê çende vedir hundir nîşan dida û em derbas dibûn.

'Di serdema AKP'ê de pêlavê parêzeran jî kontrol dikin'

Taşçi, da zanîn ku berê di lêgerînê re derbas nedibûn, lê di serdema AKP'ê de êdî alavên hundirê çendê wan derdixin û lêgerînê pêk tînin. Taşçi bal kişand astengiyên li pêş parêzeran û wiha berdewam kir: "Piştî hikûmeta AKP'ê di zagona parastinê de guhertin çêkir, pêlavên me derdixin û li ser me lêgerînê dikin. Piştî li ser me lêgerînê pêk tînin û li hundirê çantayê me dinerin me di cîhaza X-Ray re derbas dikin. Piştî lêgerinek dijwar em derbasî hundir dibin. Berê me dikarîbû bi komî bi hemû bersûcên ku ji heman doz û dosyayê dihatin darizandin re hevdîtin bike, lê êdî ev mafê girtiyan ji destê wan derxistine. Em nikarin bi komî bi hemû bersûcên heman dosyayê re hevdîtin bikin. Ev jî mafê wan ê parastinê binpe dike. Mafê me yê bi muwekilê me re tê astengkirin. Ev pêkanin mafê bersûvan ê parastinê binpê dike.

'Pêkanîn li dijî mafê parastinê ne'

Taşçi, bilêv kir ku piştî guhertinên zagonan hem zextên li ser wan zêde bû û hem jî mafê wan ê parastinê hate astengkirin. Taşçi, daxuyand ku li tu derê cîhanê pêkanînek bi vî rengî tune û wiha daxî li axaftina xwe anî: "Em niharin hemû belge û dozyayan bidin muwekîlên xwe. Hinek belge ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tên desteser kirin. Piştî ku lêkolîn dikin û şûnde didin muwekîlên me. Ev li dijî peymana mafên mirovan e.

DÎHA (mae)