Kiryarên Tirkiyê gihandin NY û Ewropa, lê bersiv nîne
SILÊMAN EHMED
EFRÎN – Serokê Desteya Karê Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cehfer diyar kir ku wan derbarê binpêkirinên dewleta Tirk, 5 roporên amade kirin û ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon û Parlamentoya Ewrpûayê re şandin.
Serokê Desteya Karê Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cehfer derbarê bertekên wan ên li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî Kantona Efrînê, ji ANHA’yê re axivî.
Cehfer destnîşan kir ku wan derbarê binpêkirin û êrîşên Tirkiyê ên ku di vê salê de li dijî Kantona Efrînê pêk hatin, 5 rapor amade kirin û ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, Parlamentoya Ewrpûayê û sazî û rêxistinên Mafê Mirovan re şandin.
Cehfer da zanîn ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve êrîşî herêmên Rojava dike û li ser sînorê wê gelek kiryaran pêk tîne û bi vê yekê hemû yasayên navnetewî binpê dike. Cehfer got: “ Dewleta Tirk li ser sînorê Efrînê mafê mirovan binpêk dike. Ew sînor derbas dike, axa Efrînê dagir dike û daran jê dike. Ev kiryarên dermirovî û derehlaqî ne. Ew bi van kiryarên xwe hemû maf û qanûnên navnetewî binpê dike.”
Cehfer bal kişand ser sedema pêkanîna van kiryaran li ser sînorê Efrînê û ev tişt gotin: “ Ji ber neqebûlkirina avakirina herêmeke tampon li herêmê û serkeftinên ku QSD’ê bi dest xistine, ew van êrîşan pêk tîne. Ew dem dem êrîşî herêmên Rojava dike û dixwaze ku ji xwe re bihaneyekê ji bo avakirina herêma tampon bibîne.”
Cehfer got ku ew wan di amadekirina raporên xwe de, raporên ku ji Desteyên Mafê Mirovan û Tenduristiyê yên Kantona Efrînê hatin wergirtin, esas girtine.
‘Me tu bersiv negirt’
Serokê Desteya Karê Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cehfer di dawiyê de got ku wan tu bersiv ji aliyên ku rapor ji wan re şandine, negirtine. Lê belê tevî vê yekê jî ew raporên din jî a made dikin.
(dm)
ANHA