1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kizilkaya: Niha hestiyê keça min jî hiliyane
Kizilkaya: Niha hestiyê keça min jî hiliyane,kizilkaya,niha,hestiyê,keça,min,jî,hiliyane

Kizilkaya: Niha hestiyê keça min jî hiliyane

Bavê Herdem Kizilkaya ku di 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê kir, Şukru Kizilkaya, diyar kir ku ew jî di sala 1983'an de li Zindana Amedê 63 rojan di greva birçibûnê de ma û wiha got: "Daxwazên girtiyan daxwazên me ne."

A+ A-

Bavê Herdem Kizilkaya ku di 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê kir, Şukru Kizilkaya, diyar kir ku ew jî di sala 1983'an de li Zindana Amedê 63 rojan di greva birçibûnê de ma û wiha got: "Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Divê bi lezgîn ev daxwazên mirovane bên qebûlkirin. Niha êdî li gel koştê keça min hestiyê keça min jî hiliya ne."

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di 12'ê Îlonêde ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'ê ve ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokatîk hate destpêkirin, di roja 66'an de berdewam dike. Çalakgera jin Herdem Kizilkaya ku di koma ewil de di 12'ê Îlonê de li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi grevê kir jî 66 rojin di çalakiya grevê de ye. Bavê Herdem Kizilkaya Şukru Kizilkaya (62), bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û diyar kir ku ew jî di sala 1983'an de li Zindana Amedê 63 rojan di greva birçibûnê de ma. Kizilkaya, anî ziman ku 29 sal berê wî jî heman zext û zor dît û piştî 29 sal şûne keça wî di çalakiyê de ye û wiha got: "Dema ez hatim girtin Herdem salî bû. Dema ez hatim girtin her tim dihat girtîgehê ez ziyaret dikirim. Ew tu carî ji zilma li ber deriyê girtîgehê xelas nebû.

Kizilkaya, anî ziman ku ew di 12'ê Îlona 1983'an de dema li Bayirdirlikê dixebitî hate binçavkirin û girtin û wiha got: "Ez 63 rojan di îşkenceyê de mam. Me ew hovîtiya giran dît. Ez di serdema Oktay Yildiran de li Odeya hêjmar 5'an mam. Min îşkenceya gelek mezin dît. Hêj guhê min baş nabihîze. Hêj şopa lêdanê li ser bedena min heye. Ji ber ku hevsera min bi tirkî nizanîbû û bi kurdî axivî leşkeran li min xist û nenûka min rakirin. "

'Keça min moral dide me'

Bav Şukru Kizilkaya da zanîn ku keça wî ya 33 salî Herdem Kizilkaya ku piraniya emrê xwe li girtîgehê derbas kiriye wiha behsa keça xwe kir: "Herdem ewil 8 mehan grîrtî ma. Pişti serbest hateberdan Piştî serbest hate beran 2 sal şûnde bi îdîaya endama rêxistinê ye 8.5 salan li girtîgehê ma. Di sala 2004'an de serbest hate berdan. Piştî serbest hate berdan di nava BDP'e de cih girt û demek şûnde dîsa hate gritin û şandin Girtigeha tîpa M a Mîdyatê. 3 sal û nîv e keça min girtî ye û hêj doza wê bi dawî nebûye. Niha jî parastina kurdî tê qedexekirin."

'Keça min li ser piya nikare raweste'

Kizilkaya, ani ziman ku her duşem diçe dîtina keça xwe û roj bi roj keça wî li ber çavê wî dihile. Kizilkaya, da zanîn ku li gel keça wî roj bi roj dihile Serokwezîr derdikeve pêşberî Tirkiyeyê û dibêj "Şovê dikin" Ka Şova vê yekê li kuye. Goşt tev hiliya niha hestiyê keça min dihilin. Ev zarok di grevê de jiyana xwe ji dest nedin jî dê nexweşiyên din bimirin. Li gel vê yekê li şûna ku em moral bidin keça xwe keça me moral dide me."

Kizilkaya, anî ziman ku mala wan li hemberî girtîgehê ye û wekî ku li ser agir be her ji demê bîstekê derdikeve şaneşînê û li girtîgehê dinere. Kizilkaya, da zanîn ku kijan bav û dayik dema zarokên an 66 rojan birçîbe dikare xwarin bixwe. Kizilkaya, da zanin ku Serokwezîr ji bili vê yekê tu rêyên din ji wan re nehiştine û xwest ev rastî bê dîtin.

Malbata Sêvê Demîr a li Manîsayê rûdinên jî diyar kirin ku ji bo ew nêzî keça xwe ya ya li Amedê girtî ye bin hatin li Amedê bi cih bûn.

DİHA