Kişanak: Dema Davutoglu diaxivî kepçeyan Sûr xera dikir
AMED (DÎHA) - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu da û diyar kir ku dema Davutoglu di axivî kepçeyan Sûr xera dikir. Kişanak, anî ziman ku plana Davutoglu, plana xerakirin wêrankirin û talankirinê ye.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, têkildarî daxuyaniyên Serokwezîr Ahmet Davutoglu û biryarên der barê Sûrê de nirxandin kir. Kişanak, anî ziman, di sala 2012'an de bi armanca parastinê Plana Îmarê xistin rojevê û wiha got: "Ev plan a Sûrê ji bo parastina avahiyên dîrokî derxin holê û nexşeyên dîrokî yên wekî kolan, dêr, mizgeft xan û hemamên wir bûn. Em îro jî li vê planê xwedî derdikevin. Em îro jî li vê planê xwedî derdikevin. Serokwezîr vê yekê dibêje, lê di pratîkê de tiştên dijberî vê yekê dike. Sûr hêj di bin dorpêçê de ye. Xaniyên di bin dorpêçê de tên xerakirin. Ev biryara Îstîmlaqkirinê" li dijî plana îmarê ye."
Kişanak, da zanîn ku hem dibêje dê li gorî plana parastinê tev bigere û hem jî niha kepçe kolanan xera dikin û wiha berdewam kir: "Di vê plana bi armanca parastinê di sala 1952'an de sînorên kadastro esas hatibûn girtin. Wê demê hemû kolan û xanî hatibûn qeydkirin. Lê niha vê planê xera dikin. Dema Davutoglu niha li vir diaxive, kepçe li Sûrê kolanan xera dike. Berê li taxa Alipaşa û Lalebeyê planên parastinê hatibûn girtin. Lê niha çima dest jê berdan. "
Kişanak, da zanîn ku dixwaze mal û milkên welatiyan ji destê wan bigirin û wan ji wir derxin û wiha got: "Li aliyekî esnafan deyndar dikin û xizan dikin, li aliyê din warê wan xera dikin û bêwar dihêlin. Em li dijî vê pratîk û biryarê ne. Ger ku Davutoglu di gotinên xwe de samîmî be, divê xaniyên welatiyan ji nûve ava bike û nexşeya Sûrê biparêze. Tu agahî nedan me û plan çêkirin. Dîsa Serokatiya Qada Mîrateya Çandê ya UNESCO tev li vê biryarê nekirin.
'Tu dê ji kêre xanî çêke'
Kişanak, da zanîn ku li warên ku plana parastinê lê tune qereqolan ava dike û wiha bertekên xwe anî ziman: "Kolan û xanî tên xerakirin. Li dijî pîvanên UNESCO aloz tên rokirin. Pratîk û gotinên wan li dijî hevin. Ji ber vê yekê em ji gotinên wan bawar nakin. Me tev li biryarê nakin. Ji ber ku me dê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidana. Li kolana Gazî bi dehan maşîneyên kar xera dikin. Ez dibêjim ev yek cehaletî ye. Hem dibêjin em mirovan ji xaniyên wan dernaxin. Hem jî xaniyên wan xera dikin. Îstîmlaqkirin biryara desteserkirine ye."
(mae)