Kişanak: Divê Ocalan serbest be
Kişanak: Ger ku pirsgirêk bi muzakereyan çareser bibe divê Ocalan serbest be
ALPER ATALAY/EMİNE ALTINKAYA Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan tê meşandin li tu deverê cîhanê pêk nayê. Ger ku dê muzakere pêk bên, divê Brêz Ocalan serbest bê berdan. Ger ku dê pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin, divê muxatabê pirsgirêkê Brêz Ocalan bê berdan û operasyon bi dawî bibin. Ger ku Erdogan şertê çekberdana PKK'ê bixwaze wê demê aştiyê naxwaze şer dixwaze."
Hevseroka Giştî BDP'ê Gultan Kişanak, beriya biçe DYA'yê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 1'ê Gulanê, operasyonên li herêmê û mijarên sereke yên di rojevê de nirxandin. Kişanak, bal kişand ser gotina Serokwezîr Erdogan a 'Ger ku PKK dest ji çekan berde dê operasyon rawestin' sekinî û wiha got: "Ev tê wateya nexwestina aştiyê. Ev şerxwazî ye. Ev nayê qebûl kirin."
Kişanak, li ser pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê jî rawestiya û wiha got: "Li Tirkiyeyê karkerên kurd û tirk daxwazên xwe yên kedê di asta herî jor de tînin ziman. Dema ku em îsal li 1'ê Gulanê dinerin wekî kurdan hemû karkerên Tirkiyeyê di bin zilmê û tundiyê de dijîn. Karker tên kuştin, mafê wan ê aborî, civakî, ewlehî û tenduristiyê tê binpêkirin. Mafê wan ê rêxistinî û kedê tê binpêkirin. Tu mafê wan nayê parastin. Li Tirkiyeyê aborî biçûk dibe û ewlehiya karkeran namîne. Mafê karkeran ji destê wan tê girtin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de hêjmara karkerên ji kar hatine avêtin û karkerên di qezayê kar de jiyana xwe ji dest dane ji her demê bêtir e. Em wekî BDP'ê bi tevlêbûnek xurt û bi hêz tev li pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibin û piştgiriyê bidin karker û kedkaran."
'Li dijî Brêz Ocalan polîtîkaya rehîneyê tê meşandin'
Kişanak, anî ziman ku li dijî Rêberê PKK'ê Ocalan polîtîkaya rehîneyê tê meşandin û wiha pêde çû: "Li aliyekî tecrîd, li aliyekî operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin. 1'ê Gulanê dê bibe bersîva vê yekê.
Jin dê konê girevê ava bikin
Kişanak, bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha bilêv kir: "Jin dê bi hêzek mezin tev li pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibin. Hemû jinên karker ên li mal, kolan, kargerî û hemû kadên cîhanê ji bo mafê xwe biparêzin dê tev li çalakiyan bibin. Divê jin bi coşa herî mezin mafê xwe biparêzin. Jin dê di 1'ê Gulanê de konê giervê vedin û li qadan têbikoşin."
'Ocalan, Qandîl û BDP ji bo çareseriyê amade ye'
Kişanak, li ser pêvajoya çareseriyê jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger ku AKP dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê nûnerên gelê kurd muxatab bigire. Ger ku hewldanek çareseriyê hebe kurd amade ne. Hemû daxwazên kurdan û muhatabê kurdan diyar e. Brêz Ocalan, Qandîl û BDP ji aştî û çareseriyê re amade ye. Ger ku hikûmet dixwaze pirsgrêkê çareser bike divê bi Ocalan re diyalog û muzakereyan dest pê bikin û ji bo vê yekê jî Brêz Ocalan serbest bê berdan. Cihê ku Ocalan muhatab neyê girtin çareseri pêk nayê. Her kes baş dizane ku Ocalan Serokê Gelê Kurd e. Tecrîdek giran li ser Brêz Ocalan tê meşandin. Divê berî her tiştî şert û mercên Ocalan bên başkirin û rastkirin."
'Bi çekberdana PKK'ê pirsgirêk çareser nabe'
Kişanak, bal kişand ser banga Serokwezîr Erdogan a çekberdana PKK'ê û wiha pêde çû: "Serokwezîr Erdogan dibêje 'Ger ku PKK dest ji çekan berde dê operasyon rawestin' Lê ev wisa nabe. Ev tê wateya nexwestina aştiyê. Ev şerxwazî ye. Ev nayê qebûl kirin. Ev daxwaza Serokewzîr Erdogan komkujî ye."
'Me ji bo hevdîtina Ocalan serî li Wezareta Dadê daye'
Kişanak, destnîşan kir ku wan ji bo hevdîtina bi Ocalan re berê serî li Wezareta Dadê daye û dixwazin ji bo çareseriyê û rê li pêş pêvajoyê vekin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Divê şert û merên me yên ji bo hevdîtina li Îmralî ya bi Brêz Ocalan re bê çêkirin."
(mae)