Kişanak: Em dixwazin naveroka 'Makaqanûnek çawa?' dagirin
Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê, bi beşdariya nûnerên rêxistinên jin û Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak "Komxebata Jinan a Makeqanûnê" pêk anî. Kişanak, anî ziman ku jin dê gotina xwe bêjin û naveroka "Makaqanûnek çawa?" dagirin
Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Stenbolê, li ser biryara civîna kanûnê ya li Amedê pêk anî, bi beşdariya nûnerên rêxistinên jin û Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak "Komxebata Jinan a Makeqanûnê" li Odeya Tabîban a Stenbolê pêk anî. Di komxebatê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel, Sevahîr Bayindır, Prof. Fatma Gok, Midûra Karên Nivîsan a Rojnaneya Gunlukê Fîlîz Koçalî, Cîgira hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Seroka KA-DER'ê Çîgdem Aydin, Prz. Melek Taylan, Seroka Sendîkaya Karkerên Konûtan Nebîle Irmak Çetîn, Nivîskar Ayşegul Devecîoglu, Prof. Ayşe Candaş û gelek nûnerên saziyên jin amade bûn.
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ya girîng hêzên civakî makeqanûnek çawa dixwazin e. Kişanak, anî ziman ku ew dixwazin hemû beşê civakê tev li xebatên amadekariya makeqanûna nû bikin û makeqanûna ku her kesî hembêz bike û pirsgirêkên her kesî çareser bike saz bikin. Kişanak, anî ziman ku ji ber benda li hemberî partiyên siyasî, hilbijartin ne demokratîk in û vîna Tirkiyeyê û her wiha vîna jinan di meclîsê de nayê xuyakirin. Kişanak, daxuyand ku parlemento qet jinan temsîl nake û wiha axivî: "Ev makeqanûn ne demokratîk e. Nûnertiya her kesî nake. Ji bo nûnertiya hemû civakê bike û mafê her kesî biparêze em dê di nava hewldanan de min. Êdî jîn jî dê dengê xwe bihind bikin. Dema ku jin gotina xwe bêjin û mudaxaleyî pêvajoyê bikin hatiye. Jin dê bi rêxistinbûnaxwe û vîna xwe naveroka "Makeqanûnek çawa?" tijî bikin. Êdî em dibêjin em jî hene û em perçeyekî vê jiyanê ne."
'Bila 28 xalên makeqanûnê ji nûve bên nivîsandin'
Seroka KA-DER'ê Çigdem Aydin jî nerînên xwe yên li ser xala "Divê di makeqanûna nû de hukmên derbarê jinan de çawa bin?" anîn ziman û diyar kir ku divê 28 xalên makeqanûnê bên guhertin. Aydin wiha got: "Divê hemû xalên ku azadiya mafên bingehîn asteng û bi sînor dike ji kok ve bên guhertin. Divê xalên ku cudakariya ziman, çand, nasname, reng, ol û zayendê dikin tev bên guhertin. Divê xalên ku mafên zarokan û jinan diparêzin bên zêdekirin.
'Em tên derkirin'
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir jî anî ziman ku ew di vê pêvajoyê de tên derkirin û wiha got: "Ev makeqanûn li ser serdestî û îxtîdarê hatiye avakirin. Ev makeqanûn edalet û wekheviyê naparazê divê makeqanûna nû edelat û mafê her kesî wek hev biparêze. Divê cudakariyê nexe nava tu kes, civak, ol, reng û nasnameyan.
'Divê kesên jiyana hevpar dixwazin di nava peymanê de cih bigrin'
Endama Kolektîfa Femînîstên Sosyalîst Gulfer Akkaya jî diyar kir ku kesên dixwazin ji bo ku bi hev re bijîn bêjin erê divê di navê vê peymanê de cih bigirin û wiha got: "Mekezagone heyî hemû Tirkiyeyê hembêz nake. Ji ber vê yekê divê biavêjin çopê." Akkaya nêrînên xwe yên ji bo pêvajoya makezagona nî çawabe anîn ziman û wiha pê de çû: "Hinek dê biaxivin û hinek jî dê bîne ber me. Li vî welatî tirkên spî makezagonê dinîvîsin. Di nav wê ekîbê de tenê jinên ji bo patronan dixebitin nebin. Di makezagone heyî de zimanê ku me hemûyan bibine tuneye. Divê di makezagone nû de zimanekî me hemûyan di ne xwe de hembêz bike hebe."
'Divê pêşiya hemû cudakariyên li hemberî jinê bên girtin'
Akkaya anî ziman ku rêgeza yekemî divê cudakariya pozîtîf bê qebûlkirin û wiha axivî: "Divê di her madeyê de cudakariya pozîtîf ya jinê hebe. Ji ber ku di makezagonên heta niha hatine nivîsandin de madeyên li hemberî jinê tenê cudakariyên negatîf hebûn. Divê bi taybet jin û malbatê ji hev cuda bike. Divê hemû cudakariyên li hemberî jin ji holê rakin."
DÎHA (ft/mae)