1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kişanak: Ger ku AKP komkujiya Parîsê ronî nek berpirsyar AKP’ ye
Kişanak: Ger ku AKP komkujiya Parîsê ronî nek berpirsyar AKP’ ye,kişanak,ger,ku,akp,komkujiya,parîsê,ronî,nek,berpirsyar,akp,ye

Kişanak: Ger ku AKP komkujiya Parîsê ronî nek berpirsyar AKP’ ye

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di derbarê geşedanên li Serêkaniyê, ambargoya li ser Rojava, qetilkirina 3 jinên Kurd û binpêkirina mafên karkeran axivî.

A+ A-

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di derbarê geşedanên li Serêkaniyê, ambargoya li ser Rojava, qetilkirina 3 jinên Kurd û binpêkirina mafên karkeran axivî. Kişanak anî ziman ku, di serdema AKP'ê de koletiya fermî zêde bûye û ked ketiye bin piyan. Kişanak destnîşan kir ku, çete bi destê Tirkiyeyê diçin Serêkaniyê li dijî kurdan şer dikin û xwest hikûmet dest ji vê helwestê berde. Kişanak bal kişand ser Omer Gunay û anî ziman ku, ger hikûmeta AKP'ê Omer Guney kiye û têkiliya wî li ser çi esasî bi kêre pêş dikeve ronî neke berpirsyarê qetilkirina Parîsê AKP ye.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanakê di civîna koma partiya xwe de li meclisê geşedanên hefteyê nirxand. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bal kişand ser qezayên dawî û diyar kir ku, di vê serdema ku teknolojî û derfet zêde bûne de qezayên ku pêk tên ji ber sersariya hikûmetê pêk tê. Kişanak anî ziman ku, ji ber venêrtî nayê kirin û detbîr nayên girtin ev qeza pêk tê. Kişanak qezayên ji ber Gaza Xwezayî jî rexne kir û xwest zagonê detbîrê bên amadekirin.

‘ZAGON KEDÊ BINPÊ DIKE SERMAYEDARAN DIPARÊZE’

Kişanak bal kişand ser rewşa karkeran û da zanîn ku, di 2012'an de 420 karker ji kar hatin avêtin û mûçeyê wan tê desteserkirin. Kişanak anî ziman ku, zagon mafê kedê naparêze û sermayedaran diparêze. Ji ber vê yekê rê li pêş sendîkavaniyê digire. Kişanak da zanîn ku, hikûmet li dijî kedê piştgirî daye sermayedaran. Kişanakê destnîşan kir ku, ked ji bo wan nirxê herî pîroze û dê her tim piştgiriyê bidin kedkar û karkeran. Kişanak berxwedana kedkar û karkeran silav kir û destnîşan kir ku, dê her tim li cem wan cih bigirin. Kişanak madalyaya serkeftinê ku hikûmetê dan fîrmaya sermayedaran jî rexne kir.

‘KED DI BIN ÊRÎŞEK MEZIN DE YE’

Kişanak destnîşan kir ku, li Tirkiyeyê ked di bin êrîşek mezin de ye. Kişanak bilêv kir ku, Tirkiye di qada cînayetên kar de di cîhanê de di rêza yekem de cih digire û wiha got: "Di meha destpêkê a Çileyê de 11 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan. Di mitînga Zonguldakê de 10 hezar kes kom bûn û li mafê xwe xwedî derketin. Kongreya Gelan ya Demokratîk jî tevlî vê mîtîngê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Em beşdarê mîtîngê silav dikin û piştgiriya xwe didin wan. Em dibêjim lazim e ku bêtir dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin."

‘DI SERDEMA HIKÛMETÊ DE KOLEYÊN FERMÎ PÊŞ KET’

Kişanak bal kişand ser fîrmayên emeleyan û wiha got: "Ji bo mafê karkaren binpê bikin û karkarên bêrêxistin bikin pêş dikeve. Di serdema hikûmeta AKP'ê de ev fîrmayên paletiyê pêş ketin. Şîrket ji bo bi heqekî erzan û bi kedek zêde karkeran bidin xebitandin bi piştgiriya AKP'ê vê qadê mezin dikin. Di serdema AKP'ê de hêjmara karkerên emele 4 qat zêde bûne û hêjmar gihiştiye 4 milyon û nîve. Ji ber ku karkerên emele ji hemû mafê xwe bêparin wekî koleyên fermî dixebitin. Sîgorta wan tuneye. Keda wan erzane. 4 qat dixebitin. Erzan dixebitin. Em dê ji bo parastina mafên karkerên emele têbikoşin. Em dibêjin têkoşîna we têkoşîna me ye."

'ÊRÎŞA LI HEMBERÎ ERMENIYAN ŞERMA TIRKIYEYÊ YE'

Kişanak bal kişand ser semta Samatya û qetilkirina jinên ermenî û wiha got: "Êrîşên li dijî jinên ermenî yên Semta Samatya ya Stenbolê pêk tên bi zanebûn û planin. Li gorî rapora Mafên Mirovan, ev êrîşên nefretê ne. Bi plan tên kirin. Kişanak da zanîn ku, 5 jinên ermenî yên pîr rastî êrîşê hatin û jina ermenî ya 84 salî Marista Kuçuk hat qetilkirin.

Meh û nîveke li dijî ermeniyan êrîş bi rêk û pêk tên kirin. Lê heta niha walî midûrê polîsan di derbarê vê yekê de lêpirsînek nekiriye û êrîş ronî nekiriye. Ev ji bo Tirkiye şerma herî mezine. Ger ku em nikaribin welatiyên xwe yên ermenî biparêzin ev ji bo me şerme. Divê her kes welatiyên ermenî hembêz bikin. Em heta dawî li cem welatiyên xwe yên ermenî ne û em dê heta dawî li cem wan bistînin. Em dê tu carî wan tenê nehêlin."

‘CHP VÊ FERASETÊ MEHKUM NEKE DÊ TÊK BIÇE’

Kişanak bêyî nav bide axaftina Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler rexne kir û diyar kir ku, ev daxuyanî nijadperestî ye. Kişanak anî ziman ku, gotina 'kurd û tirk ne wekhevin' nijadperestî ye. lê li hemberî vê yekê helwesta CHP'ê li hemberî parlamenterê nehatiye guhertin û wiha got: "Em vê yekê wekî nêzîkatiya kesekê nabînin. Ev gotin li meclisê hatiye kirin. Hişmendiya CHP, hikûmetê û dewletê dide nîşandan. Ev hişmendiya sedsalan a nijadperetiye ye. Ev hişmendiya ku her tim ji bo civakê jahrînî bike tê bikar anîn niha li meclisê tê bikar anîn û helwesta hikûmetê û CHP'ê li hemberî vê yekê nehatiye guhertin. Divê berî her tiştî ev feraset bê mahkumkirin û hikûmet û dewlet bi vê ferasetê re bên rûqalî hev." Kişanak, CHP ji hişyar ki rû xwest helwesta xwe ya li hemberî nijadperestiyê biguhere û vê fearestê mehkum bike. Kişanak, anî ziman ku ger vê feraseta nijadperestiyê mehkum neke dê têk biçe.

'WELATIYÊN TIRKIYEYÊ JI ÇARESERIYÊ RE AMADE YE, LÊ SIYASET NE AMADE YE'

Kişanak anî ziman ku, ger li Tirkiyeyê aqil, wijdan, edalet, wekhevî û rastî tune be tiştek nayê kirin û wiha berdewam kir. "Divê êdî niqaşa wekheviya mafan bê kirin. Dê hemû bawerî, reng, ziman, nasname û nirxên Tirkiyeyê xwedî yek maf bin ya na. Dê kurd, suryanî, elewî, sûnî, tirk, çerkez xwedî yek maf bin ya na. Hûn ji mafên wekhev re amade ne yana. Ger ku hûn bi mijarê li ser bingeha wekheviya magan nîqaş bikin hûn dê bigêjin encamekê. lê ger ku hûn li ser hişmendiya serdestiya nijadekê û yek ziman, yek çand yek ol û yek nasname niqaş bikin hûn nagêjin tu encaman.

Li Tirkiyeyê hemû nasname, reng, bawerî û ziman hurmetê nîşanî hev didin. Lê siyaseta Tirkiyeyê û dewlet ji vê yekê re ne amade ye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî hikûmet û hişmendiya yekdest û nijadperest xwe rast bike û amade bike. Divê êdî ev niqaş bê meşandin û guhertinên zagonî bên kirin."

Kişanak ji AKP û CHP'ê xwest polîtîkayên xwe yên nijadperetiyê di ber çavan re derbaz bike û xwe ji bo jiyana wekhev, azad û bi edalet amade bikin.

KIŞANAK: HIKÛMETA TIRKIYEYÊ ÇETEYAN DIŞÎNE SERÊKANIYÊ

Kişanak bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê piştgiriyê dide çeteyên li Sûriyeyê.

Kişanak da zanîn ku, polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî kurdan pir xeterin û wiha axivî:"Serêkaniyê bi sînor bûye du perçe û bi hev ne. Di 9'ê çile de hêzên Esad li gundekî Serêkaniyê bombe barandin û piştî vê yekê di navbera hêzên Rejîma Esad û YPG'ê de pevçûn derket û di heman rojê de Çeteyên Çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve şandin Binxetê û li dijî YPG'ê şer dan destpêkirin.

Kişanak anî ziman ku, li Serêkaniyê hêza Esad tune û YPG, Meclîsa Gel heye û wiha berdewam kir: "Tirkiye ji bo Serêkaniyê dagir bike ji Serêkaniya ser xetê çeteyan dişîne bin xetê. Li hemberî vê yekê medya vê mijarê ronî nake. Medya Tirkiyeyê van geşedanên ku ji aliyê Çeteyên çekdar ve peş dikevin naşopîne. Ambulansa 212 diçe binxetê birîndarê çeteyan tîne. Lê çapemeniya Tirkiyeyê vê yekê nabîne. Divê her kes vê rastiyê bibine. Dibê her kes li hemberî vê rastiyê dengê xwe bilind bike.

'ROJAVA WEKÎ XAZEYÊ DI BIN AMBARGOYÊ DE YE'

Kişanak anî ziman ku, Nexweşxaneya Dewletêya Serêkaniyê bi taybet ji Çeteyên Çekdar re dixebite û deriyê xwe li welatiyên sivîl girtiye. Kişanak anî ziman ku, niha li Rojava li 7 bajaran hêzên Esad tuneye û hemû di destê meclisa gel de ye û wiha berdewam kir: "Li 7 bajaran gelê Kurd hêzên esad defin kiriye. Rejima Esad hêza xwe ji wir paşve kişandiye. Ev serkeftine. Ji bo Komara Demokratîk ewlehiye. Divê ev pergal bê parastin û bê xurtkirin. Lê gelê herêmê wekî Xazeyê di bin ambargoyê de ye. Li gel ku 12 deriyê sînor heye jî dîsa derî li bazirganiyê hatiye girtin.

Hemû alîkariya lojîstîk û çekan ji hêzên Çeteyên çekdar re tên kirin. Lê ji bo gelê rojava alîkariya mirovahî nayê kirin. Ev nayê qebûl kirin. Heta niha me ev mijar bi hikûmetê re hiqaş kir û me xwest çareser bibe. Lê ger ku em di hevditinê de encamê bi dest nexin em dê wekî gel însiyatîfa xwe bikar bînin. Ji bo ambargo rabe em dê însiyatifa xwe bikar bînin. Divê teqez ev ambargo bê rakirin û piştgiriya li pişt çeteyan paşve bikşînin.

‘JI BO PIŞTGIRIYA ROJAVA HER KES BEŞDARÎ MÎTÎNA 3'Ê SIBATÊ YA WÊRANŞARÊ BIBIN'

Kişanak anî ziman ku, ji bo ambargo bi dawî bibe di nava hewldanên dene û xwest her kes piştgiriyê bidin wan. Kişanak da zanîn ku, dê di 3'ê Sibatê de li Wêranşarê di pêşengiya meclisa jinê de ji bo piştgiriya Rojava mîtîngê pêk bînin. Kişanak bang li her kesî kir û xwest ji bo piştgiriya gelê Rojava tevlî mîtîngê bibin. Kişanak bang li çapemeniya Tirk û hemû cemaweriya Tirkiyeyê kir û xwest rastî û geşedanên li Serêkaniyê û Rojava rast û ji nêz ve bişopînin û piştgiriyê bidin wan."

'DIVÊ HIKÛMETA AKP'Ê OMER GUNEY KÎ YE, RONÎ BIKE'

Kişanak li ser Omer Guneş jî axivî û wiha got: "Divê hikûmeta AKP nasname, rol, têkiliya Omer Guney ronî bike. Omer Guney kî ye. Têkiliya wî li ser çi esasî bi kê re heye. Bi destê kê ew qas çar hatiye Tirkiye û derketiye. Divê hemû têkiliyên wî bi cemaweriyê re bên parvekirin. Hikûmetê ji bo ronîkirna Parîsê heta niha çi kir. Kî lêpirsînê dike. Çi kirine. Divê heta niha çi kirine û çi nekirine cemaweriyê ronî bikin. Ger ku heta niha tiştek nehatibe kirin wê demê hûn jî bersûcin. Em ji hikûmheta AKP'ê agahiyên ronîkirinê dixwazin. Heta niha hikûmeta AKP'ê li hemberî vê geşedanê tu daxuyaniyên fermî nekir. Em ji hikûmetê ronîkirinê dixwazin".

ANF