Kişanak: Ger ku hikûmet samîmî be dê komkujiya Parîsê ronî bike
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna koma BDP'ê de diyar kir ku qetilkirina li hemberî 3 jinên kurd pêk hatiye li hemberi gelê kurd û tevgera azadiya jinê pêk hatiye.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna koma BDP'ê de diyar kir ku qetilkirina li hemberî 3 jinên kurd pêk hatiye li hemberi gelê kurd û tevgera azadiya jinê pêk hatiye. Kişanak, bang li hemû beşên civakê kir û xwest roja Pêncşemê li Amedê bi awayekî herî girseyî beşdarî merasima cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd bibin. Kişanak, bang li hikûmetê jî kir û xwest samîmîyeta xwe di merasima cenaze de nişan bide û rê li pêş azdengî, alozî û provakasyon bigire. Kişanak, da zanîn qetilkirina 3 jinên kurd bi agahiya hikûmeta Tirkiye û Fransa pêk hatiye û ger Franva vê komkujiyê ronî neke ew dê berpirsiyarê vê yekê be. Kişanak, anî ziman ku ev êriş li dijî aştî, gelê kurd û hewldanê Îmraliyê ye.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di koma BDP'ê ya meclîsê de hemû axaftina xwe ji qetilkirina 3 jinên siyasetmedar en kurd re veqedant. Kişanak, sersaxî ji hemû gelê kurd, tevgera jinên azad û kesên aştîxwaz û demokratxwaz xwest. Kişanak, diyar kir ku 3 jinên siyasetmedar ên kurd ji bo demokrasî, aştî û azadiyê têdikoşiyan û wiah got: "3 jinên kurd bi awayeki hovane hatin qetilkirin. Di şexsê 3 jinên kurd de xwestin tevgera azadiyê ya jinê qetil bikin. Xwestin kesên ji azadiya jinê bawer dikin qetil bikin. Ev komkujiyek hovane û polîtîk e. Sakîne Cansiz keça Dêrsime ya Asî bû. Piştî qatilkirina Dêrsimê keçek serbilind û şoreşger bû. Tu atengiyan ew ji evîna azadiyê venegerand. Ji têkoşîna azadiyê bawer kir û li hemberî qatîlan û komkujiyan serî netewand. Li Zindana Amedê li hemberî îşkenceya heri hov û xedar seri netewand û li hemberî îşkenceya herî giran di ber xwe da. Li hemberî celad û qatîlan, dersa mirovahiyê da îşkencevanan. Çespand ku mirovahî li hemberî îşkenceyê têk naçe. Li hemberî hemû îşkenceyên giran gav bi paşve neavêt û tu carî heviyên xwe neşkand. Her tim hêvî da hevalên xwe û moral da wan. Her tim got em mafdar in em dê bi ser bikevin. Her tim got ew qatil in û ew dê têk biçin. Tu carî heviyên xwe yên ji bo aştî, azadî û edaletê winda nekir. Wekî Seyît Riza, li hemberî lîstikvanên li dijî heviyê kemin tabû têkoşîn da û hat qetilkirin. Seyît Riza jî dema tevgera Dêrsimê dest pê kir hat qatilkirin û ew jî niha hat qetilkirin. Sakîne jî heta sanî û deqeya dawî li hemberi tu celad û îşkencevanan serî netewan û bila ev ji were bibe dert. Sakîne şoreşger û peqrewan bû. Lê ji ber ku qatil bi qasî ruyê xwe veşêrin tirsonek bûn. Di dîrokê de dê her tim bên nahletkirin. Îro kes li Esad Oktay xwedî dernakevin. Lê dê her kes li Sakîne xwedî derkevin û dê dîrokê binivîse."
'Di şexsê Fîdan Dogan de dîplomasiya kurd qetil kirin'
Kişanak, da zanîn ku Fidan Dogan jî li ewropayê mezin bû û li wir tev li siyasetê bû û karê dîplomatik bû. Kişanak, anî ziman ku Fidan beşdarî konferansan û xebatên siyasetê bûn û wiha got: "Li Buroya Enformansiyonê ya Kurdistanê ya Parîsê xebat meşand. Fîdan Dogan Nûnerê KNK'ê yê Firansê bû. Têkoşina demokratîk dimeşand. Xwest bibe ziman û ramana gelê kurd. Xwest bibe dengê gelê kurd. Kesên ku dixwazin dengê gelê kurd li cihanê qut bikin ev komkujî pêk anîn. Dîplomatek pir jîr û jêhatî bû. Xwestin bi qetilkirina dîplomata kurd dengê kurdan û jina kurd qut bikin. Lê tu kes nikaren vê yekê bi ser bixin. Bi qetilkirina Fidan dîplomasiya kurdan qetil kirin. Em 3 hevalên xwe. 3 jinên xweşik bi rûmet û hurmet bibîr tînin. Ji malbat dost û hogirên wê sersaxiyê dixwazin. Ji hemû kesên ji aştî, çareserî û demokrasiyê bawer kir, ji hemû jinên ji têkoşîna azadiyê bawer kirin sersaxiyê dixwazin. "
'We em hiştin û hûn çûn'
Kişanak, da zanîn ku hemû mirin bê dem im, lê tu carî mirin li 3 hevalan nehat û wiha axivî: "We em hiştin û hûn çûn. Em dê we oxirî rêya bêdawî bikin. Em dê we di textê dilê xwe de bi cih bikin. Hûn dê êvarî çarşemê li Amedê bû. Gelê me yê Amedê dê we di dilê we de hembêz bike. Dê roja pêncşemê bi hurmet silav bike. Dê înê jî em dê Sakîne li Dêrsimê, Fîdan li Gurgumê û Leyla jî li Mêrsînê bi girseyî defin bikin. Em dê bi hemû saziyên sivî, parlamenter, rêxistinên demokratîk tev li merasimê bibin û li Amedê wan pêşwazî bikin û oxir bikin. Divê hemû kesên dibêjin ez mirovim. Aştiyê dixwazin, azadiya jinê dixwazin divê tev li vê merasimê bibin."
'Divê hemû kesên ji aştiyê bawer dikin pencşemê li Amede tev li merasimê bibin'
Kişanak, bang li her kesî kir û xwest hemû kesên ji aştiyê bawer dikin ji tev li vê merasimê bibin û peyvira xwe bi cih bînin û got: "Divê hemû kesên hi pişt vê pêvajoya hevdîtinê û aştiya mayinde divê wê rojê tev li merasima Sakîne, Fidan û Leyla bibin."
Ev êrîş li dijî gelê kurd e'
Kişanak, anî ziman ku ev êrîş li dijî gelê kurd, tevgera azadiya jinê û hevdîtina li Îmraliyê ye. Kişanak, da zanîn hemû kesên li hemberî vê êrîşê derdikevin pêwiste bi tevlêbûna herî girseyî tev li merasime bibin û dersê bidin êrîşkaran. Kişanak, bang li hikûmet û rayedarên dewletê kir û xwest samîmiyeta xwe aşkere bikin. Kişanak, dazanîn ku di ezmûnaü yekem de serkeftî derbas nebûn û li ber çavan li Parîsê qetilkirin pêk hat. Kişanak, xwest ji bo di desta samîmiyetê re derbas bibin hurmetê nîşanî vê merasimê bidin û vê êşê parve bikin û roja Pêşncemê hemû Tirkiye bibe yek dil û bersîvê bidin êrîşkaran. Helwesta xwe ya dîrokî nîşan bidin. Divê hemu kesên tev li merasima cenaze bibin û nebin helwesta xwe ya li dijî kujeran bînin ziman.
Li Parîse hemû bejên civakê tev li merasimê bûn
Kişanak, anî ziman ku ew li Parîsê tev li merasima cenaze bûn û wiha got: "Ne tenê kurd, hemû beşên civakê tev li merasimê bûn û hemû kesî ev qetilkirin şermezar kir. Divê êdî li Tirkiyeyê jî hemû beşên civakê tev li merasimê bibin. Divê aliyê hikûmetê jî neketevin hewldanên provakasyonan."
'Ger ku Fransa vê qetilkirinê ronî neke ew jî perçeyê vê yekê ye'
Kişanak, da zanîn ku ew mirov û nûnerê berxwedan, raperîn, siyaset, aştî û demorisyê bûn û xwest her kes hurmetê nîşanî vê êşê bidin û destur nedin tevliheviyan. Kişanak, xwest her kes astengiyan dernexin û wiha got: "Hêza Firansayê heye ku vê qetilkirinê ronî bike û ger ku Firansa vê qetilkirinê ronî neke ew jî berpirsiyar e. Ji bo ronîkirina vê bûyerê yekemin Fransa berpirsiyar e. Bi qasî Fransa Tirkiye jî berpirsiyarê vê yekê ye. 3 jinên hatin qetilkirin welatiyên Tirkiyeyê ye. Ger ku Tirkiye li hemberî qetilkirina 3 welatiyên xwe bêdeng be, wê demê em nikarin ji dewleta Tirkiyeyê re bêjin dewlet."
Kişanak, da zanîn ku hemû geşedan li ber çavan pêk hatiye û tiştekî veşari tune. Kişanak, da zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê di 28'ê Îlona 2012'an de bang li Almanya û Fransaye kir û got nunerên rêxistinê li wir tûran davêjin û kes dengê xwe nake û wiha lê zêde kir: "Buroya îstîxbaratan daxuyani dide û dibêje hûn neheqiyê li me dikin û me hemûyan dixopînin. Serokwezîr Erdogan di daxuyaniyê de 5'ê Mijdara 2012'an de diyar dike ku Sakîne Cansız li Parîsê ye. Vê yekê ji Frarsayê de dibêjin. Sakîne Cansiz li Fransayê gav bi gav di bin kontrola îstîxbarata Tirkiye û Fransayê de bû. Ger ku bixwaztana dikaribûn ev kuştin asteng bikirana. Yê hewldana şopandina endamên PKK'ê daye destpêkirin Hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr bi xwe ye. Ji ber vê yekê bila agahiyan aloz neke û hişan tev li hev neke. Ger ku dirust bin wê demê divê komkujiyê ronî bikin. "
Daxuyaniyên AKP'ê xizmeta çareseriyê nake
Kişanak, da zanîn ku daxuyaniyên hikumetê yên piştî vê qetilkirinê xizmeta pêvajoyê nake û çapemeniyê araste dike. Kişanak, anî ziman ku ew kesî teşîr nake û naxwazin ku rê li pêş ronîkirina qetilkirinê bikin. Kişanak, da zanîn ku ew bawer dikin ku Tirkiye û Firansa di nava tifaqê de ye û wiha got: "Îro Tirkiye ku muqatab qebûl kir Brêz Ocalan tam 13 salin di bin tecrîda giran de ye. Ger ku nêta Brêz Ocalan tunebûya ev hevdîtin qebûl nedikir. Li gel hemû lîstikan dîsa Brêz Ocalan her tişt da ber çavan û disa hevdîtin qebul kir. Pergala Îmraliyê xefika li hemberî hewldanên çareserî û aştiyê ye. Lê li gel vê kemîn û xefikê Brêz Ocalan zor li hemû şert u mercan kir û bi têkoşînek mezin ev kemin hemû vala derxistin. Kesên îro kemîn li pêş Seyît Riza danîn Tirkiye 100 salan paşve kiştin. Niha jî kesên kemînan li pêş Ocalan vedikin, dixwazin dîsa Tirkiyeyê 100 salan bi paşve bibin. Niha pirsgirêka ku bûye kuştina hezaran ciwanan heye. Divê ev pirsgirêka ku bûye sedema hezaran ciwanan êdî bê çareserkirin. Em li pey hevdîtina li Îmraliyê ne. Em dibêjin dereng maye û divê berdewam bike. Li ser vê axê ereb, kurd, tirk, suryanî, ermenî û gelên dîrokî di nava hevde jiyan û heta îro hatin. Îro li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn gelê kurd xwedî nifûsa herî zêde ye. Divê yekîtî pêş bikeve û mafê wan bê dayîn."
'Kesen vê pirsgirêkê çareser bikin dê bibin leheng'
Kişanak, helwesta Erdogan ji rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku em dê behsa Ahmetê Xanî, komkujiya Dêrsimê û îşkenceya zindana Amedê bikin wê demê divê em samîmî û ji dil bin. Kesên vê pirsgirêkê çareser bikin dê bibin leheng. Kî vê pirsgirêkê çareser bikin dê her kes li pişt wan be û piştgiriyê bidin wan. Divê êdî her kes ji bo aştî û demokrasiyê tev bigerin. Êdî pêdiviya wî welatî ji aştî û demokraiye heye. Ez disa ji hemû gel sersaxî dixwazim. Em dê li doza wan xwedî derkevin û li ser vê axê aştiyê pêş bixin."
DİHA