Kişanak: Kurdistana Xweser Divê
AMED (DÎHA) - Di pîrozbaniya Newroza Amedê ku ji aliyê KCD'ê û BDP'ê ev bi dirûşmeya "Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî azadî" hate organîzekirin hêjmara girseyê gihişt milyonekê. Herikandina qada Newrozê didome. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan kişanak hîtabî milyonek kes kir û diyar kir ku Komara Demokratîk ancak bi Kurdistana Xweserk a Demokratîk pêkan e.
Herîkan gelê Amedê ber bi Qada Newrozê ve berdevam dike û girse gihişte milyonekê. Bi hezaran posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li qadê hatin vekirin. Ji ber girse gelek bû nokteyên ji bo lêgerîn hatin dayîn hatin rakirin. Di qadê de gelek sloganên "Bijî serok Apo" tên berzkirin. Di çarçoveya pîrozbahiyan de yekemîn Koma Nergizê Botanê û hûnermend Hemid Diyana derketin der dikê. Pişt re Koma Mahabad girse bi staranên xwe çoşand. Piştî axaftin Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk sînevîzyona ji axaftina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a têkildarî Newrozê de hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û pişt re jî Gultan Kişanak axivî.
'HPG'iyên li Çewlîk û Şirnexê jiyana xwe ji dest dan Şehîdên Newrozê ne'
Piştî Baydemîr Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axaftinek kir. Kişanak, di axaftina xwe de endamên PKK'ê yên di dema dawî de di operasyonan de jiyana xwe ji dest dane wekî Şehîdên Newrozê îlan kir û wiha got: "Lehengiya wan dê rojekê teqez aştiyê ji vî welatî re bîne" Kişanak, anî ziman ku gelê kurd di têkoşîna xwe ya demokratîk de bi israr e û pê de çû: "Lê hinek hêj bi planên tasfiyeya têkoşîna gelê kurd tevdigerin. Lê hêza wan kesan tuneke ku daxwazên gelê kurd bi planên xwe ji holê rakin. Gelê kurd her roj li qadan daxwazên xwe bi awayekî demokratîk tîne ziman. Birêz Ocalan jî bi nexweş riya xwe tevkarî da vê pêvajoya çarerseriyê" Kişanak, da zanîn ku sala 2011'an dê bibe sala azadiyê û wiha axivî: "Baweriya me bi gelê me heye heye. Sala 2011'an dê bibe sala aştî demokrasî û biratiyê. Her wiha dê bibe sala çêkirina makezagonekî demokratîk. Êdî gelê kurd dixwaze bi nasnameya xwe bi awayekî azad bijî. Êdî gelê kurd dixwaz bi zimanê zikmakî pewerdehiyê bibîne û astengiyên li pêşiya vê yekê ji holê rakin. Em dixwazin di makezagonê de rêveberiyên herêmî yên xweser jî di makezagona nû dê cih bigirin. Projeya Xwerseriya Demokratîk xilasbûna Tirkiyeyê ye. Komara Demokratîk incax bi Xweseriya Demokartîk û Kurdistana Xweser a Demokratîk mimkûn e. Ez bang li hemû hêzên Tirkiyeyê yên demokratîk dikim ku êdî destê me yê aştiyê bigirin. Em dixwazin bi her bi azadî û wekhevî bijîn. Em dixwazin bi Komareke Demokartîk bi hev re bijîn."
Kişanak bal kişand ser hilbijartinên 12'ê hezîranê û wiha pê de çû: "Li pêşiya me hilbijartinek heye. Gelê Amedê li vê qadê helwesta xwe nîşan da. Gelê Amedê helwesta xwe ya aştiyê, demokrasiyê û biratiyê bi tejîkirina vê qadê nîşanda. Ramana di operasyonan de irsar dikin dê di 12'ê hezîranê de di sindoqan de bên veşartin. Dem dema xebatê ye. Dem dema yekîtiyê ye"
Piştî axaftina Kişanak Hûnermend Comert derket ser dikê û pîrozbahiyên Newrozê berdevam dike.