1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kişanak: Li Tirkiyeyê faşîzm tê jiyîn
Kişanak: Li Tirkiyeyê faşîzm tê jiyîn,kişanak,li,tirkiyeyê,faşîzm,tê,jiyîn

Kişanak: Li Tirkiyeyê faşîzm tê jiyîn

Parlamenterên jin ê BDP'ê ji bo binçavkirina 15 endamên jin ên KESK, SES û Tumbel-Senê ku di çarçoveya operasyona KCK'ê ya 13'ê sibatê pêk hat de hatin binçavkirin, çûn serdana KESK'ê.

A+ A-

Parlamenterên jin ê BDP'ê ji bo binçavkirina 15 endamên jin ên KESK, SES û Tumbel-Senê ku di çarçoveya operasyona KCK'ê ya 13'ê sibatê pêk hat de hatin binçavkirin, çûn serdana KESK'ê. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak di serdanê de diyar kir ku li Tirkiyeyê faşîzma herî vekirî tê jiyîn. Sekreterê KESK'ê yê Giştî Îsmaîl Hakki Tombol jî da zanîn ku heta niha 15 hevalên wan ji ber ku tevli civînan bûne wekî terorîst hatine îlankirin.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak, parlamentera Stenbolê ya BDP'ê Sahabat Tuncel, Parlamentera Êlihê ya BDP'ê Ayla Akat Ata, cigirê hevserokê Giştî ya BDP Fîlîz Koçalî û Meral Daniş Beştaş çûn serdana KESK'ê. Gulten Kişanak di serdanê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku li Tirkiyeyê faşîzma herî vekirî tê jiyîn û wiha got: "Her sibehê em bi operasyonekê şiyar dibin. Ev çi rêxistine em jî nizanin lê em her sibê bi girtin û bivçakirinan re rû bir û ne. Ger em bi tiştekî wisa re rû bir û bin wê demê tenê bersiveke vê heye. Ev jî Faşîzme. Em bi zihniyeta serdest a mêr re rû bi rûne. Tu tişt dê me ji têkoşîna me qut neke. Heta hevalên me neyê berdan em dê têkoşîna xwe bidomînin.

Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombol jî diyar kir ku ne diyare ev piyango li kê bixe û got li Tirkiyeyê dengê muxahlîf bi zext û girtinan tê binpêkirin. DÎHA (aw/mae)