Kişanak, îdîayên têkildarî avê de derew in
AMED (DÎHA) - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak diyar kir ku îdîayên têkildarî ava şebekê ya bajar derew in. Kişanak xwest ku hemû welatî bi dileke rihet avê vexwin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li ser îdîayên şevê din li bajar, "di ava şebekeyê de jehr heye" daxuyanî dan çapemeniyê. Kişanak anî ziman ku dixwazin bi derewên wisa di nava gel de tirs û panîkê pêk bînin. Kişanak da zanîn ku ji ber bûyerên demên dawî dixwazin provokasyonan pêk bînin û wiha got: "Bila gelê me rihet be. Bila guhê xwe nedin kesên di demên wisa de derdikevin holê û derewan dikin. Bila rê nedin provokasyonan. Bila baweriya xwe bi şaredariyê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ'ê bînin bes e."
Analîza avê her tim tê kirin
Kişanak bilêv kir ku Amed tenê li Tirkiyeyê na li cîhanê ji bajarên ava muslukê tê vexwarin û wiha axivî: "Bajarê me Amed bi saya xebatên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ xwedî Labaratuvara Kontrola Avê ya akredîteya Yekîtiya Ewropa û Tesîsên Parzîniya Ava Vexwarinê girtî ye. Li laboratuvarê rojane, hefteyî û mehane analîzên avê tên kirin û ligel vê yekê ekîbên Midûriyeta Tendûrîstiya Gel a Bajar jî kontrolan dikin. Ji ber vê yekê di nava ava vexwarinê ya bajarê me de tu madeyên zirarê bidin tendurîstiya welatiyan tune ye. Îdîayên din hemû bi armanc in û derew in. Bila tu kes guh nede wan derewan."
Li nexweşxaneyan tu bûyer tune ne
Kişanak destnîşan kir ku heke di avê de jehr hebiya niha li nexweşxaneyan bi hezaran bûyer pêk hatibûn û bi hezaran kesan niha serî li nexweşxaneyan dabû lê heya niha tiştekî wisa tune ye.
Ava xwe ji muslukan vexwin
Kişanak anî ziman ku bila gelê me baweriya xwe bi gotegotên wisa neyne û wiha pêde çû: "Weke her demê bi dilrihetî ava xwe ji muslukan vexwin."
(bd/wk)