Kişananak: Makezagona nû zehmet e
Kişanak: Heta şertên aştiyê pêkneyên makezagona nû zehmet e
Stenbol - Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di panela "Di pêvajoya çêkirina makezgonê de tevkariya civakî" de axivî û diyar kir ku, Tirkiye êdî nikare pêvajoya pevçûnan rabigire û divê pêşiya diyalog û muzakereyê bê vekirin. Kişanak anî ziman ku, di pêvajoya çêkirina makezagonê de ji hemû caran bêtir pêwîstî bi aştiyê heye û wiha got: "Nîqaşî Sîne-î gel dikin ji xwe her tim em di wê rewşê de ne. Ji xwe em gelin. Kesên operasyonên siyasî li dar dixin bila bizanin ku em jî dê reflekseke siyasî nîşan bidin. Bila pêvajoya hînbêhtir nexin nava zor û zehmetiyê de."
BDP'ê li Otela Elîte World a Taksîmê panela bi navê "Di pêvajoya çêkirina makezagonê de tevkariya civakê" li dar xist. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, parlementer Levent Tuzel , Sebahat Tuncel û Hasîp Kaplan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Rojnameger Nuray Mert, Prof. Dr. Buşra Ersanli, Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Ahmet Abakay, Alîkarê Serokê Giştî yê KADEP'ê Nîzamaettîn Mazkan, Endamê Lijneya Weşanê ya Jînepsê Încî Hekîmoglu, Serokê Giştî yê Komeleya Astengdaran Turan Îçlî, Serokê Komeleya Xebatên Li hemberî Zayendî û Nasnameya Zayendî ya Polîtîkayên Civakî Mehmet Tarhan, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û ji Komîsyona Makezagonê ya HDK'ê Kemal Tekîn Surek tevlî panelê bûn.
'DIVÊ DAXWAZA MAKEZAGONEKÎ DEMOKRATÎK BIBE DAXWAZEKE CIVAKÎ'
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak axaftina vekirina konferasnê kir û diyar kir ku, li Tirkiyeyê daxwaza makezagoneke demokratîk bûye daxwezeke civakî û wiha got: "Hemû kes dibêjin 'Ji me re makezagoneke azadîxwaz pêwîste' Piştî vê hevokê divê meclîs li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Em weke wekîlên blokê û BDP'ê li gel di pêvajoyek gelek zor de ne, dîsa jî me di nav Komîsyona Lihevhatinê ya Makezagonê de cih girt."
‘SÊ DAXWAZ NEHATIN BI CIH ANÎN’
Kişanak anî ziman ku, di çêkirina pêvajoya makezagonê de li derve nîrek yê aştiyê pêkanîn, astengiyên pêşiya azadiya raman bê rakirin û meclîsa şêwirmendiyê bê avakirin, lê li rexmî daxwazên wan nehatin bicihanîn disa jî di nav xebatên çêkirina makezagonê de cih girtin û wiha got: "Hêj di nîqaşên destpêkê de ev 3 pêşniyarên me hatin redkirin. Ji bo ku ev bên axivîn me civînekî wisa organîze kir."
'PÊWÎSTÎ BI MAKEZAGONEKE AŞTIYANE HEYE'
Kişanak da zanîn ku, hewcehiya wan bi mekezagoneke aştiyane heye. Kişanak bilêv kir ku, nîqaşên li komisyona makezagonê de tên kirin ji aştiya civakî re ximetê nakin û ev yekê pirsgirêkeke gelek mezine. Kişanak destnîşan kir ku, nîqaş ji çêkirin bêtir biçûk xistinê pêk tên û wiha axivî: "Gotinên Serokwezîr ji bo hêviyan bişkênin tên gotin. Ji van yek hewoka têkildarî perwerdehiya zimanê zikmakî ya 'Bila qusûrê mêze nekin ewqas jî na' bû. Ev hevok zirarê dide aştiya civakî. Disa hevoka 'Ji welatiyên vî welatî re ez biraya mafan didim' Bi vê hevokê dê çawa aştiya civakî pêk bê? Em dest ji mafên xwe bernadin. Em dixwazin bijîn."
Kişanak diyar kir ku, Tirkiye êdî nikare pêvajoya pevçûnan rabigire û divê pêşiya diyalog û muzakereyan vebike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nîqaşî Sîne-î gel dikin ji xwe her tim em di wê rewşê de ne. Ji xwe em gelin. Kesên operasyonên siyasî li dar dixin bila bizanin ku em jî dê reflekseke siyasî nîşan bidin. Bila pêvajoya zor û zehmet hêj bêtir bi zorê nexwin."
Piştî axaftina Kişanak panelê bi axaftinên beşdarvanên din didome.
ANF NEWS AGENCY