KJB: Divê berxwedana gel bidome
KJB’ê berxwedana giştî ya bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê, 30’ê cotmehê pêk hat, silav kir û got; “30’ê cotmehê nîşan da ku berxwedana di zîndanan de êdî dê li derve berdewam bike.”
KJB’ê da zanîn ku divê êdî ne bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê, divê çalakiyên xwe bi awayê “dewrgirtina berxwedana greva birçîbûnê” bidomînin.
Koordînasyona tevgera jinên Kurd KJB (Koma Jinên Bilind) der barê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku di zîndanan de daxuyaniyek nivîskî weşand û xwest berxwedana giştî ya Kurdan berdewam bike.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd roja 30ê cotmehê bi berxwedaneke topyekun bersivê da berxwedana greva birçîbûnê. KJB’ê berxwedana 30’ê cotmehê weke pêvajo û helwesteke girîng bi nav kir û got; “Divê berxwedan bê navber bidome.
KJB’ê di daxuyaniya xwe de berxwedana topyekun a 30’ê Cotmehê li seranserê Bakûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê ji aliyê gelê Kurd ve pêk hat silav kir. KJB’ê bal kişand ser helwest û daxuyaniyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û hukûmeta AKP’ê ya li hemberî greva birçîbûnê û diyar kir ku ev yek weke parçeyek ji nêzîkatiyên dijminane yên li hemberî gelê Kurd e.
KJB’ê daxuyaniyên Erdogan ên ku pê heqaretê li grevên birçîbûnê yên girtiyên Kurd û siyasetmedarên Kurd kir nirxand û got; “Ev helwest sînorê êrîşkarî, exlaq û mirovahiyê derbas kiriye.” KJB’ê da zanîn ku divê beriya her kesê Kurdên alîgiriya Erdogan û AKP’ê dikin ji vê yekê şerm bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di serî de jin, ciwan em bang li û hemû kesên azadîxwaz, alîgirên demokrasî, wekhevî û nirxên mirovahiyê, kesê dikin ku bi awayeke xurtir xwedî li çalakiya hevalên me yên di greva birçîbûnê de xwedî derbikevin û berxwedana wan derw bigirin û li derve berdewam bikin. Ev helwest dikare rê li mirinan bigire û Em bang li gelê xwe dikin ku berxwedanê xurt bikin û serhildanan bigihînin asta herî jor.”
ANF NEWS AGENCY