1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KJK: Komkujiya Cizîrê êdî sebir tune kiriye
KJK: Komkujiya Cizîrê êdî sebir tune kiriye,kjk,komkujiya,cizîrê,êdî,sebir,tune,kiriye

KJK: Komkujiya Cizîrê êdî sebir tune kiriye

KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser komkujiya li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê hat kirin û diyar kir, êdî bêdengî nabe

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku berpirsyarê komkujiya li Cizîrê Erdogan û Davûtoglû ne.

KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser komkujiya li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê hat kirin û diyar kir, êdî bêdengî nabe.

Koordînasyona KJK'ê li ser komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku vê komkujiyê sebir êdî fûrandiye.

Di daxuyaniya KJK'ê de hat gotin, "Desthilatdariya AKP'ê, weke desthilatdariya faşîst a herî dest bi xwîn a dîroka Tirkiyeyê, bi rûyê xwe yê êrîşkar re li djî gelan, jinan û bindestan şer dike. Ev şer û rêbazên di vî şerî de tên bi karanîn, bi polîtîkayên komkujiyê re ji zûdeyî rejîma faşîst a 12'ê Îlonê derbas kiriye û veguheriye rejîmeke qirkirinê. Li jêrzemîna avahiya li Cizîrê, êrîşên li hemberî mirovên şoreşger û welatparêz, li ber mirinê hiştina birîndaran, înfazên tên kirin, girtin, îşkence û polîtîkayên koçberkirinê weke mînakên şênber ên rojane li pêş çavên tevahiya cîhanê diqewimin. Herî dawî di medya AKP'ê de hat ragihandin ku 60 kesên li jêrzemînên du avahiyan hatine qetilkirin. Ev nûçe bûye xala dawî ya sebir fûrandiye. Ev helwesta li hemberî birîndaran, sûcê şer e. Berpirsyarê vî sûcî Tayyîp Erdogan e. Ahmet Davûtoglû ye."

ÊRÎŞ RÊ LI BER HÊRSEKE MEZINTIR VEDIKIN

KJK'ê da zanîn, ku AKP bi polîtîkayên qirkirnê re dixwaze li hemberî civakê terorê bimeşîne, çavên civakê bitirsîne û wiha dewam kir: "Hemû êrîşên AKP'ê di nava gelê Kurd de rê li ber hêrseke mezintir, berxwedaneke mezintir vedike. Hişmendiya Kurdewariyê bi hestên azadiyê re dibe yek, vediguhere cesaret û fedekariyeke mezin û dewlet, di cîhana derûnî ya mirovan de êdî bi temamî ji holê radike. Herî dawî, 'Plana Master' a ji 10 xalan ji aliyê AKP'ê ve hat eşkerekirin, fiyasko ye. Dewama polîtîkayên qirkirinê ye. Ragihandina qedandina AKP'ê ye. Ji ber ku jin û gelê me yên xwe bi hişmendiya azadiyê xemilandine, wê vê planê, van komkujiyan ti carî qebûl nekin û li dij derkevin."

JINAN LI NAVA REFÊN YPS JIN CIHÊ XWE GIRTINE

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku jin li gundan, taxan û bendan li dijî zîhniyeta faşîst a serweriya mêr, di nava berxwedana xwerêveberiyê de bi navê YPS Jin careke din cihê xwe girtine û got, YPS Jin li dijî rûyê baviksalarî yê faşîst AKP'ê, çanda xwedawendiya azadiyê ya sekna dayik û jinên me yên ciwan temsîl dike. Hesabê hemû komkujî û cînayetên li hemberî jinan hatine kirin, wê bê pirsîn.

Jinên li Tirkiyeyê, ji bo destekê bidin berxwedana li Kurdistanê, çalakiyên parastina jiyan û aştiyê li dijî şer û mirinê ya bi 1000 jinan lidar dixin û bi vî rengî êdî gel û jinên li Tirkiyeyê dijîn li pêşberî bûyeran bêdeng namînin. Wê bêdeng nemînin. Helwesta li hemberî AKP a faşîst, wê mezintir bibe. Girseya Kurd a li Tirkiyeyê dijî, gelê me yê li Ewropayê dijî, pêwîste li her cihê lê ne çalakiyan pêk bînin."

DIVÊ CIZÎRA LEHENG BI TENÊ NEYÊ HIŞTIN

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku bêdengiya li pêşberî wehşeta li Cizîrê êdî nepêkan e û destnîşan kir, ku li vê derê sekn û berxwedana herî leheng a dîroka Kurdistanê tê nîşandan. Di daxuyaniya KJK'ê de ev bang hat kirin: "Divê Cizîr bi ti awayî bi tenê neyê hiştin. Girîng e gelê me, jin û hêzên demokrasî û azadiyê li dora Cizîrê bicivin. Pêwîste hewldanên qirkirinê yên faşîzma AKP'ê bisekinînin. Desthilatdariya AKP'ê wê weke desthilatdariya herî dest bi xwîn a Komara Tirkiyeyê cihê xwe di nava rûpelên tarî yên dîrokê de bigire. AKP çi dike bila bike, wê nikaribe Kurdan ji têkoşîna wan vegerîne. Gelê Kurd wê têkoşîn û berxwedana xwe ya mafdar bi ser bixîne."