1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KNK:Banga KCK′ê ya yekîtiya neteweyî gaveke pîroz e
KNK:Banga KCK′ê ya yekîtiya neteweyî gaveke pîroz e,knk,banga,kck,ê,ya,yekîtiya,neteweyî,gaveke,pîroz,e

KNK:Banga KCK′ê ya yekîtiya neteweyî gaveke pîroz e

A+ A-

11.12.2016 12:49 Nûçe NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Rêveber a KNK′ê rewşa siyasî ya Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn nirxand û banga KCK′ê ya yekîtiya neteweyî wekî gaveke pîroz dît.

Konseya Rêveber a KNK′ê bi beşdarbûna piraniya Endamên xwe, civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de, bûyer û pêşketinên siyasî yên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahî Cihanê bi berfirehî hat nirxandin. Li ser pêwîstîya yekrêzîya mala Kurd hate rawestandin, her wiha banga KCKê ya derbarê yekîtîya neteweyî de bi awayekî erênî hate pêşwazîkirin. Peyre kar û xebatên konseyê hatin nirxandin û li gorî pêşniyarên civata giştî 16 biryarên pêwîst hatin girtin û plansaziya xebatê hate derxistin.

Bi nîqaşên siyasî ve girêdayî li ser rewşa birêz Abdullah Ocalan bi awayekî taybet hate rawestandin. Tehdît û tehlûkeyên li ser jiyana birêz Ocalan divê bi awayekî hesas bêne destgirtin. Di vê derbarê de, biryar hate dayîn ku KNK′ê rewşa birêz Ocalan bişopîne û gavên pêwîst di asta neteweyî û navneteweyî da bavêje. Konseyê derbarê nîqaş û nirxandinên ku di civînê de hatin kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di nav alozîyeke dijwar de ye. Li Bakurê Kurdistanê ev sal û nîveke şerekî dijwar diqewime. Dewleta Tirk bêhuqûq û dûrî pîvanên şer, êrîşên hovane pêk tîne. Ne tenê hêzên çekdar, hemû Kurdên azadîxwaz û hemû deskeftiyên Kurdan hedef digire. Tirkiyhê bi serkêşiya Erdogan, Partiyên AKP/MHP′ê û Ergenekonê, li dijê Tevgera Azadîya Kurdistan û muxalîfan îtifaqekî netewperest û faşîst pêk aniye. Ew dixwazin Tevgera Azadiyê ji holê rakin û hemû deskeftinên Kurdan pûç bikin. Tirkiyê ne tenê êrîşî Bakurê Kurdistanê, lê êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dike. Li milekî din jî kujeran rêdikin welatên Ewrûpa û dixwazin li dijî sîyaetmedarên Kurd suîqestan pêk bînin. Erdogan û hevalbendên xwe dibêjin “Ev ji bo me şerê man û nemanê ye, çi dibe bila bibe divê em bi ser bikevin”. Bi vî rengî hemû îmkanên xwe dixebitînin.

Li hember van êrîşên xwînxwar yên dewleta Tirk, Hêzên Azadiyê jî bi her awayî li ber xwe didin û parastineke bêhempa didin meşandin. Tevgera Azadiyê bi biryare ku heta dawiyê li ber xwe bide, Gelê Kurdistanê biparêze û êrîşên dewleta Tirk wekî hercar vale derbixe. Divê her kes bizanibe ku dewleta Tirk dijminê sereke yê hemû Kurd û Kurdistanîyan e. Li gorî vê jî pêwîste her kes cihê xwe di nava tekoşîna azadîyê de bigrie. Êrîş gelemperîne û divê berxwedan jî gelemperî be. Dewleta Tirk weke berê xurt nîne, di asta navneteweyî de ker ku diçe rûyê xerab yê Erdogan û hevalên wî derdikeve pêş û ber bi tecrîdekî ve diçin. Ev rewş dergehên nû ji me re vedike.

Li Rojavayê Kurdistanê bi despêka şoreşa Surîyê ve, heta niha rewşek nû derketiye holê û destkeftiyên girîng hatine bidesxistin. Li gel hemû êrîşan jî, Hêzên Azadiyê li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa pêş xistin û gelê xwe parastin. Dewleta Tirk (di sêrî de DAÎŞ, El Nusra) hemû komên çete yên girêdayî xwe li hember gelê me xebitandin, lê bi ser neket. Niha jî rasterast êrîşî Rojava dike û dixwaze axa wê dagir bike. Êrîşên dewleta Tirk ên li herêmên Şahba bi hemû rengên xwe li dijî destkeftiyên Gelê Kurd in û armanca ji wan êrîşan dagirkirina Rojava ye. Pêwîste hemû hêzên Kurdistanî li dijî van êrîşên dewleta Tirk derkevin û helwest nîşan bidin. KNK′ê wê bi hemû awayî li dijî van êrîşan raweste û pişgiriya şoreşa Rojava bike. KNK′ê projeya Federaliya Bakurê Suriyê destek dike û ji bo ku satatûyekî Federal bê avakirin û bê qebûlkirin, wê di asta navneteweyî de karên pêwîst bike.

Niha jî li herêma Şahbayê berxwedaneke mezin li hember êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê û hêzên tarî yên DAIŞê tê meşandin. Her wiha di saetên civîna me de, agahî hatin ku pêvajoya duyem a hemleya rizgarkirina Reqqayê dest pê kir. Bi vê boneyê em Hêzên Suriya Demokratîk silav dikin û ji wan re sekeftinê dixwazin.

Li Başûrê Kurdistanê, şerê li hember DAIŞ′ê bi awayekî serkeftî dewam dike. Operasyona Mûsilê ber bi dawiyê ve diçe. Lê piştî têkbirina DAIŞ′ê, wê rewşa Mûsilê çawa bibe ne diyare. Mûsil bi pêkhateyên xwe ve bajarekî hevbeş e û di nava xaka Kurdistanê da ye. Li wê derê ne tenê Ereb, Kurdên Êzidî, Misilman, Şebek û Kakeyî û hemwelatiyên me yên qedîm (Asûrî-Sûryanî-Kildanî) hene û li hêviya çareseriyeke adîlane ne. Pêwîste hemû hêzên Kurdistanî li ser rewşa Mûsilê, Şingalê û deşta Neynewayê kom bibin û çareseriyekê jê re bibînin.

Li Başûrê Kurdistanê, rewşa siyasî û aborî ne başe. Hilbijartinên serokatiya herêmê di wextê xwe de nehatin kirin, parlamento naxebite û nakokiyên mezin di nav Partiyan da hene. Ev jî dibe sedemê gelek pirsgirêkan. Krîza aborî jî bingeha xwe ji vê rewşê digire. Li hukûmeta merkezî jî pirsgirêk hene. Tirkiye û Îran destên xwe dixin nava karûbarên Başûrê Kurdistanê. Pêwîste rojek zûtir Parlamento kom bibe û hilbijartinên serokatiya herêmê bi awayekî demokratîk bêne çêkirin û yekrêzî li Başûr bê pêkanîn.

Ji ber krîza aborî û protestokirina rewşa bêmeaşî (nedayîna mûçeyan), ev demeke di sêrî de mamoste û gelek karmend xwepêşandan dikin. Heta niha ev xwepêşandan bi awayekî aştiyane hatine meşandin, em vê nîzîkbûnê firsetekî baş û posîtîf dibînin. Pêwîste Hukûmeta Herêmê guhdarî van kesan bike û pirsgirêkan di demeke zûtir de çareser bike.

Rewşa penaberên li kampên Başûrê Kurdistanê gelek xirabin. Qaçaxçiyên mirovan bi desteka hêzên dagirker li van deran kar dikin û Kurdistanê vale dikin. Li gorî agahdariyên saziyên Mafên Mirovan, li hinek kampan bi awayekî zêde destdirêjî li ser jinan tê kirin. Di sêrî da Hukûmeta Herêmê, hemû hêzên Kurdistanî pêwîste li hember vê rewşê bêdeng nemînin û rê li pêşiya van karên xerab bigrin.

Li Rojhilatê Kurdistanê her çiqas şerekî seranserî tune be jî, lê rewş li vî parçeyî jî aloze. Siyaseta rejîma Îranê ya li dijî azadiya gelê Kurd berdewame. Hemû mafên bingehîn yên gelê me têne binpêkirin. Sêdaredana (îdam) siyasetmedar û girtiyên din berdewame. Di bin navê pêşîlêgirtina qaçaxçîtiyê de, her roj kesbkarên Kurd têne kuştin. Li Rojhilatê Kurdistanê pêwîste hêzên Kurdistanî, ji hemû curyên tekoşînê re amade bin. Di vî parçeyî de îtîfaqeke siyasî di nav hêzên Kurdî de nîne. Ev kêmasiyeke mezine. KNK′ê ji bo bi hev re karkirin, plan dike ku di nava sala 2017′an de şêwrekî neteweyî pêk bîne.

Di civînê de li ser rewşa Kurdên Êzidî, vegera gel li ser axa xwe, rewşa Şingalê jî hate rawestan. Ji bo avakirina Şingalê karên ku hatin despêkirin divê bêne xurtkirin. Vegera gel ya Şingalê karekî sereke ye û pêwîste Hukûmeta Herêmê riya vegerê veke. KNK′ê wê bi hemû imkanên xwe li ser vê rewşê raweste.

Rewşa Kurdên Feylî jî hate nîqaşkirin. Amadekarîyên konferansa duyem ji ber çavan ra hatin derbaskirin. Biryar hate dayîn di meha Sibatê de şêwreke ji bo Kurdên Feylî bê çêkirin.

Çand û zaravayê Hewremî di bin tehdît û tehlûkeyê de ye. Ji bo çand û zaravayê Hewremî bê parastin, biryar hate dayîn ku di sêrî de semîner û rêzeçalakiyên pêwîst bêne kirin.

Gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî, gelekî qedîm yê xaka Mezopotamya ye. Ev gel di bin tehdît û tehlûkaya qirkirin û jenosîdê de ye. Teybet piştî operasyona Mûsilê, divê rewşa gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî bi awayekî teybet bê destgirtin û ji vî gelê qedîm re satatûyek adîlane bê avakirin. Ji bo şopandina rewşa gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî komîteyek teybet hate avakirin.

KNK′ê di sala pêşya me de, wê Endam û organên xwe nû bike. KNK′ê ev 18 salin ji bo yekîtiya neteweyî, bi israr û bi îstiqrar kar dike. Em dixwazin sala 2017′an bibe sala yekîtiya neteweyî. Di vê mijarê de banga KCK′ê ya ji bo yekîtiya neteweyî hate nirxandin, ev helwetsta KCK′ê weke gaveke erênî û pîroz hate pêşwazî kirin li ser vê mijarê jî bi awayekî berfireh hate rawestandin. Ji bo pêşxistina karê yekîtiya neteweyî, komîteyek diyalogê hate avakirin. Ev komîte wê li gel hemû Partî, Rêxistin û Hêzên Kurdistanî peywendiyan deyne û hewl bide ku ew jî cihê xwe nava yekîtiya neteweyî de bigrin.

Di dawiya civînê de, li ser karûbarên komisyon û komîteyan jî hate rawestandin û plansaziyên pêwîst hatin danîn. Teybet karûbarê Komîsyona Karê Derve hatin nirxandin. Di vê demê de gringiya dîplomasiya hevbeş ya Kurdistanî weke karekî sereke hate dîtin û ji bo xurtkirina Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, bala komîsyona karê derve careke din kişandin.

(mm)