KNK bi rojeva Kobanê bi 12 partiyên Başûr re rûnişt
ANF / SILÊMANÎ 04.04.2014 08:56:13 Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca destekdayîn berxwedana Rojavayê Kurdistanê, bi 12 partî, rêxistin û kesayetên navdar ên li Başûrê Kurdistanê re civiya. Di civînê de biryar hat dayîn ku hevkariyeke timî û lezgîn ji bo Rojavayê Kurdistanê destpê bike.
Li navenda TEVDEM’ê a li bajarê Silêmaniyê bi amedebûna KNK’ê, hizba Ayîne, PÇDK, Zehmetkêşanî Kurdistan, Yekgirtuy Islamî Kurdistan, Tevgera Goran, YNK, Komeley Mafê Mirovan, kesayetên navdar, rewşenbîr, oldar û perlementerên perlemana Kurdistanê civînek hate li darxistin.
Civîn li ser pêşveçûnên dawî li Rojavayê Kurdistanê diqewimin, bi taybetî jî rewşa Kobaê û alîkariya bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hate kirin. Dîsa di civînê de li ser rê û rêbazên bilindkirina piştgiriya neteweyî bi gelê Rojavayê Kurdistanê û hewldanên rakirina ambargoyê, hat rawestîn.
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade ji ber alîkariya bo Rojavayê Kurdistanê ya partî û rêxistinên beşdarî civînê bûne spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Ev destketiyên ku niha li Rojavayê Kurdistanê bi destketine ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ne, di heman demê de di xizmeta gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê deye. Divê em yek bin, bi yek helwest, yek ruh û yek dengî li dijî êrîşên li emberî Kantona me ya Kobanê rawestin. Berxwedana gelê me ya li Rojava û bi taybet jî berxwedana herî dawî li Kobanê asoyê azadiyê yê hemû gelê kurd."
Di civînê de biryar yat dayîn ku hevkariyeke timî û lezgîn bi gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê re bê kirin û ji bo deriyê sînor bê vekirin ji niha û pê ve di asteke bilind de hewldan bên kirin.