KNK: Cejna herî mezin bikaranîna ziman e
BRUKSEL – Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got; “Cejna herî mezin û pîroz xwedîderketina li ziman û di her aliyekî jiyanê de bikaranîna wê ye”
Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Zimanê Kurdî wekî hebûnekî jînde mixabin hêj jî ji êş û janê xilas nebûye û hindî rewşa Kurdistanê bi vî rengî be nabe jî. Anku zimanê Kurdî çu rehetî nedît û xuya ye ku dîtina rehetîyê jî dê wextekî dirêj bikêşe.”
Komîsyonê da xuyakirin hem asîmîlasyona dewletên dagirker bi metod û teknîkên nû didome, hem jî otoasîmîlasyona navxweyî bi rengekî dewam dike û ev xal destnîşan kir:
‘BI OTOASÎMÎLASYONÊ RE KURD AVÊ DIKIŞÎNE SER AŞÊ ASÎMÎLASYONÊ’
“Helwesta dewletên dagirker tê fêmkirin, ji ber ku ev derdê wan e; ji destê wan bê ew ê meydana bikaranîna Kurdî dorpêç bikin û rê li ber asîmîasyonê xweş bikin. Ev kar û armanca wan e. Başe ji bo çi Kurd xemsariya beramberî zimanê xwe bi israr didomîne?
Ev pirse paradoksa kûr ya Kurdan nîşan dide. Kurd bi xwe jî nikarin vê tenakuza xwe îzah bikin. Ji milekê ve behsê Kurd û Kurdistanê dikin, polîtîka asîmîlasyonîst ya dewletên dagirker ya li ser zimanê Kurdî protesto dikin, lê ji milê din ve jî pişta xwe didine zimanê xwe û bi vê reftara bêberpirsiyarane avê dikişîne ser aşê asîmîlasyona dijminî.”
KNK’ê da zanîn ku ev rewşa negatîv li bakur û rojhilatê Kurdistanê gelekî li ber çavan e û diyar kir ku bi taybetî li bakurê Kurdistanê zimanê fermî yê cîhana polîtîk a Kurdan mixabîn hînê bi temamî nebûye Kurdî û di jiyana sosyal de jî axaftina bi Kurdî di dereceya duyemîn de ye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li rojhilatê Kurdistanê jî dewleta Îranê mafê perwerdeyê nade zimanê Kurdî, ku ev jî asîmîlasyona zimanê Kurdî bi lez dike.
‘REWŞA POZÎTÎV A LI ROJAVA Û BAŞÛR HÊZA JÎNDE MANÊ DIDE ZIMANÊ KURDÎ’
Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê da xuyakirin ku cihê şabûnê ye ku li başûr û rojavayê Kurdistanê bi hebûna statuya xweser zimanê Kurdî zimanê fermî ye, yê perwerdeyê ye, yê jiyanê ye û destnîşan kir ku rewşa pozîtîv hêza jînde manê dide zimanê Kurdî û pêşeroja zimanê Kurdî geş dike.
KNK’ê diyar kir ku li qada dîasporayê jî şertên zimanê Kurdî ji ya li welatî, li bakur û rojhilatê baştir nîne û ragihand ku asîmîlasyon jî otoasîmîlasyon jî ji ya nav welatî ne kêmtir e, xemsariya navxweyî jî herwisa.
‘DIVÊ KURD CAREKE DIN HEQÎQETA XWE YA PERÎŞAN A DI WARÊ ZIMANÎ DE BIBÎNE’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî digel vê rewşa pozîtîv û negatîv jî dîsa ve berxwedana jînde manê bi rikeke mezin didomîne û hat gotin, “Baweriya me heye, xurt e ku zimanê Kurdî wekî alaya dengî ya miletê Kurd wê heta hetayê jînde be û Kurd wê li welatê xwe yê rizgar û azad bûyî zimanê Kurdî bikine zimanê fermî û timamî jiyanê û pêş bêxin ku îro li du beşên Kurdistanê, li başûr û rojavayê, bi vî rengî ye.”
Komîsyonê da xuyakirin ku bi munasebeta rojên Cejna Zimanê Kurdî (14-15-16’ê Gulanê) divê Kurd careke din heqîqeta xwe ya perîşan a di warê zimanî de bibînin ku bi taybetî li bakurê Kurdistanê her diçe hejmara Kurdî axêvan kêm dibe.
‘CEJNA HERÎ MEZIN XWEDÎDERKETIN Û BIKARANÎNA ZIMAN E’
KNK’ê destnîşan kir ku zimanê Kurdî ji ber berxwedêriya xwe cejna herî mezin heq kiriye û got, “Bila Cejna Zimanê Kurdî li miletê Kurd pîroz be. Hêvî dikin ev cejna zimanî bibe zengila hişyarbûna li zimanê xwe xwedî derketinê.
Cejna herî mezin û pîroz li zimanê xwe xwedî derketin e û di her xeleka jiyanê de bikaranîn e.
Bi hêviya ku Kurd layiqî zimanê xwe bin û ji zimanê xwe şerm nekin û bikine tacê serê xwe û hem pê biaxivin, pê bixwînin û hem jî pê bijîn û pê serbilind bin.
Kurd li welat û li her derê lê dijîn divê Cejna Zimanê Kurdî C14-15-16’ê Gulanê’ bikine çeperê têkoşîna li zimanê xwe xwedî derketinê!.”