KNK: Divê her kes di berxwedana Kobanê de cih bigire
BRUKSEL 06.07.2014 07:00:01 Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li hemû şoreşger-demokrat û welatparêzan kir ku di berxwedana li dijî çeteyên radîkal ên êrîşî kantona Kobanê dikin de cih bigirin û destnîşan kir ku bi êrîşên DAIŞ'ê re ne tenê Kurdistan, gef li tevahiya nirx, pîrozmendî û destketiyên mirovahiyê tê xwarin.
KNK'ê bibîr xist ku piştî dagirkeriya Mûsilê, çeteyên DAIŞ'ê, bi armanca têkbirina Şoreşa Rojavayê-Kurdistanê, êrîşî Kobanê kirin û ragihand êrîşên li dijî Kobanê, di çarçoveya planekî qirêj û stratejiyek de dest pê kirin û berdewam dikin. KNK'ê di peyama xwe de destnîşan kir ku aşkera bûye çeteyên DAIŞê, El Nusra, Liva Tewhîd û hwd. ji aliyê hin dewletên herêmê, weke Tirkiyê û hêzên global ve têne destek kirin.
Di peyama KNK'ê de wiha hat gotin: "Çeteyên paramilîter, Rojhilata Navîn jî kirine gola xwînê. Tevî ku bi navê ola Îslamê heqaretê dikin jî cîhana Îslamî bêdneg e. Tevî ku li dijî mirovahiyê sûc dikin jî cîhana Rojava bêdeng û xemsar e. Ev erê kirina sûcên mirovahiyê ye. Di kesayeta Rojavayê-Kurdistan û Kobanê de, tevahiya mirovahiyê dibin tehdîdê de ye. Êdî kes dibin ewlekariyê de nîne û cîhan jî bêdeng e.
Çeteyên DAIŞê, di pêvajoya salvegera Şoreşa Rojavayê-Kurdistan de êrîşî Kobanê kirin. Tê zanîn, Şoreşa Rojavayê-Kurdistan, ji bo parastina tevahiya gelan û nirxên mirovahiyê û bi desteka gelên herêmê pêk hat. Êrîşên çeteyên DAIŞê ku di 2'ê Tîrmehê de destpê kirin, li dijî tevahiya gelan, nirx û pîroziyên gelan û destketiyên Kurd û Kurdistanê ye. Şerê li Kobanê bûye şerê pêşerojan, şerê azadî, rûmet û namûsê."
DIVÊ HER KES DI BERXWEDAAN LI KOBANÊ DE CIH BIGIRE
KNK'ê di peyama xwe de diyar kir ku berxwedana li Kobanê 'şerê parastina mirovahiyê ye' û hat destnîşankirin ku xwedîderketina li Kobanê berirsyariyek li pêşberî nirxên însanî û namûsê ye. KNK'ê bi taybetî bang li ciwanên Kurd kir û got, "Li hemberî çeteyên paramilîter, berxwedana dîrokî û cengaweriya destanî şervanên YPG û YPJ jî bi desteka gelên li herêmê bi rûmetdarî berdewam dike. Şerê li Kobanê, êdî bûye şerê parastina mirovahiyê. Pêwiste her Kurdê ku bi navê welatparêzî, her hêza ku xwe Kurdistanî û pêşengê gelan dibîne, her demokrat û şoreşger, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, El Nusra, Liva Tewhîd û hwd. de, li Kobanê cihê xwe bigire. Ev binbarî û berpirsiyariya neteweyî, rûmet, namûs û baweriya însanî ye. Pêwîste di serî de ciwanên Kurd, li ku dibin bila bibin bi hawara Kobanê bibezin."
BERXWEDANA KOBANÊ BÛYE NÎŞANEYA WELATPARÊZÎ Û KURDÎTIYÊ
Di peyama KNK'ê de berxwedana destanî û dîrokî ya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin û ji hemû Kurd, partî û saziyan xwest, ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê li Kobanê cihê xwe bigirin. Di dewama peyama KNK'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Pêwîste, kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî yên Kurd, li hemberî banga Rêveberiya Kantona Cizîrê ya seferberiyê bêdeng nemînin. Di şerê rûmet û namûsê de cihê xwe bigirin. Şerê li Kobanê, bûye pîvana welatparêzî û Kurdîtiyê. Divê cîhan jî zanibe ku, li gel nirx û pîroziyên Kurdistanê, destketiyên gelên li Kurdistanê, cîhana îslamî û mirovahî teva dibin tehlûkeyê de ye
KNK'ê herî dawî got; "Em, weke KNK'ê, berxwedana dîrokî û cengaweriya destanî ya hêzên Kurd li Rojavayê-Kurdistan silav dikin. Em bi van hest û baweriyan bang li tevahiya Kurdan, ciwan, jin, partî, rêxistinên cîvakî teva dikin ku, di şerê Kobanê de, li dijî çeteyên DAIŞê cihê xwe bigirin.
Em bang li cîhana Îslamî, Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikin ku, li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, El Nusra, Lîva Tewhîd û hwd. dengê xwe bilind bikin."