KNK: Ji êrîşa Amedê AKP berpirse
KNK’ê diyar kir ku ji êrîşa li Amedê, Erdogan û AKP berpirse û daxwaz kir ku saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê bikevin dewrê
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF KNK’ê diyar kir ku ji êrîşa li Amedê, Erdogan û AKP berpirse û daxwaz kir ku saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê bikevin dewrê. KNK’ê da xuyakirin ku divê gelê Kurd û derdorên demokratîk jî bi rêxistin bin û di 7’ê Hezîranê de dengan bidin HDP’ê.
KNK’ê têkildarî êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê de daxuyaniyek nivîskî da.
KNK’ê wiha got: “Di nîvê mîtînga hilbijartinê ya HDP’ê ya Amedê de ji aliyê kontrayan ve li dijî gel êrîşa bombeyî pêk hat. Bi sedan kes birîndar bûn û herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest da. AKP tehemulî serketina HDP’ê nake û gel li dijî HDP’ê sor dike.”
BERPIRS ERDOGAN Û DAVUTOGLU YE
KNK’ê da xuyakirin ku di serî de Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu û aliyên AKP’ê derfetên dewletê bikar tînin û li dijî HDP’ê kampanyayek lîncê ya mezin dane destpêkirin. KNK’ê wiha got: “Ji ber ku AKP’ê, HDP wek partiyek dijmin hedef girt, ev êrîş pêk tên. Di encama vê kampanyaya lîncê de heta niha 250 êrîş li dijî HDP’ê pêk hatine. Wek hemû êrîşan berpirsê vê êrîşê jî Serokkomar û Serokwezîrê TC ye. Êrîş ji berê de hatiye plankirin û dema welatiyên birîndar dibirin jî polîsan êrîşî gel kiriye.”
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HAT KIRIN
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû raya giştî ya cîhanê û saziyên navneteweyî hat kirin ku ji van êrîşên hikûmeta TC’ê yên li dijî gelê Kurd re bêjin êdî bes e û got: “Em bang dikin ku ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê di nava ewlehiyê de derbas bibe, bila hemû derfetên xwe seferber bikin. Bila her kes di 7’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê û dawî li van lîstikan bînin."