KNK li Başûr hevditinên xwe didomîne
KNK'ê bi Hizbên Şuîî re li ser pêşketin û destekdayîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê civinekê li dar xist. Di civina ku saetekê berldewam kir de Hizba Şuîî diyar kir ku ewê bi her awayî piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê diyar bikin.
KNK'ê bi Hizbên Şuîî re li ser pêşketin û destekdayîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê civinekê li dar xist. Civin seetekê berdewamkir. Cigirê Serokê KNK'ê Bengî Haco, Xebat Muhemed, Suleyman Guneylî, Ferhat Dûskî , Îbrahîm Elî Por. Ji Hizba Şuîîyan Berpirsê perwerdehîya Merkezî, Endama Komîteya Navendî Hewrê Silêman û Endama Mekteba perwerdehî Hêja Resul beşdarî civinê bûn. Di civinê de her du aliyan jî pistgirî û hevkariya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nişandan. Piştî ku civîn bi dawî bu ji alîyê Hêja Resul û Bengî Haco ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê de Endama Mekteba perwerdehî a Şuîî Hêja Resul got: " Sedemê civana me a bi KNK'ê re li ser mijara destekdayîna Rojavayê Kurdistanê bu. Ka em çewa piştgiriya Kurdên li rojavayê Kurdistanê bikin û cewa xwe bi gihinin wan. Ji bona vê yekê pilan û pirojeyên xwe me gotûbêjkirin. Di aliyê siyasî de jî ew deskeftiyên ku kurdên Rojava bi destxisîn cewan bi karibin li wan deskeftiyan xwedî derbikevin. Ji ber ku ev şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê despêkiri ji bo gelê kurd firsetekî mezine. Ji bo maf û azadiya xwe bi destbêxe. Li gel KNK'ê di hemû aliyi de me biryardaye ku piştgiriya xwe bidin gelê Rojavayê Kurdistan.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Cigirê Serokê KNK'ê Bengî Haco axivî û wiha got: "Niha Rojavayê Kurdistanê ji ber ku hemû deriyên lê hatine girtin. Di aliyê aborîde gelek zehmetiyan di kişinin. Ji bo vê yekê me di civina xwe de ev mijare gotûbêjkir. Li ser vê mijara aborî palementerên Hizba Şuuî wê di parlementoya Kurdistanê de bi taybet van mijaran bine ziman. Da ku deriyekî aboriyê ji Kurdan re vebe. Da ku bi karibin pêdiviyên jiyana xwe pêk binin. Ji ber ku niha hemû derî girtine û erzaq ji wan re naçe. Bi vî awayî nikarin jiyana xwe berdewam bikin. Ji bona vê ji gereke di parlemtoya Herêma Kurdistanê de ev mijare li ser were rawastandin. Ji bona vê ji wê palmenterê Hizba Şuîî wê vê yekê di parlemtoyê de binin ziman.
(po/mae)