KNK: Parastina Kobanê parastina Kurdistanê ye
BRUKSEL 25.03.2014 09:19:36 Konseya Rêveber a KNK'ê bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û destnîşan kir ku li cihê welat di bin xeteriyê de be, ne desthilatdarî ne jî mûxalefet tê kirin. KNK'ê diyar kir ku parastina Kobanê parastiya tevahiya Kurdistanê ye.
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku dewletên dagirker ên Kurdistanê her çend li dijî hev bin jî lê dema Kurd dibin mijara gotinê, hemû dibin yek û weke mînak jî ragihand ku Tirkye û Sûriye bi hev re li dijî Kurdan êrîşkariyê dikin.
KNK'ê diyar kir ku Tirkiyeyê ev demeke dev ji rejîma Şamê berdaye û çiqas kom û organîzasyonên îslam-cîhadîst hebin, li dijî Rojavayê Kurdistanê perwerde dike, bi çek dike û ber dide Rojavayê Kurdistanê.
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku avabûna Kantonên li Rojavayê Kurdistanê bû destketiyeke mezin ji bo Kurdan û gelên kêmasî yên li Kurdistanê û anî ziman ku vê destketa Kurdistaniyan ji cîhana humanîter jî piştevaniyeke mezin dîtiye.
KNK'ê destnîşan kir ku vê yekê hesabên Tirkiye û rejîma Şamê serûbin kiriye û got, " Ji bo vê avabûna nû ya Kurdistanê hêj di serî da bifetisînin, planê xwe yê şer dane pêş. Ev demek e ku li ser Kobaniyê dîsa ve dest bi êrişan dikin. Diyar bû ku hem Tirkiyeyê hem jî rejima Şamê hêzên paramîlîter yên bi rengekê bi wan ve girêdayî dîsa ve aktîve kirine. Ev êrişa nû gelek aşkera bi armanca têkbirina vê destkevta xelkê me hatiye dest pê kirin. Niyeta wan hilweşandina xweserîya demokratîk ya Rojavaya Kurdistanê an ku avabûna Kurdistana Kantonal e."
Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand ku Kobanê di navbera Efrîn û Cizîrê de pireke saxlem e û anî ziman ku bi êrîşên li dijî vê derê re hewl tê dayîn destpêkê kantonên Efrîn û Cizîrê bên dorpêçkirin û dûre jî gav bi gav Kurdistana Kantolan were têk birin.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîr xist ku di avabûna Kurdistana Kantonal de Kobanê çepera destpêkê bû û hat gotin, "Agirê azadiyê ji wê derê ve gur û geş bû. Êrişa ku bi destê van islam-cîhadistên taşeron a ji Kobaniyê dayîne dest pê kirin tesaduf nîne. Di halê hazir da dijminan planekî wêranker çêkirine û ji bo realîzekirinê jî ji Kobanîyê dest bi kar bûne."
Desteya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku planên neyarên Kurdan gelekî mezin in, bi Kobanê re teng nîne û destnîşan kir ku parastina Kobanê ji aliyê Kurd û Kurdistanîyan ve gelek giring e.
KNK'ê got, "Dergehê parastina Kurdistana Kantonal vê gavê Kobanê ye. Çeperê ewil e û divê bê parastin. Xelkê me, têkoşerên azadiyê, YPG berxwedaneke mezin nîşan didin. Eve erkekî neteweyî û welatî ye. Parastina Kobanê parastina Kurdistana Kantonal e. Serêkaniyê par çawa hate parastin, Kobanê îro divê hêj mezintir bê parastin. Xelkê me, hemû Kurdistanî divê seferber bin. Em wekî KNK banga seferberiyê li xelkê xwe dikin. Roj roja xîretê ye. Biçûk mezin, pîr ciwan, jin mêr pêkve xelkê me divê rabine ser pêya û vê çepera stratejîk, vê dergehê azadiyê, Kobanê biparêzin, van êrişên çepel belav bikin û niyeta dijminan di gewriya wan da bihêlin.
Kurd û Kurdistanî, hesab û kitabên biçûk terk bikin. Desthilat û opozisyona Kurdistana Kantonal zûtirîn wext nakokiyên di navbeyna xwe de çareser bikin anjî ji bo demekî kurt paş bidin û dest bidin hev û welatî bi hev ra biparêzin. Di nav van êrişên dijminan ên li ser welatî de ne desthilatî nejî opozisyonî tê kirin. Berî her tiştî parastina welatî.
KNK bangî hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê jî dike ku gelek aktîv bizava piştevanîya bi berxwedana Kobanê re bidine dest pê kirin."