KNK’ê bi Komeleya Îslamî re hevdîtin pêk anî
Silêmanî - Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ku nêzî 3 heftiyane li Başûrê Kurdistanêye, hevdîtinên xwe yên berdewam dike. KNK’ê di çarçoveya serdanên xwe de bi Komala Îslamî re hevdîtinek pêk anî. Komala da zanîn ku ew piştgirî didin Rojavayê Kurdistanê.,
Îro, di saetên danê nîvro de, şandeya KNK’ê ya ji Alîkarê Serokê KNK’ê Dr. Bengî Haco û endamêNn KNK’ê Suleyman Gunyelî, Îbrahîm Elîpûr, Perwîn Ezîz û Xebat Mihemed pêk dihat, li Navenda Komala Îslamî ya li Silêmaniyê, bi rayedarên Komalayê re hevdîtinek pêk anîn. Ji rayedarên Komala Îslamî Endamê Komîteya Navendî Mihemed Hekîm, Endamên Desteya Rêveber a Şêx Fexredîn Qadir û Farûq Elî amade bûn.
Alîkarê Serokê KNK’ê Dr. Bengî Haco der barê hevdîtinên wan ên li Başûrê Kurdistanê û rewşa Rojavayê Kurdistanê de agahî da.Haco destnîşan kir ku KNK saziyeke serbixwe ye û diyar kir ku ew bi hemû aliyan re hevdîtinan pêk tînin. Haco banga alîkarî û piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê kir.
‘BI QASÎ JI DESTÊ ME BÊ EM Ê ALÎKARÎ BIKIN’
Endamê Komîteya Siyasî ya Komeleya Îslamî Mihemed Hekîm jî diyar kir ku ew rêxistineke Kurdistanî neû destnîşan kir ku ew hemû pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin. Hekîmd diyar kir ku ew weke Komala daxwaza azadiya gelê Rojavaê Kurdistanê dikin û got; “Divê Kurdên her çar parçeyan bibin ye. Divê gelê Başûrê Kurdistanê bibe yek deng. Em ê bi qasî ji me bê alîkarî bidin Rojavayê Kurdistanê. Divê em hemû Kurd destkeftiyên li wir biparêzin. Ji bo vê jî yekitiya neteweyî girîng e.”
JI BO CIVÎNA PARÎSÊ HATIN VEXWENDIN
Endamê KNK’ê Xebat Muhemed jî piştî nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê, bal kişand serKonferansa Neteweyî ya Kurdan. Muhemed Komala Îslamî vexwend Civîna Yekitiyê ya ku dê di meha cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin û got; “Em dixwazin têkiliyên xwe bi Komeleya Îslamî re xurtbikin.”
Hevdîtina her du aliyan piştî du saetan bi dawî bû. Şandeya KNK’ê ji bo beşdarî semînera ji aliyê parêzeran ve li Silêmanî tê lidarxistin derketin.
ANF NEWS AGENCY