KNK'ê di 31'ê Gulan-1'ê Hezîranê de dicive
29 Gulan 2014 BRUKSEL- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê di navbera 31'ê Gulan û 1'ê Hezîranê de li paytexta Belçîk Brukselê civîna xwe ya Giştî li dar dixe.
14. Civîna Giştî ya KNK'ê ya Asayî, ku salane tê lidarxistin, wê di navbera 31'ê Gulan û 1'ê Hezîranê de li paytexta Belçîka Brukselê pêk were.
Konseya Rêveber a KNK'ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku 14. Civîna Giştî wê bi beşdariya hejmareke bilind a berpiryarên hemû organîzasyonên Kurd û Kurdistanî yên polîtîk û sivîl û kesayetan dê 2 rojan dewam bike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja destpêkê wê weke Şêwira Neteweyî derbas bibe û hemû beşdar wê bîr, bawerî û dîtinên xwe der barê pirs û pirsgirêkên navxweyî û yên derve de bînin ziman. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama roja destpêkê de wê deklarasyoneke hevpar jî bê belavkirin.
Konseya Rêveber da xuyakirin ku di roja duyemîn a Civîna Giştî de jî wê endamên KNK'ê li ser kar û bar, polîtîka û perspektîfên pêşerojê yên KNK'ê dîtin û pêşniyarên xwe bînin ziman.
Hat ragihandin ku Civîna Giştî de wê li li ser bername û rêziknameyê jî guhertin bên kirin û bi vî rengî KNK bê nû û xurtkirin.
Konseya Rêveber a KNK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku medyaya Kurdistanê ji bo civîna giştî hatiye vexwendin û yên vexwendîname negihaştibin wan jî xwest, cihê xwe di civîna giştî de bigirin.