KNK’ê Dr. Qasimlo bi bîr anî
KNK’ê, rêberê Kurd Dr. Qasimlo bi bîr anî
Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê Rêberê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Dr. Ebdurrehman Qasimlo bi bîr anî û got; “Piştî 22 salan jî, dijminên gelê Kurd û dagirkerên Kurdistanê dev ji îxanet û bêbextiya li dijî gelê kurd û lîderên kurd bernedane.”
KNK’ê got; “Serokê PDK’ya Rojhilatê Kurdistanê Dr. Ebdurrehman Qasimlo, di 13’ê Tîrmeha 1989’an de, di hevdîtinek aştî û çareseiryek demokratîk, ya bi Molleyên Îranê re, bi bêbextî û ji aliyê heman molleyan ve hate kuştin. Piştî 22 salan jî, dijminên gelê Kurd û dagirkerên Kurdistanê dev ji îxanet û bêbextiya li dijî gelê kurd û lîderên kurd bernedane.”
Peyama KNK’ê wiha didome; “Dr. Evdurrehman Qasimlo, rêberekî Kurd bû û li hemberî dagirkeriya xaka Kurdistanê û zordestiya li ser gelê Kurd têkoşîna şoreşgerî dikir. Heta roja dawî jî, şerê gerilatî, diplomatîk, siyasî û civakî da meşandin û ji daxwazên gelê kurd tawîz nedan û teslimiyet qebûl nekir. Lê dijminên gelê kurd û dagirkerên Kurdistanê her dem, ol, Xweda û pêxember bi kar anîne û gunehkariyên mezin û sucên mirovahiyê kirine. Molleyên Îranê jî, di şexsê Dr. Ebdurrehman Qasimlo de, li dijî gelê Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê, heman gunehkarî kirin û rêberê têkoşîna azadiya gelê kurd Dr. Ebdurrehman Qasimlo, di kemîneke bêbextî de şehîd kirin. Serokê Îranê, Humeynî jî, di 19’ê Tebaxa 1979’an de, di televizyona dewleta Îranê de, fermana kuştina Dr. Qasimlo da.
Dîsa jî molleyên Îranê nikarîbûn îradeya gelê kurd yên Rojhilat bişkînin û hêza gelê Kurd têk bibin. Lewma serî li bêbextiyê dan û di hevdîtinên aştî û çareseriya demokratîk de, Dr. Ebdurehman Qasimlo li payîtexta Awusturya Vienê kuştin. Dewleta Awusturya jî piştî lêkolînên dem dirêj, bi awayekî fermî ragihand ku dewleta Îranê rêberê Kurd, bi bê bextî kuştiye.
Dr. Ebdurrehman Qasimlo, heta roja dawî şoreşgerê azadiya gelê Kurd bû û baş dizanibû ku, azadiya gelê kurd di yekîtiya neteweyî a gelê kurd de veşartî ye. Ji bo vê jî heta roja dawî têkoşîn kir. Lê dijminên dagirkerên Kurdistanê, li dijî Dr. Qasimlo kemînek bêbextiyê danî û şehîd kirin. Piştî 22 salan jî, hîna dagirkerên Kurdistanê, dev ji bêbextî û lîstik, dek û dolabên li dijî lîderên Kurd û gelê Kurd bernedane.
Bi vê mebestê em weke KNKê, Lîderê Kurd, Dr. Evdurrehman Qasimlo bi dilsozî yad dikin û bêbextiya dijminên dagirkerên Kurdistanê bi dijwarî şermezar dikin. Pêwiste gelê kurd, hêzên siyasî yên gelê kurd, ji bêbextî û lîstikên dijminên xwe dersan bigirin û di vê pêvajoya dîrokî de weke hêzeke herêmî derbikevin holê. Baş tê zanîn ku Rojhilata Navîn ji nû de tê dizaynkirin û dengeyên herêmê, ji nû de têne rûnandin. Gelê kurd li herêmê hêzêke mezin e û pêwiste vê hêza xwe di pêk anîna Yekîtiya Neteweyî de destnîşan bike û di guhertinên herêmê de rol û misyona xwe ya sereke bilîze. Serketina gelê kurd di yekîtiya neteweyî de ye.
Em weke KNKe, diyar dikin ku, emê li xewn û xeyalên şehîdê azadiyê, lîderê Kurd Dr. Evdurrehman Qasimlo xwedî derbikevin û ala wî ya têkoşîna azadiyê di qada herî bilind de bibalivînin û ji mafên gelê Kurd yên azadiyê jî paş de gavan navêjin. “
ANF NEWS AGENCY