1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KNK'ê ji bo Elçî sersaxî xwest
KNK'ê ji bo Elçî sersaxî xwest,knk,ê,ji,bo,elçî,sersaxî,xwest

KNK'ê ji bo Elçî sersaxî xwest

A+ A-

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNK'ê der barê wefata parlamenterê kurd yê Amedê û Serokê Giştî yê KADEPê Şerafeddin Elçî de daxuyanî da û sersaxî xwest û wiha got: "Em ji ber vê mirina bê wext ji gelê kurd û malbata Elçî sersaxî dixwazin."

KNK'ê di daxuyaniya sersaxiya ji bo Şerafeddîn Elçî de wiha got: "Di her darbeya eskerî, weke 12'ê Adara 1971'ê, 12'ê Îlona 1980'î d ejî, hate girtin, hate êşkence kirin û hate dadgeh kirin. Dîsa jî, ji baweriya xwe, ji dilsoziya ligel mafên gelê xwe tawîz nedan û têkoşîna xwe ya siyasî domand. Ji sedema ku di dema wezîrtiya xwe de, kurd girtine kar jî, ji aliyê Dîwana Bilind ve hate darizandin û hate ceza kirin. Şerafaddîn Elçî, piştî ku di hilbijartinên 12'ê Hezîranê de, dibin sîwana Bloka Ked, Azadî û Demokrasî de, wek parlamenterê Amedê hate hilbijartin, di têkoşîna gel de aktîftir kar kir û li dijî dîlgirtin û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan jî dijberiya xwe nîşan da. Siyasetmedarê kurd Şerafeddîn Elçî, di demeke ku hêzên global li herêmê û Rojhilata Navîn dizayn-kirinek nû dane dest pê kirin de, Gelê Kurd jî, li herêmê û Rojhilata Navîn, wek hêza xwedî rol û misyon derketiye pêş, bi nexweşiya pençeşêrê ket û jiyana xwe ji dest da. Şerefeddîn Elçî, dinavbera hêzên kurd de jî weke stuna aştî û yekîtiya neteweyî a Kurdistanî dihate naskirin. Bi vê mebestê wefata wî, ji bo siyaseta kurd, ji bo têkoşîna gelê kurd, ji bo pêkhatina yekîtiya gelê kurd windahiyeke mezin e."

KNK'ê da zanîn ku Şerafeddîn Elçî wê di dîroka têkoşîna gelê kurd de û di dilê gelê kurd de cihê xwe yê layik bigire û wiha berdewam kir: "Bi vê pêwanê, em weke KNK'ê, careke din bang li tevahiya hêzên siyasî yên kurd dikin ku, di vê pêvajoya dîrokî û hassas de, di pêkhatina yekîtiya neteweyî û dilsoziya Kurdistanî de gavên dilsozî biavêjin. Yekîtiya neteweyî, daxwaza Şerafeddîn Elçî bû û di têkoîşîna xwe ya demdirêj de,ev daxwaz di her firsetê de dianî ziman. Pêwiste were zanîn ku, yekîtiya neteweyî, daxwaza gelê me, daxwaza şehîdên azadiyê teva ye."

KNK'e, wefeta siyasetmedarê kurd, Şerafeddîn Elçî, ji bo siyaseta gelê kurd teva, wihdahiyek mezin dit û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro di şexsê Erdogan û AKPê de li dijî gelê kurd tê meşandin de, mina wefeta siyasetmedarên din yên kurd teva, ji wefata Birêz Şerafeddîn Elçî jî berpirsiyar dibîne. Ew şehîdê doza azadiya kurd e, berdêl çi dibe bila bibe, emê li doza wî û şehîdên xwe xwedî derbikevin. Bi vê mebestê em careke din ji malbata Elçî û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin."

(mae)