1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê piştgiriya ji bo DAIŞ’ê dubare kir
Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê piştgiriya ji bo DAIŞ’ê dubare kir,koalîsyona,niştimanî,ya,sûriyê,piştgiriya,ji,bo,daiş,ê,dubare,kir

Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê piştgiriya ji bo DAIŞ’ê dubare kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 04.01.2014 13:02:52 Koalîsyona Niştimanî ya Suriyê, li hemberî operasyona ku YPG’ê li ser banga şêniyên herêmê, li dijî komên çete yên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, careke din piştgiriya xwe ji bo DAIŞ’ê nîşan da.

Koalîsyona Niştimaniya Sûriyê ku xwe wekî dijminê DAIŞ’ê dide naskirin, li hemberî operasyona YPG’ê ya li bajaroka Til Hemîs, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê dubare kir.

Koalîsyona Niştimaniya Sûriyê ku ji Erebên Sunî û yên ku ji rêjîma Baasê veqetîne pêk tê, helwesta xwe ya li dijî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî dubare kir û îdîa ku PYD dijminahiya şoreşê dike.

Di daxuyaniyê de pesnên DAIŞ’ê hatin dayîn wiha hate gotin: “Em Mêrxasiya we di berxwedana bajaroka Til Hemîs de pîroz dikin û banga me ji we re ye ku hûn yekîtiya xwe xurt bikin.”

Tê zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 26’ê kanûna 2013’an de li ser banga welatiyên herêma Til Hemîs û Til Berek, li dijî komên çete yên DAIŞ’ê operasyon dabû destpêkirin.