‘Koalîsyona Opozîsyonê xirabiyê dixe nava pêkhateyan’
NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînasyona Meclîsên Rêveber a Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê, daxuyaniya Koalîsyona Opozîsyona Suriyê ya li dijî YPG’ê şermezar kir û got ku koalîsyon xirabiyê dixe nava pêkhateyan.
Kordînasyona Meclîsên Rêveber a Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Serkeftinên Yekîneyên Parastina Gel, Asayiş, Hêzên Erka Xweparastinê, Encûmena Leşkerî ya Suryanî, Senadîd, Şemeran, Hêzên Parazvanên Xabûrê û bi piştgirtiya hêzên koalîsyona navnetewî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê, serkeftina hemû pêkhateyên Rojava ye. Li hemberî van serkeftinan wekî her carê koalîsyona Opozîsyona Suriyeyê, dîsa nêzîkatiyên xwe yên nebaş û derewîn nîşan dan.
Dixwazin bi vê yekê serkeftinên YPG û YPJ’ê û hêzên di bi siya wan de têdikoşin, her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di nava raya giştî de xirab nîşan bidin.
Bi van karan Koalîsyon xwedî li siyasata DAIŞ’ê û pêkanînên wê derdikeve, xerabiyê dixe nava pêkateyên Suriyê û bi taybetî jî pêkhateyên Rojava. Em van nêzîkahiyên koalîsyonê şermezar dikin û em bi xwîna şehîdan sûnd dixwîn ku em ê axa Rojava ji gemara çeteyên DAIŞ’ê papij bikin.”
(aq)
ANHA