1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kobaniyan banga alîkariya lezgînî li her kesî kirin
Kobaniyan banga alîkariya lezgînî li her kesî kirin,kobaniyan,banga,alîkariya,lezgînî,li,her,kesî,kirin

Kobaniyan banga alîkariya lezgînî li her kesî kirin

A+ A-

DÎHA: Bi deh hezaran welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û di konbajaran de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyan diyar kirin ku hewceyiya wan bi alîkariya lezgînî yên wekî pêdiviyên razanê, mama zarokan û zexîreyê heye.

Komîsyona Alîkariyê ya Kobanê der barê rewşa welatiyan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi deh hezaran welatiyên ku ji Kobanê hatin li konbajaran bi cih bûne pêdiviya wan bi pêdiviyên jiyanî heye. Endamê komîsyınê Halîl Akbaş diyar kir ku pêdiviya welatiyan bi lezgînî bi zexîre, mamayên zarokan, pêdiviyên razanê û sotemeniyê heye.

Akbaş derbarê pêdiviyên welatiyên ên lezgînî de ev tişt anî ziman: "Ji hêla şaredariyên me yên DBP û HDP'ê yên Kurdistanê û xêrxwazan ve bi sed hezaran ton alîkariya zexîreyê hat; lê belê ji ber ku hejmara welatiyên ku hatine vir zêde ye dîsa jî hewceyî bi alîkariya lezgînî heye. Heta niha ji saziyên dewletê alîkarî nehatiye. Bi taybetî pêdiiyên welatiyên me yên di konbajaran de dijîn betanî, balgîf, doşek, kilîman heye. Ji ber kêmbûna doşekan gelek welatî di vê sermayê de li erdê radizên û ji ber yêk yekê nexweş dikevin. Her wiha ji bo taştê pêdivî bi penêr, zeytûn, rîçal û hwd. hene. Malzemeyên paqijiyê jî niha li ber destên me nemane û di vî alî de jî kêmanî heye. Bi taybetî ji bo zarokan pêdivî bi mamayên zarokan heye û niha mama li ber destê me nemaye. Ji ber vê yekê zarok birçîne û ji bir^çina nikarin razên. Dîsa pêdivî bi nîsk, nok û fasulye hene. Ji bo germkirinê jî pêdivî bi sobeyan hene."

(wk)