Kobaniyan bersiv da PDK û AKP'ê: Kes ji birçîna nemiriye!
ERDOGAN ALTAN
KOBANÊ (DÎHA) - Zebzefiroş û fêkîfiroşên Hala Soqulhalê ya Kantona Kobanê li hemberî girtina deriyên sînor ên Murşîtpinar û Sêmalka bertekên xwe dan der û wiha pirs arasteyî raya giştî kirin: "Em dizanin AKP dijminê kurdan e, lê çima PDK û Hikûmeta Başurê Kurdistanê derî li me girtin?" Hemwelatiyan diyar kirin ku divê derî bên vekirin û dest nîşan kirin ku li vir 2 meh şûn de dê sebzeyên li kobanê hatine çandin şîn bibin.
Gelê Rojava bi taybetî jî Kantona Kobanê berî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê,yên dijminê mirovahiyê, hemû pêdiviyên xwe yên jiyanî bi çandiniyê pêk dihanîn, lê bi êrîşan re koçberiyeke mezin î ji neçarî pêk hat û ji ber van koçberiyan hemû çandinî jî ber bi têkçûnê ve çûn. Bi vegera gelê Kobanê re êdî hêdî hêdî ji nû ve avakirin pêk tê û di vî warî de Desteya Çandiniyê ya Kantona Kobanê di destpêkê de ji bo çandiniyê avakirina koperatîfan da destpêkirin û ev avakirin hîn jî didome.
Piştî pêşniyara federaliyê derî hate girtin
Tirkiye bi êrîşa xwe ya li ser herêma Şehbayê re Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê Kantona Kobanê girt û rê li pêşiya hemû bazirganiya zexîre, zebze û fêkiyan girt. Ev meheke ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji bo zexîre, zebze û fêkiyan hatiye girtin, li ser vê yekê gelê Kantona Kobanê berê xwe da Deriyê Sînor ê Sêmalka ku li Kantona Cizîrê û Başurê Kurdistanê bazirganiya pêdiviyên jiyanê pêk tanîn. Lê piştî dewleta AKP/Erdogan ev car PDK û hikûmeta Herêma Başurê Kurdistanê jî ev hefteyeke deriyê sînor girtin. Balkêş e girtina derî piştî nîqaşên îlankirina Pergala Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyê pêk hat.
Hala zebzeyan vala ye
Li ser girtina her du deriyên sînor re bi taybetî Hala Soqulhalê ya Kantona Kobanê ku her tim tije bû, piştî vê bi rojane vala ye. Di halê de tenê kîsên pîvazên hişk tên xûyakirin. Gelê Kobanê niha bê fêkî û zebze ne lê divê 2 meh îdare bikin da ku zebzeyên çandine şîn bibin.
'Bê şînatî nabe lê'
Xwediyê Dezgehê Zebze û fêkiyan ê li Hala Soqulhalê Xelîl Xazî, bi bîr xist ku ev meheke Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatiye girtin û da zanîn ku ew nikarin zebze û fêkiyan bînin. Xazî, diyar kir ku piştî derî hate girtin wan êdî ji Deriyê Sînor ê Sêmalka ji Başurê Kurdistanê pêdiviyên xwe dianî, lê kîloya firingiyan kiribûn 500 lîreyê Sûriyê, ji ber vê yekê pir buha dihat firotin. Xazî, dest nîşan kir ku lê niha Deriyê Sêmalka jî hatiye girtin û ew êdî bi tu awayî nikarin zebze û fêkiyan bînin.
'Dewleta tirk dijminatiyê dike em wê fêm dikin lê ya başûr?'
Berpirsiyarê Hala Soqulhalê ya Kobanê Mehmûd Dîko jî balkişand ser girtina her du deriyên Murşitpinar û Sêmalka û bi pirsên "Baş e dewleta tirk deriyê sînor girt rast e rast dijminatiyê dike lê rêveberiya Başûrê Kurdistanê çima wisa dike? Ma kurd derî li ser kurdan digire? Gelê Kobanê ji bin karesatekê derket ma vê yekê nizanin" bertekên xwe li hemberî vê nêzîkatiya PDK'ê û dewleta AKP'ê dan der. Dîko, da zanîn ku eger derî venebin jî heta 2-3 meh ew dê bi pîvazên hişk îdare bikin heta ku wan li ser axa Kobanê şînatiyên ku çandine şîn bibin. Dîko, anî ziman ku ev girtina derî polîtîkaya rêveberiya Başûrê Kurdistan ê bi hikumeta AKP'ê ve çewa girêdayî ye dide nîşandan.
'Kes ji birçîbûnê nemiriye'
Tezgehvanê halê Omer Osman jî, diyar kir ku bi girtina van deriyên sînor bazirganiyê asteng dike û dixwazin bi vê yekê re gelê Kobanê bi birçîbûnê terbiye bikin û wiha got: "Lê eger venekin jî bila vê yekê baş zanibin ku kes ji birçiyan nemiriye. Heta şînatiyên me çêbibin em dê îdare bikin. Belkî têr neke jî lê dîsa li gorî xwe her kes dê çandiniya xwe bike."
Nihoyê Henîf jî, anî ziman ku niha li ser dezgeha wan tenê pîvazên hişk hene û diyar kir ku ji ber derî hatine girtin ew wisa mane. Henîf, dest nîşan kir ku ew dê ji neçarî 2 mehan îdare bikin û piştre dezgehên xwe bi zebzeyên xwe yên ku wan çandine tije bikin.
(red)