1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kobanê li ber xwe dide!
Kobanê li ber xwe dide!,kobanê,li,ber,xwe,dide

Kobanê li ber xwe dide!

A+ A-

KOBANÊ -ANF Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, li dû êrîşên DAIŞ'ê yên tevahiya rojê dewam kirin, duh bi şev bû cihê şerekî giran. Dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran û tankan êrîşî bajêr kirin û li hemberî vê êrîşî berxwedaneke dîrokî tê nîşandan.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê ji bo bikevin nava navenda bajarê Kobanê, ji eniyên rojhilat û başûr û rojava dest bi êrîşên dijwar kir. Di dema êrîşa bi desteka çekên giran û tankan de çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî li eniya başûr nêzî bajêr bû. Lê belê şervanên YPG/YPJ'ê dest bi operasyoneke dijber kirin û nehiştin çete bikevin nava bajêr.

Li eniya rojhilat jî pevçûnên dijwar diqewimin û tê gotin ku rêveçûna çeteyan ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatiye sekinandin.

Li eniya rojava, di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar heye.

Der barê encama şerê li her sê eniyan de agahiyeke zelal heta niha bi dest neketine. Tê payîn ku YPG di demeke kurt de der barê mijarê de raya giştî agahdar bike.

DI NAVA BAJÊR DE AMADEKARÎ HENE

Li gel şerê li derveyî bajêr hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ li nava bajêr jî xetên parastinê ava kirine. Hevserokê Kantonê Enwer Muslim da xuyakirin ku ew li nava bajêr amade ne û heta dawiyê ew ê Kobanê biparêzin.

LI HEMBERÎ DU NUQTEYAN ÊRÎŞA HEWAYÎ

Li gel şerê tevahiya şevê dewam kir, balafirên ser bi koalîsyona navneteweyî ya li hemberî DAIŞ'ê hat avakirin, li eniya rojhilat du nuqteyên çeteyan bombe kirin. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di bombebaranê de du tankên DAIŞ'ê hedef hatine girtin.

Li dû bombebaranê, tevgera hewayî ya li ser bajêr dewam kir, lê heta serê sibê ti bombebaraneke din nehat kirin.

LI SÎNOR ELEKTRÎK QUT BÛ

Li aliyê din, bi dijwarbûna şerê li ser sînorê Tirkiyeyê re elektrîk qut bû. Hemû ronahiyên ji bo ewlekariya sînor hatin danîn hatin vemirandin û tevahiya sînor tarî bû. Tevî qutbûna eletkrîkê çalakgerên li ser sînor nobeda xwe dewam kirin.

Bi destê sibehê re, di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li eniya rojhilat şerê dijwar destpê kir. Ji eniya rojava jî dem bi dem dengê çekan tê bihîstin.


Bêjeyên Miftehî