Kobanê zeytûnên xwe diçine
KOBANÊ 06.11.2013 10:04:09 Li herêma Kobanê demsala çinîna zeytûnan destpê kir, lê hilbirîna îsal ji nîvî kêmtir bû.
Darên Zeytûnê ku pirranî li herêma Efrînê tê çandin, ji 10 salan û vir ve li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê belav bûye. Li herêma Kobanê tevî gelek astengiyan jî zeytûnê li rojhilat û rojavayê herêmê tê çandin. Ji ber ku axa herêma Kobanê bi kêrî çandina zeytûnan nayê, çotkar hewil didin ku bi alîkariya zibil û avdanê hilbirîna xwe baştir bikin.
Cotkarên Kobanê diyar kirin ku ji ber buhabûna sotemeniyê û tunebûna zibil hibirîna wan a îsal li gorî salên berê ji nîvî kêmtir e. Cotkaran da zanîn ku salên berê ji 3 kîlo zeytûn lîtrek zeyt çêdibû lê, îsal hilbirîna zeytê ji nêvî kêmtir e.
Jiber ku li herêma Kobanê kargehên çêkirina zeytê tunene, cotkaran zeytûnên xwe dibirin kargehên li bajarê Minbic û Sirînê, lê îsal jiber ku komên çekdar rê girtine û rêwiyan talan dikin, cotyaran jî nikarin zeytûnên xwe bibin kargehan.