‘Kobanî ji bo min jiyanek nû afirand’
Ew jî yek ji hezaran ciwanên ku ji 4 perçeyên Kurdistanê berê xwe dane Kobaniyê ye.
KENDAL CÛDÎ
KOBANÊ – Ew jî yek ji hezaran ciwanên ku ji 4 perçeyên Kurdistanê berê xwe dane Kobanê ye. Dema bajarê wî ji aliyê rejîma Baas ve hate bombebarankirin hîn 8 salî bû. Li Rojhilat 7 salan di girtîgehê de ma, li Başûr 40 rojan ji aliyê Asayîşê ve hate girtin. Lê têkoşîna xwe domand û bi gotina wî, “Kobanê jiyaneke nû afirand”.
Kejwan Serdeşt ji bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew jî ji ber hovîtiyên ku li ser kurdan û bajarên wan hatine pêkanîn, di nava têkoşînê de mezin bûye. Dema hêzên rejîma Baas a Iraqê di 28’ê Hezîrana sala 1987’an de bajarê Serdest bombebaran kirin û di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, Kejwan hîn 8 salî bû. Lewre hîn di zarokatiya xwe de tevlî têkoşînê bûye.
7 salan di girtîgehê de ma
Kejwar Serdeşt di sala 1991’an de tevlî nava pêşmergeyên Partî Demoqratî Kurdistana ya Îranê (PDK-Î) bûye. Di 2003’yan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi hinceta ku li ser navê PDK-Î bi veşartî kar dimeşîne, hate girtin. Di encama darizandinê de 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Lê Kejwar piştî 7 salan ji girtîgehê direve.
Vê carê li Başûr hate girtin
Serdeşt piştî ji girtîgehê xwe xilas kir, derbasî Başûrê Kurdistan bû, lê vê carê ji alî hêzên PDK’ê ve hate girtin û bi hinceta ku nasnameya wî tuneye, 40 rojan di girtîgehê de tê girtin. Piştî hate berdan, li Başûr tevlî xebatên Partiya Jiyana Azad (PJAK) a Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Berê xwe da Kobanê
Bi destpêkirina şoreşê li Rojavayî Kurdistanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê re, Serdeşt jî berê xwe dide Rojava. Di Tîrmeha 2014’an de li Kantona Cizîrê cihê xwe di nav refên YPG’ê girt û li eniyên şer yên Hesekê û Serêkaniyê tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ ê bûye.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî Kobanê kirin, Serdeşt jî wekî gelek ciwanên ji çar perçeyên Kurdistanê, dixwaze biçe Kobanê. Ev daxwazî hate qebûlkirin û di di Cotmeha 2014’an de derbasî Kobanê bûye. Di nava vê demê de li 3 eniyên Kobanê tevlî berxwedana dîrokî bûye. Serdest herî dawiyê li eniya rojhilat a Kantonê hatiye erkdarkirin
Li hersê eniyên Kantonê ew jî wekî hemû hevalên xwe li dijî çeteyan rawestiyaye û gelek caran tevlî şerên pir dijwar bûye.
12 saetan di çemberê de man
Yek ji van şerên dijwar jî li eniya başûr çêbûye û Serdeşt û hevalên 12 saetan di çembera çeteyan de mane. Serdeşt vê berxwedana dijwar wiha vegot: “Li eniya başûrê Kobanê min û 9 hevalên xwe saet di 4`ê berbanga sibehê de, me li hemberî noqteyeke çeteyan çalakiyek lidar xist. Li gorî agahiyên ku me girtibûn, diviyabû ku li wê derê çete nebûna. Bêyî ku şer derkeve em ketin noqteyê. Lê tişta balkêş ew bû ku me nizanbû çete li wir hene û çeteyan jî nizanbûn ku em ketine wî cihî. Serê sibehê saet di 07.00’an de, me li kolanan nêrî ku komên çeteyan digerin. Ji bo mîn ev dîmeneke balkêş bû. Ji ber ku cara yekemîne ez çeteyên DAIŞ’ê bi çavê xwe dibînim. Destpêkê me 5 çete kuştin, lê piştre çeteyan ji sê milan ve em dorbêç kirin û bi hemû rengê çekan êrîş kirin. Hevalên me nizanbûn ku em li wê noqteyê ne, lewre wan jî car caran gule li ser me direşandin. Piştî ku me ji hevalan re got ku em li wî cihê çeteyanin, wan êdî êrîşa xwe rawistandin.Lê êrîşa çeteyan ranewesta, di wî şerî de ez lingê xwe birîndar bûm, lê me şerê xwe berdewam kir.
Şer serê sibehê saet ji 06.00’an heta 17.00’an dom kir. Dema bû şev hevalên me êrîşî çeteyan kirin şer dijwar bû, wê demê em ji wir derketin, bi derketina me ,hevalê me Sînan, Heqî û Xelîl birîndar bûn, lê çeteyên DAIŞ ê zêdetirî 20 windahî dan û cenazeyên wan li kolanan bûn.”
Serdeşt piştî vê pevçûnê 3 rojan di nexweşxaneyê de maye û careke din vegeriyaye eniya pêş a şer. Serdeşt niha jî li eniya rojhilatê Kobanê tevlî operasyonên paqijkirina herêmê dibe.
Serdeşt tevahî zemanê xwe yê ku di nava berxwedana dîrokî de derbas bûye bi van gotinên kurt û watedar anîn ziman: “Şerê Kobanê ji bo min jiyaneke nû afirand. Bi sedan hevalên min li Kobanê jiyana xwe dest dane. Soza rast jî şopandina riya wan e.”
(aq)
ANHA