Kobanî nanê xwe bi Şengaliyan re parve dikin
KOBANÊ 10.08.2014 09:48:26 Saziyên navneteweyî guhê xwe li banga alîkariya lezgîn a gelê Şengalê digirin, lê belê Kobaniyiyên ev meheke rastî êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê tên, nanê xwe bi gelê Şengalê re parve kirin.
Hikûmeta Kobanê tevî hemû zor û zehmetiyan jî, bi du kamyonan alîkariya xwarinê ji gelê Şengalê re şand.
Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew êşên gelê Şengalê parve dikin û li cem gelê Şengalê yê ku ji bo parastina xwe "Yekîneyên Berxwedanê" ava kirine, cih digirin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Kantonê de wiha hat gotin: "Dor li me hatiye girtin û bi ambargoyê re hewl tê dayîn ku em teslîm bên girtin. Li kantona me şîrê zarokan, derman, xwarin, av, gelekî kêm e. Tevî vê jî gelê Kobanê yê bi trajediya li Şengalê hesiya, êş û zehmetiyên xwe ji bîr kir û destê alîkariyê dirêjî gelê Şengalê Yê li çiyayê Şengalê tî û birçî hatiye hiştin. Ji bo parvekirina êş û alîkariyê bi lezgînî ket nava tevgerê."
Heman piştî daxuyaniya hikûmetê gelê Kobanê ji bo Şengalê xwarin berhev kir û bi 2 kamyonan alîkarî şand ji Şengalê re.