1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kobanî şoreşa sêyemîn pêk tîne – 1
Kobanî şoreşa sêyemîn pêk tîne – 1,kobanî,şoreşa,sêyemîn,pêk,tîne,1

Kobanî şoreşa sêyemîn pêk tîne – 1

A+ A-

NAZDAR EBDÎ https://www.youtube.com/watch?v=CEAYlsneMg0

KOBANÊ – Bi cihê xwe yê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, di dilê kurdan de cihê xwe girt û bi 19’ê Tîrmehê re pêşengiya şoreşa Rojava kir. Li hemberî êrîşên hovane yên dijminên mirovahiyê, piştî berxwedana ku 134 rojan dom kir û destan hatin nivîsandin vê carê hemû sînor rakirin û hêviyên gelan ji nûve zindî kirin, rêya eniyek têkoşîna gerdûnî vekir. Niha jî bi îradeya xwe ji nû ve tê afirandin.

Bajarê Kobanê, ango piştî Şoreşa Rojava û avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi navê xwe yê din Kantona (Herêma) Kobanê. Ev bajarê biçûk, lê niha hemû cîhan nas dike û bi navê xwe mezin bûye di navbera çemê Firatê û kaniyên Xabûrê de cîh digire. Ango li deşta Pirsûsê wekî gundên bi navê Kaniya Kurdan û Kaniya Murşidê bû. Piraniya herêmê kurd in, lê bi ereban re jî pirsgirêkek jiyan nedikirin û dostaniyek wan hebû. Nexwasim koçberên ereban ên ku sewalan xwedî dikin jî carinan li van deran sewalên xwe diçêrandin û li ser kaniyên wê av didan. Lewre jî kurdan navê ‘kaniya ereban’ jî li ser zêde kiribûn.

Beriya şerê yekemîn ên cîhanê dema Almanan rêya trênê ya navbera Berlîn û Bexdayê de çêdikir, li herêma Kobanê jî navendek çêkirina rêya trênê çêkirin. Navê şîrketa li vir jî kirin Deutsche Kompany (Şîrketa Alman). Piştî şîrket hate avakirin ji gundiyên herêmê hinekan li vir kar kirin, hinekan jî tişt difirotin endamên şîrketê, lewre ev gundê biçûk li dora vê şîrketê veguherî wargehek mezin. Bajarê ku bi vî rengî çêbû, navê xwe jî ji vir digire. Lê rejîma Baas di çarçoveya plana kembera Erebî de wekî Eyn El-Ereb guherî.

Pêşenga Şoreşa Rojava

Lê vî bajarê ku bi israra xwe tê nasîn, qet rêya xwe şaş nekir. Dema têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir, bajarê Kobanê rolek girîng lîstiye. Nexasim Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di ser vî bajarî re derbasî Rojhilata Navîn bû. Ango di wateyeke din de, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha şoreşa Rojava li vî bajarî avêt. Ji ber vê yekê ku dema li Suriyeyê serhildanên gel destpê kirin, li Rojavayê Kurdistanê cihê destpêkê çirûska şoreşê pêxist ev der bû. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gel rêveberiya bajar bidest xist û planên gelek hêzan serobino kirin.

Şoreşa gelan

Ji ber vê yekê hertim bû hedefa êrîşên hêzên herêmî û navnetewî. Êrîşa herî dijwar û dawiyê di 15’ê îlona 2014’an de pêk hatin. Lê li hemberî van êrîşan berxwedanek ku tu kesî hesab nedikir hate nîşandan. Bi destanên ku hatine nivîsandin hemû sînor di nava Kurdistanê de hatine danîn, ji holê hatin rakirin. Tevahiya Kurdistanê rabû ser piyan. Her wiha navê vî bajarê biçûk li tevahiya cîhanê hate bihîstin û ji her derê û her netewan bi sedan kes herikîn herêmê. Lewre hêviyên gelan ji nû ve zindî kirin û eniyek têkoşîna azadî û demokrasiyê ava kir.

Şoreşa ji nû ve afirandinê

Kobanê piştî berxwedanek 134 rojan, di 26’ê Çileya 2015’an de ji çeteyan hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê jî bêyî rawestandin xebatên ji nû ve avakirinê hatin destpêkirin. Lê tişta balkêş ew bû ku, qasî berxwedana hatiye nîşandan, di xebatên avakirinê de jî hevkariyek Kurdistanî û cîhanî tê nîşandan. Ango avakirin jî bi îradeya gelan tê pêkanîn. Nexasim piştî konferansa Kurdistanî ya li Amedê, wê konferansek jî, li Ewropayê bê lidarxistin.

Baş e xebatên ji nû ve avakirinê, çawa hatin destpêkirin û niha di kîjan astê de ne?

Piştî rizgarkirinê, li bajar dibin sîwaneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Desteya Jinûve Avakirina Kobanê hate avakirin. Di çarçoveya xebatan li aliyekê daxwazên alîkariyê yên rêxistin û saziyên Kurdistanî, cîhanî hatin girtin, li aliyekê jî 13 komîteyên tespîtkirina ziyanan, paqijkirina madeyên teqemeniyê, pêşwazîkirina gel ku vedigere bajar û hwd. hatin avakirin.

Biryara Muzeyê

Di çarçoveya xebatan de ji bo şahidiya berxwedan û dîrokê bike, ji gelek aliyan ve pêşniyar hatin kirin ku beşek ji navenda bajar wekî mûze bimîne û bê parastin. Ev pêşniyar jî di civînek ku Rêveberiya Kantonê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistin, sazî û gel tevlî bûn de hate nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de jî pêşniyar hate qebûlkirin. Li gorî vê cihên ku şerên dijwar lê qewimîne û destan lê hatine nivîsandin dê wekî mûze bimînin.

Konferansên Cizîr û Amedê

Li aliyê din jî li tevahiya Kurdistanê û derve jî xebatên ji nû ve avakirinê dom kirin. Di çarçoveya xebatan de li Kantona Cizîre konferansek hate lidarxistin û alîkarî hatin komkirin. Konferansa Kurdistanî ya mezin jî di 2-3’yê gulana 2015’an de li Amedê hate lidarxistin. Di konferansê de Komîteya Jinûve Avakirina Kobanê hate vakirin û biryar hate girtin ku hemû xebat ji aliyê vê komîteyê ve bêne birêvebirin.

Komîteya Jinûve Avakirina Kobanê

Piştî ku Komîteya Jinûve Avakirina Kobanê hate avakirin, Desteya Jinûve Avakirinê jî hate feskirin û di nava komîteyê de cîh girt. Li kantonê jî li gorî pêdiviyan 3 komîte hatin avakirin. Ev jî wiha ne:

-Komîteya vekirina rê û qadên serke yên bajar”

-Komîteya danîn û guhertina Nexşeya Avahîsaziyê (Muxetet Tenzîmî)

-Komîteya tesbîtkirina ziyanên malên ku dikevin nava cihên dê wekî mûze bêne hiştin.

Nexşeya avasaziyê

Weke gava yekem, komîteya ku bi nexşeya avahîsaziyê re mijûl e, wê di nexşeya avahîsaziya bajarê Kobanê ku di sala 2010`an de hatibû amadekirin de hin guhertinên pêwîst pêk bîne. Piştre Komîteya vekirina riyan li gora wan danînan wê dest bi karên serke yên vekirina rê û qadên serke yên bajar bikin. Li gorî wê jî di demên pêş de li dora wan qadan wê xebatên avakirin û mezinkirina bajar bêne meşandin.

‘Wê gelekî baş bibe’

Hevseroka Desteya Ji Nû Ve Avakirina Kobanê û Endezyar Rodîn Dabo diyar kir ku eger nexşeya dawî ya avahîsaziya Kobanê pêk bê dê gelekî baş bibe û got: “Ji ber ku di sîstema bajar a berê de gelek kêmasî hene. Di warê firehiya rêyan, trafîk, dibistan lawazî hene. Li ser van dane û detayan jî em ê kar bikin.”

Niha riyên sereke yên bajar ku divê bêne vekirin û li wir qadên fireh vebin, hatine tespîtkirin û şaredariya Kantonê bi alîkariya şaredariyên Bakûr dest bi vekirina riyan kiriye.

Endezyarên desteyê pîvan û firehiyên ku divê werin valakirin û li kîjan cihî bin tesbît dikin û radestî şaredariyê dikin. Di vê navberê de jî Asayîş tê agahdarkirin ku ji welatiyan re biryara valakirinê ragihîne. Heya niha cihê riyeke sereke ku Kolana 48`an digihîne kolana ser rêka Helebê ku berê cihê avahiyan bû hatiye valakirin û paqijkirin.

Dabo, anî ziman ku qasî ew dikarin dê nexşeya gengaz a avahîsaziyê çêbikin, lê di heman demê de hewl didin ku ziyanê negihînin welatiyan jî û wiha dom kir: “Me li hev kiriye ku divê zirareke mezin negihîjê mal û mulkên welatiyan. Li gorî wê jî em ê nexşeya avahîsaziyê biguherînin. Li gora nexşeyê divê em qadekê di Kolana 24`an de vekin. Lê belê li wê deverê hejmara malan gelek e û ji ber şer tu ziyanên mezin nedîtine, em jî nêzî wê deverê nabin. Riya ku me heya niha vekiriye dikeve devereke ku mal lê kêm bûn û hemû jî ketibûn qadên şer ku hema hema bi temamî hatibûn ruxandin.”

Berdêla malan dê bê dayîn

Li gorî planan, hemu malên ku ketine çarçoveya vekirina riyan de wê bêne berdêlkirin. Ji bo berdêlan jî bajar dê bê firehkirin. Ji bo wê jî erdên li rojavayê bajar ku mulkiyeta wan aydî rêveberiya herêmê ye hatine diyarkirin. Li gorî hatiye tesbîtkirin xebatên firehkirin û avakirinên nû wê di demên pêş de dest pê bikin.

Komîteya nexşeyê dê li ser danîna nexşeya nû ya deverên firehkirina bajar jî bixebite. Beşek ji wê nexşeyê di nexşeya 2010`an ya avahîsaziyên Kobanê de hatiye diyarkirin. Lê ji ber guhertinên heyî komîte dê hin sîfetên ku ji wê deverê re hatibûn hiştin biguhere.

Mînak, devera ku dikeve rojavayê riya Helebê, li gorî nexşeya avahîsaziyê, ji ber ku diket derveyî bajar weke cihekî sinaî hatibû diyarkirin. Lê niha eger firehkirin çêbibe ew ê bibe devereke jiyanî. li gorî wê jî wê li vir tax, dibistan, nexweşxane, park û gelek tiştên din bêne çêkirin.

Piştî konfransa Amedê komîteyê nexşeya xwe ku endezyarên herêmê amade kiribû, pêşkêşî gelek endezyarên Bakur û Başûrê Kurdistanê û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê jî kir da ku nêrînên xwe vebêjin.

Herî dawiyê jî, Komîteya tesbîtkirina ziyanên malên ku dikevin cihên dê bibin muze ku di 17`ê Gulana 2015`an de hatibû erkdarkirin, wê avahî û hemu tiştên ku berê tê de hebûn – Heya bi celebê buyax û dekora malê – û ziyanên ku gihiştiye wan tesbît bike. Ji bo di demên pêş de hemu mulkên welatiyan bi bedelên rasteqîn û gengaz ji wan re werin berdêlkirin.

Sibe: Xebatên şaredariyê