KODAR’ê Îran hişyar kir
NAVENDA NÛÇEYAN Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekî Îran ji ber bi tundî êrîşî çalakvanên Mihabadê kirî, hişyar kir ku wê ev êrîş bê bersiv nemînin.
KODAR’ê got: “Divê gelê me bizane xwîna Ferînaz li erdê namîne.” KODAR’ê herwiha bang li hemû gelên rojhilatê Kurdistanê kir ku piştgirî bidin xwepêşandanên li bajarê Mihabadê. Di daxuyaniya KODAR’ê de hatiye; “Siyasetên komara îslamiya Îranê dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne ji bo wê jî serî li her rêbazî dide. Ji ber vê yekê hemû sînorên mirovî û hiqûqî binpê dike.
Saziyên ewlekariya rejîmê berpirsiyarê bûyera Ferînaz Xosrowanî ye. Dixwezin bi siyaseta qirkirin, bêîradekirin û tepeserkirina civakê hemû pîvanên derveyî exlaq û namirovane rewa bikin. Em xwedîderketina gel silav dikin Di kesayeta Ferînaz de rûmet û nirxên gelê me rastî destdirêjî û êrîşê hatiye. Em hişyarî û xwedîderktina gel ji Ferînaz silav dikin. Xwepêşandanên Mihabadê nîşan da ku gelê me li hemberî pergala bêexlaq a komara îslamî xwedî helweste. Rejîma Îranê bi pêşxistina proseya tinekirinê bi rêka siyaseta asîmîlasyon û binpêkirina pîvanên civakî gelê me dike hedef. Gelê kurd bi ruhê şoreşgerî di her dem û cihekî de xwedî hewleste. Bûyera Şiwana Qadirî, darvekirina hevalên me di 9’ê Gulanê nîşan daye ku rejîma Îranê nikare îradeya gelê me bişkîne. Divê hemû Kurdistan rabin serhildanê Helwesta gelê Mihabadê helwestek pîroze.
Divê hemû şoreşger, azadîxwaz û mirovên birûmet li hemû bajarn pişgiriya xwe ji gelê Mihabadê re nîşan bidin. Nabe ji saziyên desthilatdar re destûr bêdayîn ku siyasetên xwe yên hovane li Kurdistanê berdewam bikin. berdewamî û belavbûna nerazîbûnan nîşaneya zindîbûna hestên azadîxwaz ê gelê me ye. Hişyariya ji Îranê re Em wek KODAR piştgiriya xwe ya jibo xelkê Mihabadê radighênin. Ji hemû gelê xwe yê azadîxwaz jî daxwaz dikin ku li hemberî vê bûyerê xwedî helwest bin. Herwiha em Îranê jî hişyar dikin nêzîkatiyên ne rast ên rejîmê li hember gelê me bêbersiv namîne. Herwiha em diyar dikin ku siyaset bi şîdet a li hember gelê me leyîstina bi agire. Em di dawî de ji malbata Ferînaz, gelê Mihabadê re sersaxiyê dixwazin û ji gelê me re dibêjin ku xwîna Ferînazê li erdê namîne.” (ge) -