Kokteyla Romana Zagros û Zerdeşt
Ji bo romana nivîskar û rojnamevan Mahabad Felat Arda kokteylek hat dayîn
Romana nivîskar û rojnamevan Mahabad Felat Arda, Zagros û Zerdeşt meha çûyî ji nav Weşanên Lîsê derketibû. Arda, ji ber romana wî ya yekem e, li paytexta Swêdê Stockholmê li Restauranta Våg kokteylek da. Rewşenbîr û nivîskarên kurd beşdarê kokteylê bûn. Axaftina vekirinê ya kokteylê ji aliyê nivîskar Can Şeker ve hat kirin. Şeker derbarê romanê de axaftinek kir û diyar kir ku roman balê dikşîne ser bûyer, serpêhatî, êş û azarên gelê kurd ên navbera salên 1978 û 1992’an. Şeker wiha berdewam kir: ”Beriya ku pirtûk bê weşandin, yek ji nivîskarên ku li ser daxwaza Mahabad Felat Arda romanê xwend jî, ez bûm. Arda, rewşa siyasî ya wê demê, rewşa gel a wê demê û êşa kambax a kûr a birakujiyê, di romana xwe de bi hostetî honaye. Ji bo min ev pirtûk di heman demê de ji bo avakirina yekîtî û biratiyek û têgihiştinek di navbera gelê kurd de, materyaleke grîng e.”
”Heya ji êşan ders neyê derxistin yekîtiyek jî ava nabe”
Piştî Can Şeker, nivîskar û rojnamevan Mahaba Felat Arda mafê axaftinê girt. Arda diyar kir ku di romana xwe de bêtir xwestiye balê bikşîne ser êş û azarên demekê ku bi xwe jî jiyaye û dîsa balê bikşîne ser lîstik û polîtîkayên dewletê ku bi çi rengî gelê kurd, partî û rêxistinên kurd dianî hemberî hev ku bi hêrs û kîneke mezin wan bi hev dida kuştin ango şerkirin. Arda wiha berdewam kir: ”Heya em ji êşên xwe dersên baş derneynin, em dê nikaribin yekîtiyeke rast û xurt jî di navbera xwe de biafirînin. Salên dirêj bûn ku min dixwest vê romanê binivîsim, lê min nediwêrî. Lewra min wisa bawer dikir û hîn jî di wê baweriyê de me ku divê ne ji bo mirov bêje min jî nivîsî, lê mirov eger bikaribe li ser ziman û wêjya xwe tiştek zêde bike, dewlemend bike divê mirov binivîse, wekî din mafê kesekî nîne asta bilind a ziman û wêjeya kurdî ji ber ezeziyên xwe daxîne jêr. Dîsa nediwêrîm, lewra erkek bû ku mirov wan deman bi rengekî objektîf ku her kesên wan deman jiyane bikaribe parçeyek ji xwe jê bibîne, û ji bo yên wan deman nejiyane jî, bibe çavkaniyek, binivîse. Min çendî ev erk karîbû pêk bînim bi vê romanê, êdî ew teqdîra xwendevanên romanê ye. Dixwazim vê jî bêjim; têkoşîna mezin a destanî û dîrokî ya Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi xwe re nirx û rûmetên mezin jî afirandin. Di encama van de jî gelê me îroj bêtir nêzîkê azadiyê bûye ku ev ji aliyê her kesekî dilsoz û bi wîjdan ve xuya ye. Ya grîng ku em êdî xwîna hev nerêjin û dest û mil û pişt bidine hev. Mîna nivîskarek kurd, min pirtûka xwe li ser bûyerên ku di vê çarçovê de qewîmîne hona.”
Piştî xwarinê, mêvanan pirtûk bi nivîskar dane îmze kirin û kokteyl bi dawî bû.
Amîda Kurd