Kolana Hunerê ya Amedê dibe kolana trafîkê
HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) - Şaredariya Amedê biryar da ku kolana Hunerê ku veguheriye cih û warên cafeyan û li dijî armanca xwe xizmetê dike, xera bike û vê kolanê têxe xizmeta trafîkê. Esnafên li kolanê jî ji ber fikra wan nehatiye girtin li hemberî vê biryarê aciz in.
Kolana hunerê ku piştî demekê veguherî kolana cafeyan, ji ber ku êdî xizmeta armanca xwe nake û bêtir geşedanên li dijî çand û sincê civakê pêş dikevin, şaredariyê biryar da ku kolanê hilweşînin û têxin xizmeta trafîkê. Piştî li vê kolanê cafeyên bê ruhsat zêde bûn û bêtir xizmeta armanca kapîtalîzmê kir, şaredariyê biryara guhertina kolanê da. Bi vê biryarê her çend esnafên kolanê bêjin kolan xizmeta armanca xwe nake jî dîsa ji ber biryar bêyî wan hatiye girtin, rexne dikin. Rojên borî Serokatiya Daîreya Bajarê Mezin a Amedê der barê Kolana Hunerê (Kolana Cafeyan) ya li Semta Ofîsê ya Şaredariya Yenîşehîrê dikeve biryara guhertinê da. Piştî şaredariyê biryar ji xwediyê cafeyan re şand, ev biryar bi awayekî neyînî ket rojeva esnafan û nerazîbûn zêde bû. Li gel hin esnaf erênî dibînin jî hin esnaf jî vê biryarê neyînî dibînin û diyar dikin ku li şûna kolanê dikin kolana trafîkê tenê tabela biguherin baştir dibe.
Di sala 2008'an de dema Firat Anli Şaredarê Yenişehirê bû bi armanca qada kesk û kolana hunerê ava kiribû. Bêtir ji bo kar û xebatên hunerê pêş bikeve ev kolan hatibû amadekirin. Lê ev kolana hunerê piştî demekê cafe lê hatin vekerin û her çû hêjmara cafeyên bê ruhsat û destûr lê zêde bûn. Kolana ku niha 15 cafe lê hene, ji armanc û fikra xwe dûr ket û wekî kolana cafeyan tê nasîn. Li ser pêşketina van cafeyan gelek gote got zêde bûn. Ji ber ku bê destûr ev cafe hatin zêdekirin, gelek caran di navbera şaredariyê û esnafan de niqaş derketin. Tê gotin ku ev kargeriyên ku destûr hatiye dayîn jî heta 2 salan peyman nehatiye nûkirin û li ser van kargeriyên cafeyan nelirêtî pêş ketiye. Ji ber ku ev kolan di demê de nehat venêrtin û lêpirsîn nehat kirin, her çû ji armanc û fikra xwe dûr ket. Ji ber ku jêra kolana hunerê otopark e dîsa pirsa dê ev kolan karibe barê trafîkê rake jî tîne hiş û aqilan.
Esnaf: Şaredariyê dikaribû fikrên me jî bistendana
Esnafê bi navê Ferhat Can, anî ziman ku ji ber wan bi xwe şaredarî hilbijartiye nizanin dê li hemberî vê biryarê çi bêjin, lê fikra wan jî hatiba stendin dê baştir bûbûya. Can, anî ziman ku li aliyekî dê bikin qada dar û beran, li aliyê din jî kolanê li trafîkê vedikin û ev yek baş nayê famkirin. Can, bertekên xwe li hemberî rewşa heyî jî anî ziman û wiha got: "Dema avahiyên qaçak hatin avakirin şaredarî li ku bû, çima wê demê bêdeng ma. Gelek gote gotên ku di van avahiyên qaçak de ruşvet hatiye xwarin jî hene." Can helwesta şaredariyê rexne kir û anî ziman ku şaredariya gel divê nerîna gel jî bistîne.
Esnafê bi navê Gokhan Biçer jî bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku bêyî fikra wan bistîne ev biryar hatiye stendin û ev jî mijara rexneyê ye. Bîcer, da zanîn ku mijara rastî ne trafike û wiha got: "Di esasê biryarê de berteka li hemberî vê kolonê heye û ji ber vê yekê biryara rê li trafikê vekin heye."
Recep Şeftalidali jî anî ziman ku 6 salin li vir pirtûkan difiroşe û ger biryarek wiha hat stendin dikaribû fikra wan jî bihata stendin û rexneyên xwe anîn ziman.
Welatî: biryar erênî ye, lê ne ji bo trafîkê
Welatiyê bi navê Kerim Çalim, Recep Yoldaş jî diyar kirin ku ev biryara veguhertina kolanê erênî ye, lê li şûna vê vekirina kolanê ya li trafîkêşaş e.
Yaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî, nêzî daxuyanî dayinê nebûn. Hevşaredarên Yenîşehirê jî diyar kirin ku di dema pêdivî hat dîtin de dê daxuyanî bidin.
(mae)