Kolandina xendekan li Hewlêrê tê şermezarkirin
08:36 11.04.2014 HEWLÊR (DÎHA) - Roja şemiyê bi boneya şermezarkirina kolandina xendekan a navbera Herêma Kurdistan û Rojava de, çalakiyek li pêşiya parlamentoya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bi boneya şermezarkirina kolandina xendekan a navbera Herêma Kurdistan û Rojava de, roja şemiyê (12.04.2014) li pêşiya parlamentoya Herêma Kurdistanê çalakiyekê lidardixe. Biryare piştî çalakiyê jî greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan were dest pê kirin. Berpirsê peywendiyên giştî yê PÇDK'ê Mam Hejar di vê derbarê de ji malpera Chatrpress re wiha got: "Ev demek dirêje di çarçoveya planên li dijî tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û bi taybet li dijî gelê kurd li rojavayê Kurdistanê planek heye. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kolandina xendekan kiriye. Li gor me tenê armanca vê yekê ew e ku rojavayê Kurdistanê ji başûrê Kurdistanê cûda bike."
Mam Hejar da zanîn ku wê du rojan dem bidin PDK'ê û wiha got: "Emê wekî PÇDK'ê roja şemiyê çalakiyeke nerazîbûnê li pêşiya parlamentoyê lidarbixin. Emê tenê du rojan dem bidin PDK'ê û ji bo kolandinê rawestîne. Emê du rojan jî di grevê de bin. Ger dest ji kolandina xendekan bernedin, em ê ber bi sînor ve bimeşin û biçin cihê ku xendek lê tên kolandin. Emê li wir çalakiya xwe berdewam bikin."
Berpirsê peywendiyên giştî yê PÇDK'ê Mam Hejar destnîşan kir ku gelek partî û aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek parlamenter jî wê beşdarî çalakiyê bibin û wê daxwaza rawestandina kolandina xendekan were kirin.
(mo/mae)