1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komalên Ciwan bang li ciwanan kir
Komalên Ciwan bang li ciwanan kir,komalên,ciwan,bang,li,ciwanan,kir

Komalên Ciwan bang li ciwanan kir

Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurd kir

A+ A-

Koordînasyona Komalên Ciwan bi boneya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê daxuyaniyek weşand û wiha bang li ciwnaên Kurd kir; “Em jî wek Komalên Ciwan bangî ciwanên Kurd yên welatparêz dikin ku ciyê xwe di vê pêvajoyê de bigrin, esareta li ser RÊBER APO rakin û welatê xwe azad bikin. Ji bo vê jî gerîla û partiya azadiyê mezin bikin.”

Komalên Ciwan di daxuyaniya nivîskî weşand de got; “Di dîroka civakî de hinek dem an jî bûyer hene ku rêgeha dîrokê, qedera civakan diguherînin. Ev dem- bûyer dibin taybetmendiyên bingehîn yên nasnameyên gelan. Dîsa dibin wesîleya derketina azadiya wan. Ev kêlî dîroka gelan ji dîroka dagirkeran diqetîne û di cihokekî din de ber bi azadiyê ve diherikîne. Di dîroka gelê Kurdistanê de jî guleya yekem ya 15 ê tebaxê tê wateya herikandina jiyanê ber bi azadiyê ve. Gelê Kurdistanê 15 ê Tebaxê wekî vejîna xwe pîrozwer pêşwazî kir. Ev roja pîroz ji boyî gelê Kurd bû cejna azadiyê. Em jî vê cejna vejînê di serî de li RÊBER APO,li şehîdên qehreman û li gelê serhildêr yê Kurdistanê pîroz dikin.”

Komalên Ciwan got; “Dewleta dagirker ya Tirk îdea dikir ku bi navê Kurdistanê erdnîgariyek tune ye. Kurd û Kurdîtî jî bi awayekî dij mirovahiyê di bin qirkirinê re derbas dikir û dixwest li ser rûyê erdê tiştekî yê Kurdan nehêle. Li ser xaka Kurdistanê her cure dagirkerî, îmha ,tunekirin, pişaftin dida meşandin. Welatê Kurdan dagir dikir û bi awayekî faşîzane mêtingeriya xwe didomand. Komara faşîst çand, ziman ,nasname û kesayetiya Kurd bi polîtîkayên îmha û înkarê tune dikir. Kurd hatibûn wê radeyê ku xwe înkar dikirin. Di nav van şert û mercan de pêşengê heqîqatê RÊBER APO ji Amarayê meşa azadiyê da destpêkirin. Ev meş ji êş û elemên gelê Kurd re derman, ji xaka wî ya terikî re ava jiyanê û ji xewa wî ya giran re şiyarbûn bû. Li hember vê derketinê dewleta dagirkera Tirk jî bêdeng nedima. Ji bo qutkirina qîrîna azad ya gelê Kurd, cuntaya faşîst ya 12ê Îlonê pêk anîbû. Armanca wan ew bû ku bi vê darbeyê pêşî li şiyarbûn û rabûna gelê Kurd bigirin û koletiya wî mayînde bikin. ji bo vê yekê jî zindanê weke amûrekî perçikandinê bikardianî. Bi hezaran Kurd xistibûn zindanan, bi îşkence û pêkûtiyên der exlaqî qir dikirin. Teslîmîyet û ixanet li wan ferz dikirin. Li hember van êrîşan berxwedanên dîrokî, têkoşînên bêemsal dihatin nîşandan. Yekem çirûska azadiyê Kawayê hemdem Mazlum DOĞAN bi çalakiya xwe pêxistibû. Li hember êrîşên dijmin yên hovane bi şiyara “Berxwedan jiyan e, teslîmiyet xiyanet e” perdeya îxanetê qelişandibû. Piştî vê, çalakiya ÇARAN ya ku bedana xwe dane ber agir û arê berxwedanê gur kirin û Li hember şovenîzma Kemalîstan helwesta şoreşgerî, xwedîderketina li nirxên mirovahîyê, di mirovbûnê de israr, di azadiyê de heta dawiyê bêsînor nêzîkbûn, pêkanîna fedakariya pêwîst, wek ferzekî jiyanê hate pêşxistin. Rojiya mezin ya mirinê jî vê berxwedanê derxist lûtkeya herî jor. Qêrîna wan gîhiştibû çiyayan û bibû fermana azadiyê. Van şoreşger û qehremanên mezin digotin “pêwîste qêrîna me bigîhîje her derê cîhanê” diviyabû tolhildana wan bihataya standin û wesîyeta wan bihata bi cih anîn. Bi pêngava 15 ê Tebaxê, berxwedana zindanê bi awayekî herî xurt hatibû bersivandin.”

Daxuyaniya Komalên Ciwan wiha berdewam dike: “Hamleya 15 ê Tebaxê guherandina dîroka gelê Kurd û şkandina zincîra koletiyê bû. Ev gule di mêjiye dijmin û di kesayetiya ketî ya Kurd de bi hêz teqiyabû. Di pêşengtiya fermendarê mezin rêheval EGÎD û rêheval ERDAL de li Dihê û şemzînanê guleyên yekemîn hatibûn teqandin. Ev bersiva zilm û zordariya dijmin ya hezar salan bû û ev bû bingeha tovê jiyan û vejînê. RÊBER APO piştî vê pêvajoyê wê bigota “vejîn hat temamkirin dora rizgariyê ye.”

Îro jî tehdîd û zordariya li ser gelê Kurd bi awayekî zirav û tujtir tê domandin. Dewleta faşîst ya AKP ji hikumeta cunta ya 12 Îlonê xeraptir zilm û zordariyê dimeşîne. Di 12 Îlonê de jî ewqas zarok, jin, pîr, kal, parêzer û parlamenter nehatibûn girtin, şerê qirêj nehatibû meşandin. Bi konseptekî ku topyekûn imhayê armanc dike, li ser gelê Kurd operasyonên qirkirin, li ser gerîla bi çekên kîmyewî êrişên tunekirinê û li ser RÊBER APO tecrîdek dij mirovahî dimeşine. Weke berdewama komploya nawneteweyî, 13 sal û 5 mehe RÊBER APO di pergala îşkence ya imraliyê de tecrîd dike û bi vê rêbazê dixwaze îradeya gelê Kurd teslîm bigire. Li hember terora dewleta faşist gelê Kurd jî sekna xwe diyar kiriye û helwesta xwe “NÊZÎKATIYA LI HEMBER RÊBER APO JI BO ME SEDAMA ŞER Û AŞITIYÊ YE” daniye holê. Li beramber vê jî ciwanên Kurd yên şoreşger ciyê xwe di nava tevgara azadiyê de digrin û xwedî li mîrateye şehîdên xwe derdikevin. Dîsa îro gerîlayên Kurd li Şemzînanê, ciyê ku guleya yekem hat teqandin tevgera xwe ya şoreşgerî bi pêş dixin. Xelasbûn û azadiya xwe nêzîktir dikin. Ev pêngava rizgariyê berdevama hamleya 15 ê Tebaxê ye. Em jî wek Komalên Ciwan bangî ciwanên Kurd yên welatparêz dikin ku ciyê xwe di vê pêvajoyê de bigrin, esareta li ser RÊBER APO rakin û welatê xwe azad bikin. Ji bo vê jî gerîla û partiya azadiyê mezin bikin.

Em carek din cejna vejina gelê xwe di serî de li RÊBER APO, di şexsê fermadarê mezin û rêheval EGÎD de li hemû şehîdên xwe, li gel û tevahiya hevalan û berxwedêrên zindanan pîroz dikin. Em hêvî û bawer dikin ku ev roj di van demên dawî yên dîrokî de wê bibe wesîleya azadiya RÊBER APO û gelê Kurd.”

ANF NEWS AGENCY