Komalên Jinên Ciwan ji bo azadiya Ocalan bang li jinan kir
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, bang li jinan kir ku ji bo azadiya Ocalan bi ruhê serhildanê dakevin qadan û got, "Em ê êdî kêliyek bêyî Rêber Apo qebûl nekin."
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Koordînasyonê bibîr xist, ku ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeya leşkerî û vir ve ew bi ti awayî agahiyê ji Rêberê PKK’ê Abdulalh Ocalan nagirin û bal kişand ser gefên mezin ên li ser jiyana Ocalan.
Koordînasyonê da zanîn, ku Ocalan sedema wan a jiyan, şer û aştiyê ye, lewma nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li tevger û gelê Kurd e û wiha dewam kir: "Her nêzîkatiyeke neyînî ya li hemberî Rêberê me wê bê bersiv nemîne û bi rengekî herî giran bersiva xwe bê dayîn. Ji bo parçekirin û tinekirina vê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê, heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me em ê li her derê bênavber têbikoşin û çalakiyan lidar bixin. Ev yek wê bibe armanca me ya bingehîn."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ne tenê ji holê rakirina sîstema tecrîdê, divê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ti kes bi dilrehetî nejî û li her cihî têbikoşe.
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan destnîşan kir, ku azadiya Ocalan azadiya jinê, azadiya Kurdistanê û azadiya hemû gelên bindest e û got, "Rêberê me sedema hebûna me ye. Weke jinên ciwan divê herî zêde em xwedî li sedema hebûna xwe derkevin û nîşanî her kesî bidin ku jiyanek bê Rêberê me, em ê ji bo dijmin bikin cehenem. Bi azadiya Rêberê me re wê derba herî mezin li pêkanîn û zîhniyeta bi serdestiya mêr a desthilatparêz, faşîst û mêtînger were xistin. Pêwîste herî zêde jinên ciwan di nava vê têkoşîna bi rûmet û dîrokî de cih bigirin û weke armanca bingehîn a jiyana xwe, xwedî li Rêber Apo derkevin. Çawa ku têkoşîna jinan, berxwedana jinên ciwan di dîroka me ya têkoşînê de bû hêza diyarker, di azadkirina Rêberê me de jî divê jin bi taybetî jinên ciwan bi erka bilindkirina têkoşînê rabin. Helwestek li derveyî vê, bi ti awayî nayê qebûlkirin, rast nayê dîtin. Di vê dema ku herî zêde em nêzî azadiyê ne, di vê pêvajoya berxwedana bêhempa ya şerê gel ê şoreşger de, kes nikare bi gefa li Rêberê me gefê li me bixwe. Li hemberî van gefan, ji bo em cîhanê bi serê dijmin ve biruxînin, em bang li hemû jinên ciwan, gelê Kurd, hêzên sosyalîst, şoreşger û demokrasiyê dikin, ku bi ruhê serhlidanê li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê dakevin meydanan û bibin hêzeke mezin a çalakî û berxwedanê."
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan destnîşan kir, ku azadî bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibe û bang li hemû jinên ciwan kir, ku di vê rêyê de seferber bibin û bi rastiya hêza herî rêxistinbûyî û çalakiyên radîkal, tevbigerin.
Di dawiya daxuyaniyê de banga çalakiyên lezgîn û aktîf hat kirin û hat gotin, "Ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ku sedema me ya jiyanê ye, em bang li hemû jinên ciwan dikin ku bi ruhê serhildanê biherikin qadan û dibêjin, 'Em êdî kêliyeke bê Rêber Apo qebûl nakin'."